“Şoreş bû bersiva herî herî xurt a li hemberî qirkirinê”

Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyanî da. Di daxuyaniyê bal li ser polîtîkayên qirkirin û bişaftinê hat kişandin.

Şehba- Rêxistina kongra Star a herêma Efrînê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku di 2012’an de dest pê kir daxuyanî da. Daxuyanî li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê bi beşdarbûna endamên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê endama kongra Star Ronahî Şêxo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Ronahî Şêxo di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Şoreşa ku di roja 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir bû çîrûska hêviyê ji hemû mirovahiyê re di sedsala 21’emîn de. Di hemen demê de bû şoreşa azadiyê ya ku 11 sal di ser re derbas dibe. Ev şoreş bû bersiva herî xurt li hemberî siyasetên pişaftin û qirkirinê ya li ser gelên herêmê. Destpêka Şoreşa Rojava li ser esasê biratiya gelan ji bo hemû pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat demizrandin û sîstema Neteweya Demokratîk di wateya herî rast de hat temsîlkirin û gihîşt asteke bilind bi saya berxwedana Kobanê û fedaî û qehremanên YPG, YPJ, QSD’ê yên ku nirxên şoreşê parastin û gelek ji wan jî birîndar ketin. Gelek mirovên enternasyonalîst beşdarî vê şoreşê bûn ên ku serî li hember faşîzmê netewandin e û mohra xwe li dîrokê dan. Di dîrokê de di tu şoreşan de jin ewqas nebûn xwedî mîsyon û pêşengî nekirin bi qasî vê şoreşê ne tenê jinên Kurd di heman demê de bûn dengê şoreşa jinan di Rojhilata Navîn û cîhanê de.”

“Divê ku sazî û rêxistinên mirovî helwesta xwe diyar bikin”

Ronahî Şêxo bal kişand li ser gef û êrişên ku li ser şoreşê tê xwarin û wiha domand: “Têkoşîna bênavber a ku gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê gav bi gav dan meşandin bû sedem ku DAIŞ û rêxistinên paşverû û hovane li herêmê tên biçin. Şoreşa Rojava xwedî risteke mezin e ji ber ku tevahî cîhanê ji gefên terorê xilas kir lê mixabin heya niha hêzên navneteweyî destkeftiyên şoreşê ji nedîtî ve tê û rewşa herêmê li ber çavan nagire. Banga me ji hemû sazî û rêxistinên mirovî re bi taybetî rêxistinên jin û zarokan re ew e ku helwesta xwe diyar bikin li dijî van gefan biryara girtina qada hewayî li asîmanê Sûriyeyê bikin. Ji bo parestina gelê sivîl û rawestandina herikîna xwînê divê aliyên têkildar hemû derfetên xwe bi kar bînin ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser. Ji ber ku sîstema herî rêxistinkirî, aram û ewle li herêmê ew e. Em jî weke tevgera jinên azad tevli pêngava herêmî û navneteweyî dibin, ji bo rizgarkirina xakên dagirkirî ji qirijya terorê.”

Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.