Şêwira Jinên Ereb û Êzidî li Şengalê destpêkir

Bi pêşengiya TAJÊ yekem car Şêwira Jinên Ereb û Êzidî li ser mijara fermana ku qirkirina jinan dike hedef, bi dirûşma "Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike" li Şengalê destpêkir.

Bi pêşengiya TAJÊ yekem car Şêwira Jinên Ereb û Êzidî  li ser mijara fermana ku qirkirina jinan dike hedef, bi dirûşma "Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike" li Şengalê destpêkir. 
Şengal- Çeteyên DAIŞ'ê 3'yê Tebaxa 2014'an êrîşî axa pîroz a Şengalê kir û di encamê de bi hezaran jinên Şengalê hatin revandin û gelek mirovên resen a Şengalê hatin qetîlkirin. Çeteyên DAIŞ'ê qirkirina bedenî, derûnî, çandî û bawerî li ser jinên Iraqê bi taybet li ser jinên Êzidî meşand. Erdnîgariya vê herêmê ku xwe sipartiye girêdana xweza û koka xwe parastin, bû şahidê hovîtiya gelek bûyeran. Ev ax bi xwîna gelek mirovên Êzidî hate avdan. Li ser vê bingehê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi dirûşma "Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike" yekemîn Şêwira Jinên Ereb û Êzidî li navçeya Til Îzêr a girêdayî Şengalê li dar dixe. 
Di şêwira yekem a jinên Ereb û Êzîdî de dê mijarên mîna sedema ku hîşt çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Iraqê bike çiye? Rewşa jinên ku rû bi rûyên êrîşên çeteyan hatine û bandora wê çiye? Sedemên qirkirinê çine? Çima jin dibe hedefa yekemîn di qirkirinê de? Jin çawa dikare mertalekî li hember qirkirina li ser jinê dayne? Xalên hevbeş yên ku dikare parastina jin ji êrîşên qirkirinê misoger bike çine? Rewşa jin di kampan de çiye? Her wiha Polîtîkaya koçkirinê ya ku pergala kapîtalîzm li ser civaka Êzidî dide meşandin û pêşxistina rê û rêbaza çareseriyê divê şêwirê de bên nîqaş kirin. Her wiha jinên ereb ji Bexdayê, Endamên Cebheya Têkoşîna Demokratîk ya Mûsil, Rêxistina Pêşveçûna Jin û Tevna Alîkariya Jinên Êzidî tevlî şêwirê bûn. Di heman demê de jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûne di şêwirê de amadebûn.
"Jin xwedî hêza pêşengiyê ne" 
Axafina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hicû ve wiha hate kirin: "Ez di destpêkê de xêrhatina tevahî jinan dikim û bi taybet jinên ku ji derveyî Şengalê amadene û ruxmê ewqas astengî li pêşiya wan hebû. Îro armanca kombûna me li ser vê axa pîroz ewe ku zehmetiyên ku jin rû bi rû tên em nîqaş bikin û riya çareseriyê peyda bikin. Di hemû cîhanê de derdikeve holê ku ev ax û welat bi hezaran salan li ser wekheviya gelan û parastina pir çandî jiyane û wê jiyan jî bikin. Îro kombûna me derbeyek ji hemû hêzên desthilatdariyê re ye, ji ber desthilatdar naxwazin li ser vê axa pîroz yekîtiya gelan ava bibe. Her wiha desthilatdar dixwazin civakan ji bo berjewendiyên xwe weke amûrekî bi kar bînin. Em weke jinên Êzîdî li hember çeteyên DAIŞ'ê bûn xwedî hêz û tecrûbe. Me gelek şehîd û pêşengên civakê yên hêja di riya parastina nasnameya civakbûyîn û jin de, da. Mînaka vê yekê jî Cîlan Berces, dayê Gulê, Jinên Êzidî û jinên Iraqê ku bi têkoşînekî gelekî mezin nîşan dan ku jin xwedî hêzekî pêşenge. Bi fikra azad, em dikarin bi têkoşînekî hevbeş û bi parastina nasnameya jin, bibin mertal li pêşiya qirkirina jinê. 
"Çeteyên DAIŞ'ê jin hedef girtin"
Çalakvana Sivîl ya Bexdayê Şemsa Necar ku eslê xwe Êzidiye wiha axivî: "Pêşketina têkoşîna jin di dîrokê de bû sedem ku jin di aliyê zangonî de gelekî mafê xwe bigre û ji bo azadiya xwe têbikoşe. Li kêlek vê yekê heta niha jî gelek mafê jinan tê bin pê kirin û rastî qirkirinê tê. Ev pirskirêk ne tenê jinên Rojhilata Navîn, li tevahî cîhanê tê jiyîn. Şerên ku li Iraqê derdikevin jî dibe sedem ku jinên ciwan rastî gelek zehmetiyan werin. Şerên ku rû dan zincîr li dora jinê girêdan û di bin navê namûs û parastina exlaqê de xwestin jinê tune bikin. Bi taybet êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ku li ser Şengalê pêk anî, ya yekem jinê kir armanc. Armanca van êrîşan hemû ewe ku jin di qada giştî de bê bandor bimîne. Di dîroka Iraqê de tucar li ser baweriyekî din tu zextekî nehatiye kirin. Bi dara zorê tucar bawerî nayê guhertin. Lê çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên herî hov li dijî Şengalê û bi taybet li dijî baweriya Êzidiyan xwestin wêran bikin. Jinên Êzîdî rastî revandin, kuştin, tecawiz û firotinê hatin. Ev yek hemû li dijî mafê mirovane, lê heya niha tu dadgeh ji bo darizandina van kesên sûcdar, dengê xwe nekiriye."
"Em ê çareseriyên hevbeş derxînin"
Çalakvana Sivîl ji Bexdayê Bidor Ercerah ji pêkhateya ereb e wiha dibêje: "Di serî de ez xêrhatina tevahî mîvanan dikim û em spasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) dikim ku derfetek wiha û divê demê awarte de şêwirek wiha çêdike. Îro em ê di vê şêwirî de pirskirêkên jin ku rû bi rû tê nîqaş bikin û çareseriyên hevbeş derxînin."
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyonek li ser fermana 3'yê Tebaxa 2014'an li dijî kurdên Êzidî pêk hatiye, hate temaşerkirin.

Şêwira Jinên Ereb û Êzidî wê ji 3 runiştinan pêkbê. Ji ber zexta Hikûmeta Iraqê gelek jin û rêxistin nedikarin amade bibin, loma wê şêwir rojekê dom bike. Rûniştina yekem destpêkir.