Şervanên Ermen: Em bi pênûsa şehîdên 1915’an şer dikin

Şervanên Ermen ku beşdarî merasîma Tûgeya Şehîd Nûbar Ozanyan bûne, gotin ku dijminên xwe jibîr nekirine, pênûs û çekên şehîdên 1915’an rakirine û îro ji bo parastina mafê gelê xwe li dijî dijminê xwe şer dikin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Duh, Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qurbaniyên qirkirina Ermeniyan yên ku bi destê împaratoriya Osmaniyan, di sala 1915’an de pêk hatibû, bi merasîmek li Saziya Malbatên Şehîdan bibîr anîn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, bernameya bîranînê bi axaftinan destpê kir. Paşê sînevîzyona ku serpêhatiya qirkirina Ermeniyan, serhildana Ermenan a careke din li dijî zilmê vedibêje, hat nîşandan.

Ji qirkirinê heta vejîn û xwe parastinê

Şervana Tûgayê Şehîd Nûbar Ozanyan Lûsîn Hagobiyan qurbaniyên qirkirina Ermenan bibîr anî, got ku ew şehîdên xwe jibîr nakin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “110 sal derbas bûn, lê emê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û ji rêya wan qut nebin. Emê ji bo doza xwe têkoşîna xwe mezintir bikin û ji bo standina mafê gelê Ermenî û giştî gelê ku bi êrîş û qirkirinê re rû bi rû dimîne, şer bikin. Me dikarîbû bi Şoreşa Rojava re hêza xwe ava bikin û di şoreşê de ji bo parastina giştî ol û netewan me rol lîst. Li Rojava yekîtiya gelan heye. Ji lewra armanca hêza me ew e ku gelê me yê bi eslê xwe Ermen û di nav gelê Kurd û Ereb de mezin bûye, em careke din wan nas bikin, wan bi dîrok, çand û zimanê wan bidin naskirin. Da ku careke din gelê me neyê qirkirin û komkujiyek din wekî qirkirina Ermeniyan di sal 1915’an de çêbû, rû nede, me hêza xwe ava kir. Bingeha her hêzê jî rêxistinbûyîn e.”

‘Me çek û pênûsa şehîdên xwe li erdê nehişt’

Lûsîn Hagobiyan da zanîn ku Osmaniyan li ser qirkirina gelê wan împratoriya xwe ava kirine û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Li ser axa Ermeniyan Osmaniyan û Tirkan xwe kirin xwedî dewlet, ziman û ol. Lê bila her kes vê baş zanibe, em dijminê xwe jibîr nakin. Divê ku giştî dewlet qirkirina Ermeniyan nas bikin û dewleta Tirk û Osmaniyan jî darizînin. Emê heta dawî doza ku şehîdên me ji bo wê li ser axa Rojava canê xwe feda kirine, bişopînin û gelê xwe yê Ermen û giştî gelên din biparêzin. Emê çek û pênûsa şehîdên qirkirinê yên destpêkê jibîr nekin û li erdê nehêlin, me hilgirt û careke din bi vêya li dijî dijminê xwe şer dikin.”

‘Parastina gel erka me ye’

Arşo Berberyan jî got ku qirkirina Ermenan bi qetilkirina rewşenbîr û zanyaran, şewitandina mêran û îşkencekirin û destdirêjiya li ser jinan li ser pêvajoyan destpê kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Qirkirin di wê demê de dewam kir, gelê Kurd Suryan û Asur jî rûbirûyê qirkirinê hatin. Hatin qetilkirin û ji ser axa xwe hatin koçberkirin û sirgûnkirin. Ji lewra em wekî tûgayî komkujî û qirkirinên ku giştî gel rûbirûyê wê tên, bi tundî şermezar dikin û parastina gel û pêkhateyan ji hêzên emperyalîst erkê me ye.”

‘Bi qirkirina Elewiyan qirkirinên li ser çand û gelan didomin’

Arşo Berberyan qirkirinên ku heta roja îro li dijî gel û çandên cûda didomin bibîr xist û got: “Qirkirin didome, çend roj berê me dît ku gelê me yê Elewî di qirkirineke çawa re derbas bûn. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û qirkirin. Em qirkirinên ku gelê me yê Ermen, Suryanî, Êzidî û Elewî bin jî yên li ser axa Sûriyeyê û derveyî wê jî bi tundî şermezar dikin û ji bo parastina wan jî em ê her dem amade bin. Em ji gelê xwe yê li Rojava dijîn daxwaz dikin ku em bi hev re dijîn. Lewra divê ku em bi yek dest û nêrînê tevbigerin, li dijî netewperestî û êrîşên derve têbikoşin û rê nedin ku ewlehî û aramiya me têk bibin. Bê guman ev pêşengtî û yekîtiya jinan dixwaze.”

‘Girîng e jin xwe bi çek bikin’

Arşo Berberyan di dawiyê de girîngiya biçekkirina jinan anî ziman û wiha got: “Ev pêvajoyeke gelek girîng e, divê ku jin xwe bi çek bikin û hêzên xwe yên parastinê ava bikin. Em bihêz bin û li dijî êrîşên derve yên ku bi ser me de tên, da ku em bikaribin bi awayekî xurtir bersiv bidin û yekîtiya xwe biparêzin.”