Abdullah Ocalan ji bo meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ peyam şand
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" hatiye lidarxistin de peyamek şand.
Di peyamê de wiha hat gotin:
“Ez bawer dikim ku meşa ku ji aliyê jinên TJA ve hatiye destpêkirin, 'Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin' dê tevkariyeke girîng li mizakereyên demokratîk bike.
Ez wekî pêdiviyek demokrasiya şêwirdarî diaxivim û tevdigerim. Mizakereya demokratîk çareseriya heyî bû ku ji hêla şaristaniyê ve piştî 300 sal şer û xwînrijandinê pêş ket.
Mizakere, di her têkiliyê de pêwîst e û divê esas bê girtin. Ji bo têkiliyên di navbera jin-mêr de ev rêbaz dikare bê esasgirtin. Di têkiliyên kevneşopî de, mêr serdest in, lê jin bindest in û îtaetkar in. Ev otorîte nayê qebûlkirin. Ji ber ku jin vê yekê qebûl nakin, ew ber bi azadiyê ve dimeşin.
Ez pêşniyar dikim ku jin pirsgirêkên xwe yên bi dewlet, civak, malbat û mêran re bi rêya mizakereyê çareser bikin. Divê kes bi zimanekî otorîter an fermandar nêzîkî hev nebe. Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin.
Li ser vê bingehê, ez hemû hevalên jin ên di meşa 'Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin' de bi rêzdarî silav dikim, ez wan ji bo ked û dilsoziya wan a ji bo azadiyê pîroz dikim.”