Şêwir bi nirxandinên panelîstan dewam dike

Şêwira jinên Kurd bi panela yekemîn û nirxandinên panelîstan berdewam dike.

Silêmanî – Şêwira Jinên Kurd a bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li Silêmanî bi axiftina panelîstan berdewam dike. Şêwirê bi Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad destpê kir. Piştî gotarên destpêkê jî alîyê panelîstan ve li ser rewşa jinên Kurd ên Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdîstanê nîrxandîn hatin kîrîn.

Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman di axiftina xwe de bal kişand ser tûndûtujiya li ser jinan a di demên dawî de pir zêde bûye û wiha got: “Tundutujî û kuştinên jinan pirsgirêkek civakî ye. îro nûnerên hemû aliyên Kurdistanê di raporên amade kirine de behsa rewşa jinên li wan herêman dike.”

“Hewceye jin li hemberî êşîran xebatên siyasî û yasayî xurt bikin”

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad jî bal kişand ser êrîşên ku li her çar aliyê Kurdistanê li hemberî jinan tên meşandin û destnîşan kir ku divê li hemberî van êrişan di hemu qadan de têkoşîna jinan bilind bibe û wiha domand: “Ev hefteya derbasbûyî ji bo me hefteyekî pir girîng bû, ji bo ku em di têkoşîna jinan de encam bigrin. Em dibînin kûştin û xwekûştinên jinan li her derê zêdebûye. Aqilê mêrsalarî êrîşî jinan dike. Pêwiste jin li hemberî van êrişan xebatên siyasî û yasayî xurt bikin.”

“Rêjeya tundutijiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 90 zêde bûye”

Piştî gotarên destpêkê Sîrwa Nasirî rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê nirxand. Sîrwa Nasirî destnîşan kir ku zagonên dewletan bi awayekî herî tûnd tûndûtûjiyê li ser jinan pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber siyaseta rejîma Îranê rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê pir xirabe û rê li ber zewaca temenê biçûk û dîsa rêjeya xwekuştinê zêdetir bûye. Rêjeya tundutijiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 90 zêde bûye. Bi derûnî, fîzîkî û kuştinê êrîş li ser jinê tê kirin. Di sala 2021’ê de li ÎRanê 80 hezar û 178 jin tundî lê hatiye kirin. Her wiha li sala 2021’ê 791 zarok di temenê biçûk de hatine zewicandin.”

“Helwestên ji bo kujerên jinan bên ceza kirin têrê nakin”

Endama Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistan Şewbo Mistefa Eskerî jî diyar kir ku rola jinan di nava çand û civakê de girîng e û wiha berdewam kir: “Jin pêşengî ji civakê û çandê re dikin. Niha jin di nava çandê de bi reng û dengên cuda derdikeve ser dikê. Ji ber hişmendiya mêr û eşîran nikarin dengê xwe li ber tundiyê rake. Her wiha nebûna hiqûqek pêwîst a li dijî tundiyê kiriye ku êrîş û zexta li ser jinê zêdetir bûye. Deng û helwestên ji bo sûcdar bên ceza kirin têrê nakin. Divê xwe rêxistin bikin û pêk ve dengê xwe derxînin.

“Di nav dû mehan de 49 jin bi destê mêran hatine kuştin”

Berdevka Meclîsa Jin a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî rewşa jinên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê nirxand û bal kişand ser wê yeke ku bi polîtîqayên kûştinê tê xwestin ku di şexsê jinan de ciwan were tevizandin. Ayşe Acar Başaran axaftina xwe wiha domand: “Zayendperestî û baviksalarî pirsgirêkek bi hezaran sala ye li ser vê axê. Weke jin em bi êrişan re rû bi rû mane. Piştî avakirina tifaqa AKP-MHP êrişek tûnd li hemberî jinan dimeşe. Mêr li hemberî jinan rêxistin dike. Li her derê di axiftinên xwe de dibêjin mêr û jin ne wexhev in. Dibêjin jin îffet e, jin hevserê xwe guhdar neke hevserê wê dikare wê bikûje. Ev polîtîqa hêz dide mêran. Ev rêbazê DAIŞ’ê yê bi şûre dikûje, tê birêxistin kirin. Tenê di nav salekî de herî kêm ji sedî 12 zêde bûye. Li gor îstatîstîkên fermî wisa ye. Lê ya ne fermî çawa ye ez nizanim. Di nav salekî de 217 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di nav dû mehan de 49 jin bi destê mêran hatine kûştin. Ev jî li gor raporên cendermeyan 47 hezar jin b tûndiya mêr rû bi rû maye. Ev jî li gor serlêdanên jinan hatine girtin e. Di 7 salên dawiyê de ev Êriş zêdetir bûn. Ji ber ku mîlîtarîzm tê pêşxistin. Di kesayeta jinê de dixwazin bînin ser xeta xwe, bitewvizînin û li gor siyaseta xwe civakê bi şêwe bikin.”

“Li ku derê şer li ser bedena jinê tê meşandin”

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku jinan ji ber têkoşîna azadiya jinê dimeşînin tên cezakirin lê mêrên ku bi rêbazên DAIŞ’ê jinan qetil dikin bi ti awayê nayên cezakirin û wiha domand: “Mekanîzmayên ku weke alîkariya jinan, sazî û dezgehên jinan hatibû avakirin bi biryarên KHK hatin girtin. Di şevekî de bi dehan saziyên jinan hatin girtin. Bi dehan jin wê demê ji karên xwe hatin derxistin. Di şevekî de serokkomar xwe ji hevpeymana Stenbolê kişand. Her wiha qanûna înfazê derxist. Bi zagona kanûna înfazê bi sedan mêrên ku jinan kûtibûn hatin berdan. Ew mêr li zinadê bi telefonan gef li jinan dixwarin. Wisa jî kirin. Dema ji zindanê derketin êrişî jinan kirin û wan qetil kirin. Di vê demê de siyasetmedarên me yên jin hatinhedefgirtin. Dewlet bi xwe jî li hemberî jinê tûndiyek di asta jor de dimeşîne. Ji ber ku beşdarî çalakiya jinan bûne, gelek jin tên binçavkirin. Pergala hevserokatiyê îro li Tirkiyê weke sûc tê nîşandan. Berdevka TJA Ayşe Gökkan ji ber parastina jiyana azad û wekhev kiribû 30 sal ceza lê hat birîn. Ji ber ku ew têkoşîna jinan dimeşand 30 sal ceza hat dayîn. Car din dîsa hevalên me ji ber ku piştgiriya jin û gelê Kobanê kiribûn 13 hevalên me yên jin îro di girtîgehê de ne. Li hemberî vê mêr bi şûran jinan qetil dikin, bi rêbazên DAIŞ’ê qetlîaman dikin. Lê girtin û berdana wan dibe yek. Ji ber vê em dibêjin kûştina jinan polîtîk e. Îro hûn li kû binêrin, li kû derê şer hebe ev şer li ser bedena jinê şer tê meşandin. Li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî wisa ye. Îpek Er ji aliyê tawiçê pispor ve hat tecawizkirin, ji ber wê ew keça ciwan dawî li jiyana xwe anî. Lê ew çawiş ti cezayek negirt. Ev destnîşan dike ku hiqûqa dewletan çawa dijminahiya jinan dike.”

Piştî axaftina panelîstan jinên Kurd ên beşdarî şêwirê bûne li ser mijarên hatine diyarkirin nirxandin kirin.