Abdullah Ocalan: Şaredarî ne dewleteke mîkro ye, komîn in

Abdullah Ocalan di peyama ji Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk re şandî de, destnîşan kir ku dê entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî watedar bibe û got: “Şaredarî ne dewleteke mîkro ye, komîn in.”

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê ya li Amedê hatî li darxistin re şand. Di peyamê de bal kişand ser girîngiya demokrasiya herêmî û diyar kir ku modela netew-dewlet a navendî yek ji çavkaniyên bingehîn ên pirsgirêkên civakî ye. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku divê rêveberiyên herêmî di avakirina civakek demokratîk de roleke pêşeng bigirin ser xwe û banga pêşxistina şaredariyên gel ên komînal ên demokratîk kir.

Daxuyaniya Abdullah Ocalan wiha ye:

“Di beşeke mezin a dîrokê de, di civakê de diyardeya rêveberiyê li ser bingeha herêmî û xwecihiyê; bi gotineke din, li ser bingeha xweberêvebirinê ava bûbû. Heta di kevneşopiya dewletê de jî bi giranî rêveberiyên herêmî qaîde bûn, desthilatdariya navendî jî îstîsna bû. Hiqûqa derbasdar, hiqûqa herêmî bû. Ev kevneşopî, ji aliyê modela netew-dewletê ya navendîparêz a homojen-yekparêz-hişk a modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawiyê ve hat xerakirin. Çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêk û xetimandinan jî, ferzkirina vê modelê û li dinyayê kiraskirina wê bû.

Vegera li demokrasiya herêmî bûye xelasiya welatan û bêhndana civakan

Bi her du şerên cîhanê re, hemû cîhan û bi taybetî jî welatên Ewropayê yên ku ev zihniyet afirandin, êşên ku ji faşîzmê derketin bi awayekî xedar jiyan û hîn jî dijîn. Ji salên 1950’î û vir ve hiqûqa herêmî, netewe û çandê, her çend bi sînor be jî, ji nû ve hat pênasekirin û derbasî qanûnên bingehîn ên demokratîk bûn. “Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî” ya ku welatên Yekîtiya Ewropayê pejirandine, berdewamiya vê pêvajoyê ye. Vegera li demokrasiya herêmî bûye xelasiya welatan û bêhndana civakan.

Kêmkirina navendîparêziyê û zêdekirina tiştên herêmî

Li Rojhilata Navîn ku rola Tirkiyeyê tê de sereke ye, heke şansê îfadeya demokratîk ji tiştên herêmî û herêmparêz re bê naskirin, dê piranîya pirsgirêkan bi awayekî hêsantir bên çareserkirin. Bi taybetî rakirina şerha li ser demokrasiya herêmî dikare Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de li herêmê bihêz bike. Ji bo çareseriya demokratîk; avabûna ji nû ve hem ji bo civakan hem jî ji bo dewletan şert e. Herikîna giştî û hewcedariya serdemê jî bi kêmkirina navendîparêziyê û zêdekirina tiştên herêmî ve girêdayî ye. Ajotin û berxwedana li dijî herikînê; krîza siyasî, aborî û ekolojîk a heyî kûrtir dike. Jixwe sedsalek bi vî rengî ji dest çûye û her kesî pê winda kiriye.

Divê mirov nekeve nav wê şaşiyê ku li bendê be da ku pergalên navendîparêz ên antîdemokratîk bixweber biguherin. Têkoşîna rêxistinkirî û domdar ya pêkhateyên çandî û herêmî yên demokratîk, di lezkirina guhertinan de diyarker bûye. Demokrasiya herêmî û qanûnên bingehîn ên demokratîk jî di encama têkoşînên bi vî rengî de hatine pêşxistin.

Demokrasiya herêmî, şahdemarê entegrasyona demokratîke

Formula “demokrasiya herêmî û makezagona demokratîk”, di heman demê de formula çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Şahdemara entegrasyona demokratîk a ku em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hewl didin pêş bixin jî demokrasiya herêmî ye. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya herêmî dikare wateya xwe bibîne. Çavkaniya polîtîkaya qeyûman a ku salên dawî tê sepandin jî tunebûna demokrasiya herêmî ye. Li welatekî ku demokrasî tê de bi hêsanî dikare bê înkarkirin, tu pirsgirêk nayên çareserkirin û jixwe li ber çavan e ku nehatine çareserkirin jî.

Jehrkuja hemû neyinîyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye

Pirsgirêka Kurd di asta rêveberiya herêmî de gihîştiye qonaxa çareseriyê. Ne tenê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, ji bo tevahiya Tirkiyeyê rêya derbaskirina pirsgirêkên heyî yên rêveberiyên herêmî, di ser demokrasiya herêmî ya bihêz re derbas dibe. Demokrasiya herêmî ya ku di bin ewlehiya hiqûqê de ye, formula çareseriyê ya herî rasteqîn û yekane ye. Ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî tiştê pêwîst, sepandina tam û bêkêmasî ya demokrasiya herêmî ye. Jehrkuja hemû neyinîyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Gihîştina civaka demokratîk tenê bi vî rengî mumkin e.

Di pêşxistina demokrasiya herêmî de rola rêveberiyên herêmî diyarker û pêşeng e. Pêngava yekem a demokrasiyê jî û a komînên demokratîk jî herêm e. Pêşxistina şaredariya gel a komînal û demokratîk, li ser vê rêyê rênîşander e. Ji bo vê yekê, divê ne li ser bingeha navend, desthilatdarî û yekdestdariyê, li ser bingeha gel modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk bên pêşxistin. Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e; heke keda gel bibe yek, tu pirsgirêka ku mirov nikaribe çareser bike nîne.

Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên honandin

Divê nêzîkatiya şaredariya demokratîk bê pêşxistin. Tevgera şaredariya demokratîk, wekî toreke berfireh a civakî, ji komînên gund û taxan bigire heya kooperatîfan, ji rêxistinên civaka sivîl heya saziyên mafên mirovan, ji têkoşîna azadiya jinê heya parêzvanên mafên zarok û heywanan, ji ciwanan heya ekolojîstan, divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk ava bike. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê dayîn. Qadên hilberînê divê bên zêdekirin û ji bo bêkariya ku roj bi roj mezin dibe bibe çareserî. Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên honandin.

Divê tevlîbûna gel a ji bo rêveberiyê û daxilkirina gel a di nav hemû biryaran de esas bê girtin. Konseyên Bajêr û Meclisên Bajêr bên avakirin; welatî dikarin li vir bicivin, her cûre pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî nîqaş bikin û biryaran bigirin. Heke şaredariya gel a demokratîk bê pêşxistin, gel dê xwedî li şaredariya xwe derkeve; bi vî rengî, nêzîkatiyên antîdemokratîk ên wekî tayînkirina qeyûman jî nikarin bi hêsanî pêş bikevin.

Şaredarî ne dewletperestiya biçûk e

Şaredarî ne dewletperestiya biçûk e. Lê pergala ku tê sepandin dewleta mîkro ye. Hem ji aliyê felsefî hem jî ji aliyê pratîkî ve divê mirov ji vê ramanê rizgar bibe. Şaredarî ne dewleteke mîkro ne, komîn in. Li Ewropayê bingeha şaredariyê komîn e. Li cem Kurdan jî “kom bûn” e; koka wê xwe dispêre hezar sal berê û ji van axan heya Ewropayê belav dibe.

Dewlet makro difikire û nêzîk dibe, komîn jî çareseriyên mîkro dibîne; di navbera her duyan de diyalog, muzakere û pêşbirkek çêdibe lê pevçûn çênabe. Bi vî rengî civaka sivîl dibe xwedî fonksiyon û vediguhere saziyên çandî, civakî û aborî yên rastîn. Divê di şaredariyan de ku zemin û derfeta van hemûyan lê heye ruhê komînê bê pêşxistin û hemû xebat bi vî ruhî bên meşandin. Tenê nîqaşkirin ne bes, êdî dema avakirin û bicihanînê ye.

Me di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de li şûna çînê komîn bi cih kir, nîqaşên xurt hatin meşandin. Em ne çînê û ne jî dewletê înkar dikin. Lê dewlet wekî girêkekê mezin dibe. Senteza me ya dewlet û komînê, li şerên bêwate yên cemidî yên ku dibin sedema aloziyên mezin û ji bo îdealîzekirina zêde ya çînparêziyê wek bersivekê pêş dikeve. Em vê yekê her ku diçe nermtir dikin. Jehrkuja vê, veguherandina têkiliya komîn û dewletê ya ber bi têkoşîn û pêşbirkeke demokratîk ve ye. Tiştê ku vê dawiyê li Sûriyeyê tê xwestin ku bê kirin, ji vî aliyî ve girîng e; li Iraqê jî divê ev yek bê bicihanîn. Hilbijartina waliyekî Tirkmen li Kerkûkê mînak e; Tirkmen li vir ne dewleteke mîkro ne, dikarin bibin komîneke ku naverokê ew bixwe diyar dikin.

Şaredarî divê bi hişmendî û girîngiya demokrasiya herêmî bên birêvebiri

Şaredarî divê bi hişmendî û girîngiya demokrasiya herêmî bên birêvebirin; şaredarî divê bi hişê kirtasiyegerî yê biçûk neyên birêvebirin. Ji paqijiyê heya hilberîna erzan, ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji çûnûhatê heya ekolojiyê, ji hemû hewcedariyên bajaran re bi nêzîkatiya komunê çareserî dikarin bên dîtin. Bes mirov bi nêzîkatiya “şaredarî komîn in” tevbigere û tiştê pêwîst pêk bîne.

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serkeftina di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de dê bibe sedema geşedanên nû; dê hêzeke zêdetir bide rewş û zemîna muzakereya demokratîk. Bi cidiyeta ku dê vê pêvajoyê pêş bixe, ez ji bo her kesê ku di xebatên pratîkkirina şaredariya gelparêz a demokratîk de cih digire serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku Konferansa Rêveberiyên Herêmî jî bi serkeftî derbas bibe, silav û hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim.

Abdullah Ocalan

Girava Îmraliyê.