Şîlan Ehmed: ‘Rêwîtiya Azadiyê’ belgeyek dîrokî ye
Nivîskar Şîlan Ehmed têkildarî pirtûka xwe ya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ku îmze kiriye, diyar kir ku ev pirtûk belgeyek dîrokî ye.
NEXEM ÇAÇAN
Hesekê – Di serdemeke ku çand û siyaset bi hev re têkildar in de, pirtûk ji bo parastina bîranînê û veguhestina ezmûna mirovan ji nifşekî bo nifşekî din, mîna amûrên girîng derdikevin holê. Pirtûk êdî ne tenê nivîsên ji bo xwendinê ne; her wiha bûne cihên ji bo îfadekirina pirsgirêkên sereke, bi taybetî berxwedan, nasname û mafên jinan. Di vê çarçoveyê de, pirtûka Şîlan Ehmed aliyek nû li nîqaşa li dora rola jinan di têkoşînê de zêde dike û ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) wekî modelek ku îdeolojiyê bi berxwedana li ser erdê re dike yek, destnîşan dike.
Nivîskar Şîlan Ehmed ji ajansa me re têkildarî naveroka pirtûka xwe ya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ku îmze kiribû, axivî. Şîlan Ehmed di despêka axaftina xwe de anî ziman ku pirtûka xwe li ser bingeha dîrokekî ku hatiye jiyîn nivîsandiye û wiha got: “Di nêrîna min de şoreşa Rojava du beşên wê hebûn, beşekî veşertî ye û beşek ji sala 2014`an û şûn ve ya ku pir derket ber ragihandinê re. Armanca me ji vê pirtûkê ew bû, ku belgeyên dîrokî be, dîrokekî ku hatiye jiyan kirin. Her wiha bingeha ku ev şoreş li ser hatibû avakirin. Di pirtûkê de ji 4`ê Nîsana sala 2011`an de çawa kar hatiye kirin û gelek ziraviyên ku derneketine pêş, hatine destnîşankirin.”
‘Me xwest ku ev pirtûk bibe malê dîrokê’
Şîlan Ehmed diyar kir ku xwesteka wê ew bû ku nifşên pêşerojê sûdê ji vê pirtûkê bigrin û bizanin ku çi dîrok hatibû jiyîn. Şîlan Ehmed wiha domand: “Tiştên ku di vê şoreşê de derketin pêş, ew çalakî, şerê Kobanê, Efrînê û her wiha ew hemleyên şer bûn. Ji ber vê yekê me xwest ev tiştên dîrokî belge bikin. Dîrokekî ku gelek şirîkên wê hene. Gelek heval di şerê Til EL_Hemîs û Tiburakê de şehîd ketin, ew di ragihandinê de gelekî derneketin. Me xwest ku ev pirtûk bibe malê dîrokê, ku bi awayekî nivîskî ji dîrokê û ji nifşên pêşerojê re bimîne.”
‘Jinan di şoreşa Rojava de gelek ked dan’
Şîlan Ehmed anî ziman ku wê di pirtûka xwe de behsa tekoşîna YPJ`ê kiriye, armanca wê jê ew bûye ku tekoşîna YPJ`ê li seranserî 14 salan nîşan bidin û wiha pê de çû: “Ez wekî yek ji wan hevalên ku ji despêka avakirina YPJ`ê de, di nav têkoşîn, kar û xebatên wê de beşdar bûm. Armanca me ew bû, ku her kes bizane YPJ bi çi hebûnê hatiye avakirin û çiqas bedêlên giranbûha diyariyî vê şoreşê kiriye. Keda jinan di vê pirtûkê de hatiye destnîşankirin. Yên ku şoreşa Rojava bi rêve birin fermandar û şervanên jin bûn, ji ber vê yekê bû şoreşa jinê. Me xwest jî ku ked û xebatên jinan di vê şoreşê de belge bibin.”
Şîlan Ehmed di dawiya axaftinên xwe de got ew vekiriye ji rexne û nêrînên çi kesên ku pirtûka wê bixwîne û wiha bi lêv kir: “Eger me baş ew belge pêkanîne an na, çiqas kêmasî tê de hebû, ew di mîn e li ser kesên ku pirtûkê bixwîne û binirxîne, dikarin rexne û nêrînên xwe ji me re parve bikin. Bi giranî me xwest ku naveroka pirtûkê ku çi hatiye jiyan kirin, ew were nivîsandin û belgekirin ji nifşên pêşerojê re.”
Şîlan Ehmed ya ku bi eslê xwe Badînî ye li bajarê Amûdê ji malbatek welat parêz ji dayîk bûye û li Amûdê tevlî refên Tevgera Azadiyê bûye. Despêka Şoreşê Şîlan di YXK`ê de kar û xebat kiriye, heta sala 2014`an Şîlan xebatên leşkerî kiriye. Di sala 2015`an de Şîlan berê xwe da qada civakî û xebatên xweser. Li gelek deveran di beşê Akademiyê de kar kiriye. Şîlan îro di kar û xebatên TEV-DEM’ê de cih digre.