Şîva Mehbubî: Gel dikare bi xwepêşandanê darvekirinan rawestîne

Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîva Mehbubî, destnîşan kir ku Şerîfe, Pexşan û Werîşe ji bo mirovahî û mafên mirovan xebatên bêhempa kirine û wiha got: “Divê rejîm bibîne ku xwepêşandan li derveyî girtîgehan in û nikare wan paşguh bike.”

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan –
Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê ya ku beriya niha cezayê darvekirinê yê aktîvîst Şerîfe Mihemedî betal kiribû, çend roj beriya niha cezayê darvekirinê erê kir. Her wiha derbarê şert û mercên xirab ên bi taybetî li girtîgehên Xezel Hesarê, Qerçek û yên din de rapor hatin weşandin. Girtiyên ku piştî êrîşa Artêşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qercek û Xezel Hesar hatin veguhestin, di şert û mercên xirab de ne û ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar tên hiştin. Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî di nav de gelek girtiyên siyasî, li benda înfaza darvekirinê ne û gelek ji vana jî dibe ku cezayê darvekirinê bixwin.

Kampanyaya "Sêşema ji darvekirinê re na” li herî kêm 40 girtîgehên Îranê didome û girtî heta niha jî li dijî darvekirinên dîjmirovahî çalakiyên rûniştinê pêk tînin.

Lîsteya 70 girtiyên siyasî hat weşandin

Di vê navberê de, Serokê Dadgeriya Komara Îslamî ya Îranê, îdia kiribû ku li Îranê girtiyên siyasî tunene. Li aliyê din,  lêkolîner û aktîvîstê mafên mirovan Îmadeddîn Bagî ragihand ku ji dadgehê re lîsteyek ku tê de navê 70 girtiyên siyasî cih digre, şandiye. Di vê lîsteyê de navê Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî hebû. Bagî, daxwaz kiribû ku cezayê darvekirinê yê van girtiyan, ji bo cezayê muebetê bê guhertin. Her wiha diyar kiribû ku di van dosyayan de gelek nezelalî hene û heta li gorî qanûnên Komara Îslamî ya Îranê jî, cezayên hatine dayîn ne li gorî sûcan e.

Me bi berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîva Mehbubî re derbarê rewşa girtiyên siyasî, fealiyetên li girtîgehan û girîngiya destekkirina gel a van karûbaran de hevpeyvîn çêkir.

Gelo rejîma Îranê çima hebûna girtiyên siyasî înkar dike?

Şîva Mehbûbî, di destpêka axaftina xwe de li ser înkarkirina rêjîma Îranê ya girtiyên siyasî rawestiya û wiha got: "Rejîmê her tim bi taybetî jî di asta navneteweyî de înkar kiriye ku li Îranê girtiyên siyasî tunene. Dema kesek bi kuştina endamek Besîc an jî bi sîxuriyê tê sûcdarkirin, ev yek ji bo rejîmê bêtir tê qebûlkirin. Her tim ji wan re dibêjin 'girtiyên ewlehiyê'. Ji ber ku ger rejîm qebûl bike girtiyên siyasî ne, ev yek di çavê cîhanê de wateyek taybet hildigre. Ango dê bê fêmkirin ku kesek ji ber rêxistinbûnê, ji bo têkoşîna raman an jî mafên mirovan, protesto an jî beşdarî xwepêşandanan bûye hatiye girtin. Lewma rejîm hebûna girtiyên siyasî înkar dike.”

Dixwazin Girtîgeha Evînê bi tevahî ji holê rakin

Şîva Mehbubî, da zanîn ku di salên dawî de gelek girtiyên siyasî ji bo qawîşên girtiyên edlî tên veguhestin û axaftina xwe wiha domand: “Yek jî armancên serekê ku dixwazin Girtîgeha Evînê bi temamî ji holê rakin ew e. Dema em temaşeyê tabloya giştî dikin, em fêm dikin ku rejîma Îranê ditirse; ji ber ger netirsiya, înkar nedikir. Ev yek di rejîmên din de jî tê dîtin; heta li welatên Ewrûpa û bi taybetî li DYE’ê jî dema kesek bê girtin, tê gotin sûcek kiriye. Ji ber mafê wan nîne ku kesek ji ber protestokirinê bigrin.”

‘Xwepêşandanên gel yekane rêya rawestandina darvekirinan e’

Şîva Mehbubî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser girîngiya xwepêşandanên gel ên li hundirê Îranê û bêbandoriya nameyên ji aliyê hinek kesên girêdayî rejîmê ve hatine nivîsandin. Şîva destnîşan kir ku zexta rast a li hundir, xwepêşandana gel e û wiha pê de çû: “Nameyek ku hinek kesan nivîsandine, nikare bibe protestoyek bi bandor. Mînak, li gorî ku parêzerê wê diyar dike, di dosyaya Şerîfe Mihemedî de tu tiştek neguherî, lê dîsa jî heman hikûm dan. Lê li gorî qanûnên navneteweyî, dema dosyayek ji nû ve tê lêkolînkirin, pêwîst e aliyên dosyayê yên cuda li berçav bên girtin. Lîsteyek hatiye amedekirin û hatiye gotin ku ‘ev sûcên darvekirinê veguherînin cezayê muebetê’. Lê pêwîst e ev girtî rojek jî di girtîgehê de nemînin.”

‘Divê ne li girtîgehê bûna’

Şîva Mehbubî, derbarê dosyayên Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî de jî çend mînak dan û wiha axivî: “Mînak Şerîfe Mihemedî aktîvîstek mafên karkeran e, dikaribû li her derê cîhanê bê destekkirin. Pexşan Ezîzî û Werîşê Mûradî kesên ku ji bo mirovahî û mafên mirovan xebatên bêhempa kirine. Lewma divê ew li girtîgehê nebûna. Lê bi darê zorê hatin girtin, rastî îşkence kirin û niha jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.”

Rola navneteweyî ya di rawestina darvekirinan de

Şîva Mehbubî, balkişand ser xwepêşandanên navneteweyî jî. Şîva bi bîr xist ku dema biryara darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî di asta cîhanî de hatiye protestokirin û daxwaza rakirina darvekirinê hatiye kirin, rêjimê hinekî paş de gav avêtiye û wiha got: “Lê carek din cezayên darvekirinê anî rojevê. Ji ber ku çalakiyên hatin kirin têr nedikirin. Dema biryarên darvekirinê tên dayîn, çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin, lê di demê de bêdengî çêdibe. Lewma divê heta dawî em li dijî biryarên rejîmê xwedî helwest bin.”

‘Divê gel bêdeng nemîne’

Şîva derbarê kar û xebatên Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî de jî agahî dan. Şîva ragihand ku niha gelek kes di girtîgehê de ne û wiha pê de çû: “Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî, her hefte lîsteya kesên ku cezayê darvekirinê xwarine an jî girtiyên di bin xeteriya cezayê darvekirinê de ne, parve dike û hewil dide balê bikşîne. Lê divê li hember vê yekê gel jî bêdeng nemîne. Girtî di 26’ê Tîrmehê de li Girtîgeha Xezel Hesarê rastî êrîşê hatin. Piştre her çiqas hinek girtî ji Girtîgeha Evînê re hatibin şandin jî, girtî bêdeng neman. Piştî gotinên rejîmê yên wek ‘li gel me girtiyên siyasî tunene’ jî, girtiyan kampanyaya ‘Ez jî girtiyek siyasî me’ dan destpêkirin. Divê çalakiyên protestoyî domdar û berfireh bin. Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ zêdetirê salek e didome. Yek ji sedemên ku rejîm êrîşê girtîgeha Xezel Hesarê kir, kişandina van çalakiyan bû. Divê rejîm bibîne ku xwepêşandan li derveyî girtîgehan in û nikare wan paşguh bike.”

‘Rewşa girtiyên siyasî ya li Girtîgehên Qerçek û Xezel Hesarê xeter e’

Şîva Mehbubî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Qerçekê de jî agahiyên girîng dan û wiha got: "Girtiyên siyasî yên jin hê jî li Qercekê ne. Komîteyê, herî dawî têkildarî rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Qerçek û Xezel Hesarê de raporek berfireha bi zimanê Îngilîzî weşand û ji rêxistinên navneteweyî re şand. Niha, girtî di rewşek pir xirab de ne. Girtiyên jin, hin di aliyê şert û mercên jiyanê û him jî dermankirinê de, di rewşa herî xirab de ne. Îhtîmal heye ku tûşî nexweşiyên kujer bibin. Nexweşên penceşêrê terkî mirinê hatine kirin. Rahîke Rahîmîpur ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên cidî bi awayekî demkî hat berdan. Lê rewşa girtiyên din ne diyar e û rewşa van girtiyan di asta navneteweyî de nayê bihîstin.”

‘Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ dengê girtiyan e’

Aktîvîst Şîva Mehbubî, balkişand ser girîngiya Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ û axaftina xwe wiha domand: “Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’, tevgereke xwepêşandanê ye ku li girtîgehan destpê kir û li seranserê welat berdewam dike. Malbat û hinek aktîvîst ji bo piştgirî dayîna vê kampanyayê li ber girtîgehan kom dibin. Pêwîst e aktîvîstên sivîl û aktîvîstên din jî ji warên cûda piştgiriyê bidin van çalakiyan. Li derveyî welat jî gelek derfetên me hene. Lê xwepêşandanên gel ên di hindurê welat û yên civakî ji her tiştî girîngtir in.”

‘Divê dengê girtiyan bên ragihandin’

Şîva Mehbubî, di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tiştên ku divê ji bo gihandina dengê girtiyên siyasî bên kirin û wiha got: “Em wek Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî û Tora Azadiya Girtiyên Siyasî û Wijdanî, bi rêya Tora Azadiyê raporan diweşînin û ji hikûmetan û rêxistinên navneteweyî re nameyan dişînin. Ez beriya du hefteyan di panelek li Parlamentoya Ewropayê de li ser vê mijarê axivîm. Her wiha bi rêxistinên din re jî em hevkariyê dikin.  Divê em ji bo gihandina dengê girtiyan a ji bo cîhanê van tiştên girîng pêk bînin; balê bikşînin ser rewşa girtiyên ji dermankirinê bêpar dimînin, ji raportora taybet a NY’ê û komîteya lêkolînê nameyan bişînin, bi hikûmetan re hevdîtin bikin, li ber parlementoyan çalakiya rûniştinê li dar bixin û bi sendikayên karker û rêxistinên li welatên cuda re têkilî deynîn.”