Şoreşger Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

Şoreşger Sema Yuce ya ku li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir, di 26’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Agirî-Sema Yuce ya ku di sala 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir, di 26'emîn salvegera mirina xwe de li navçeya Tutaxa Agirî li ser gora xwe hat bîranîn. Bîranîn bi beşdariya Parlamentera Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Nejla Demîr, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) ya Agiriyê Ayşe Karakuş û Rêxistina Navçeya Tutaxê hat lidarxisti