Şoreşa Rojava kilîta azadiya jinan e

Jinên herêma Efrînê yên koçber bi boneya salvegera Şoreşa Rojava destnîşan kirin ku Şoreşa Rojava kilîta azadiya jinan e û deriyê azadiyê bi vê kilîtê li pêşiya wan hatiye vekirin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Serhildana Rojavayê Kurdistanê ew serhildan e ku di 2012’an de li Rojavaya Kurdistanê dest pê kir. Gelê Kurd ji aloziya ku li Sûriyeyê qewimiye sûd girt û hêdî hêdî cih û warên xwe ji dest rejîma Sûriyeyê derxist. Dema ku gelê Kurd rêveberiya bajarên xwe bi dest xist, dest bi avakirina pergala xwe ya perwerdeyê kirin. Bi dehan dibistanên ji rejîmê mabûn ji bo perwerdeya zimanê xwe xebitandin. Di heman demê de saziyên civakî yên wek meclisên gel, malên gel û komînan ava kirin û statuya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê îlan kirin. Bi vî rengî pergala xwe ya civakî, xweparastin û perwerdekirinê xurt kirin. Bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava jinên Efrînê ji ajansa me re axivîn.

“19’ê Tîrmehê şoreşa jinan temsîl dike”

Emîna Osman destnîşan kir ku jinan bi saya Şoreşa Rojava sînorê ku ji wan re hatibû dayîn derbas kirine û got: “Meha Tîrmehê ji me re meheke pîroz e, ji ber ku tijî berxwedanî û tekoşîn e. Bi îlankirina sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê riya azadiyê li pêşiya tevahî jinan vebû. Di wê demê de min biryar da ku tevlî kar û xebatan bibim ji bo asta zanebûna xwe zêde bikim û ji çarçoveya malê derkevim. Şoreşê bandorek erênî li ser kesayeta min ava kir û hişt ku bêhtir hebûna xwe di jiyanê de nas bikim. Li Efrînê min cih di nav xebatên Kongreya Star de girt û zêdetir herikîm nava civakê û hebûna xwe wek jin îsbat kir. Min di warên civakî de gelek xebat dan meşandin û her li kêleka miletê xwe bûm û heya niha ez wê riyê dişopînim. 19’ê tîrmehê tê wateya şoreşa jinan û her xwesteka Rêber Apo jî ew bû ku jin azad bijîn. Em jî niha vê xwestekê pêk tînin.”

“Bi saya şoreşê me bêhtir nasnameya xwe nas kir”

Sozan Reşîd jî behsa guhertinên ku di kesayetên xwe de dane çêkirin di Şoreşa Rojava de û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi saya derkeftina Şoreşa Rojava û fikrên Neteweya Demokratîk jinan dikaribûn gelek guhertin di kesayet û jiyana xwe de pêk bînin. Ev guhertin û veguhertin milî xwe îsbatkirin, xwe zanakirin û rêxistinkirin bû. Jinên Rojava bûn mînak ji jinên cîhanê re di milê têkoşîn, berxwedanî û azadiyê de. Bi îradeya xwe jiyana wekhev di nav civakê de ava kir. Şoreşa Rojava ji me re kilîta azadî û tekoşîna li dijî zîhniyeta desthilatdar bû. Bi riya dayîna civîn, perwerde û semîneran ve me zêdetir dîrok û nasnameya xwe nas kir.”

“Jinan jiyana dûrî bindestiyê ava kir”

Arîfe Bîlal ku di kantona Şehbayê de xebatên Kongreya Star dide meşandin bal kişand ser zehmetî û astengiyên ku dîtine heya gihîştine azadiya xwe û wiha vegot: “Beriya avabûna Şoreşa Rojava me xebatên rêxistinkirina jinan dida meşandin, ji ber vê yekê me gelek astengî û zehmetî ji aliyê Rejîma Baasê ve dîtin. Destpêkê adetên civakê nedihişt jin ji çarçoveya mala xwe derkevin û xebatên azadiyê bidin meşandin lê şoreşa Rojava hişt ku jin vê sînorê rakin û jiyana dûrî bindestiyê ava bikin, çempera koletiyê ku wan di nava xwe de fetisandibû, çirandin. Bi berxwedana tekoşerên jin îro jinên Rojava gihîştin azadiya xwe û destkeftiyên bi nirx bi dest xistin.