Abdullah Ocalan: Projeya min a neqediyayî dê bi hêza têkoşîn û nîqaşên jinan bê temamkirin

Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji Konferansa Jîneolojiyê re diyar kir ku koletiya jinê birîna herî kûr a civakê ye û got ku Jîneolojî zanista çareserkirina vê pirsgirêkê ye.

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê ji bo Konferansa Jîneolojiyê peyamek şand. Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê, pêşketina zanista Jîneolojiyê, veguhertina mêr û rola pêşengiyê ya jinan a di avakirina civaka demokratîk de.

Peyama Abdullah Ocalan ku ji konferansê re hat şandin bi van peyvan dest pê dike:

“Hevalên hêja… Hilgirên hişmendî û keda Jîneolojiyê, Avakerên jiyaneke azad...

Ji zarokatiyê ve, lêgerînek di hundirê min de heye: dîtina hebûna azad a jinan û afirandina cihekî jiyanê yê hêjayî wan. Ev lêgerîn kûrtir bû dema ku hevalên min ên lîstikê ji lîstikên me hatin dûrxistin û xwişka min ji bo kîsikek savar birin. Di berxwedana bêdeng a jinên gund de û di rabûna wan bermahiyên xwedawendan de, min dît ku rizgarî mimkun e; û min ev bawerî şopand. Ez her gav li pey şopa wan çûm. Ji ber ku min dizanibû ku birîna herî kûr a civakê, koletiya jinan e. Bêyî têgihîştina vê yekê, ne azadî, ne wekhevî û ne jî demokrasiya rastîn mimkun nabe."

'Koletiya jinê xencera li pişta civakê ye'

Abdullah Ocalan armanc û girîngiya pêşxistina zanista Jîneolojiyê anî ziman û wiha berdewam kir: "Armanca min a di pêşxistina Jîneolojiyê de, ne tenê afirandina têgehekê bû. Ji nû ve pênasekirina hebûna jinan di nav rastiya wan a dîrokî û civakî de; veguherandina wan ji objeyan bo mijaran - ev dê karê me yê herî girîng be ku em ji dîrokê re bihêlin. Min dixwest şehrezayiya xwedawend û şêwaza jiyana navendî ya jinê ya serdema Neolîtîkê, ku ji hêla hezarsalan şaristaniya baviksalar ve hatibû tarîkirin, derxim holê. Xencera li pişta civakê koletiya jinê bû; bêyî rakirina vê xencerê ti pirsgirêkek civakî bi bingehîn çareser nedibû. Jîneolojî wekî zanistek çêbû ku vê xencerê pênase dike, wê radike û li şûna wê zanîna jiyaneke azad datîne."

'Divê her jin xwediyê odeya xwe, dengê xwe û zanîna xwe be'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berdewama peyamê de bal kişandin ser ked û xebatên ku heta niha di warê Jîneolojiyê de hatine kirin û wiha pê de çû: "Hewldanên ku heta niha bi navê Jîneolojiyê hatine xerckirin, nivîsandin, nîqaşkirin û organîzekirin, nîşan dane ku ev zanist di heman demê de şêwazek jiyanê ye jî. Ew ji bo perspektîfa jinan nefeseke hewaya teze bû. Rizgarkirina nasnameya jinan ji stereotîpên zayendperest, afirandina qada wan a ji bo raman û çalakiyê û nivîsandina dîroka wan a xweser erk û deynên herî girîng bûn ku ji dîroka mirovahiyê re bên hiştin. Ev bûn warên bingehîn ên balkişandin û têkoşîna Jîneolojiyê.

Prensîba 'mirov wekî jin nayê dinê, mirov dibe jin' girîng e. Lê belê, ev bûyîn divê ne di nav sînorên ku ji hêla mêran ve tene ferzkirin de, bi hêza jinê ya xweser pêk bê. Ji ber vê yekê me got ku divê her jin xwediyê odeya xwe, dengê xwe û zanîna xwe be."

'Pîvana sosyalîstbûnê têkiliya azad û wekhev a bi jinê re ye'

Abdullah Ocalan bal kişand ser mijara veguhertina mêr û kêmasiyên ceribandinên sosyalîst ên dîrokî û nirxandina xwe wiha domand: "Wekî mêrek, min di vê pêvajoyê de her tim ji xwe pirsî û nû kir. Me jî wate da vê yekê û armanc kir ku em veguherînin û ji sedsalan mêraniya serdest xilas bibin. Min got ku prensîba bingehîn a sosyalîzmê rizgariya jinan e. Ji ber ku pîvana ku mêrek bi rastî sosyalîst be, şiyana wî ye ku bi jinekê re têkiliyek rast, wekhev û azad ava bike. Di piraniya ceribandinên mezin ên sosyalîst ên dîrokê de, ev prensîb tunebû. Ew kêmasî bû sedema ku şoreş ne temam bin. Min hewl da ku vê kêmasiyê çareser bikim, min dixwest ku ez layîqî xwedawendan bim. Veguherandina mêran û gazîkirina wan bi jinan re ber bi rizgariyê ve ji bo min bû karekî neçar."

'Jin dê pêşengiya ji nû ve avakirina civakê bikin'

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku civak di pêvajoyeke nû re derbas dibe û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya aştî û demokrasiyê de. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên di vê mijarê de, wiha ne: "Îro, em bi pêvajoyeke nû re rûbirû ne. Lêgerîna aştî û demokrasiyê ne tenê pêvajoyeke danûstandinên siyasî ye, di heman demê de pêvajoyeke ji nû ve avakirina civakî ye jî. Jin dê pêşengiya vê ji nû ve avakirinê bikin. Ji ber ku ji nîvê zêdetir ji her gaveke girîng a ku heta niha hatiye avêtin, bi saya ked, berxwedan û aqilê jinan hatiye bidestxistin. Û ew ê wisa berdewam bike. Jîneolojî divê bingeha zanistî û îdeolojîk a vê rêbertiyê berdewam bike. Ez ê her dem bi we re bim, bifikirim û biafirînim, her gava ku hûn hewcedarê min bin. Ji ber ku ji bo min, wateya jiyanê di şiyana jinê ya jiyana azad de ye."

'Projeya min a neqediyayî dê bi van nîqaşan temam bibe'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe de daxwaz û baweriya xwe ya bi konferansê re anî ziman û peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Bila ev konferans hem pêşeroja Jîneolojiyê û hem jî rabirdûya wê nîqaş bike. Bila hebûna jinan bi awayekî rast pênase bike. Bila zanîna jiyaneke azad berfireh bike. Projeya min a neqediyayî dê bi hêza van nîqaşan bên temamkirin. Baweriya min bi we temam e. Ji bîr nekin ku ez her gav bi we re me.

Bi hesret û evîna min a bêdawî…”