Şervana YPJ’ê: Li dijî dagirkeriyê em ê berxwedana xwe bidomînin

Şervana YPJ’ê Îlam Minbic êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî nirxand, got “Em amade ne ji bo gel bi awayek ewle bijî canê xwe feda bikin” û xwest ku hemû gel li dijî dagrikeriyê têkoşînê bilind bikin.

SÎLVA AL-ÎBRAHÎM

Minbic – Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî didome. Gundên Rojavayê kantona Minbic ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran tê topbaran kirin. Di encama topbaranê de hejmarek avahi hilweşiyan. Di êrişa li dijî gundê El Bû Zaxê de jina bi navê Zehra Elî El Ceban ya 23 salî û birayê wê Ehmed jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa duh ya nivro lî ser gundên Firatê jina bi navê Nedîme El Hisên El Hemûd ya 45 salî jiyana xwe ji dest da, hemwelatiyê bi navê Seîd El Ferc yê 45 salî bi giranî birîndar bû.

Şervana Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ya kantona Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlam Minbic têkildarî geşedanên tê jiyîn  ji ajansa mere nirxandin kir.

Erkê me parastina jin û civakê ye

Îlam Minbic diyarkir ku ev êriş di encama peymana navnetewî de derketiye holê û got: “Hikumeta Şamê jî parçeyek ji vê peymanê ye. Dewleta Tirk hewl dide li Sûriye hê zêdetir xakê dagir bike. Divê li dijî van êrişan jî xeta berxwedanê were zêde kirin.

Îlam Minbic di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Erkê me parastina jin û civakê ye. Ev rastiya şer ku herêm bûye şahidê wê ji me ne xerîbe. Ev bi salan e em di nav gel de û li çeperan li berxwe didin. Dewleta Tirk bi polîtîkayên dagirkeriyê hewl dide demografiya herêmê biguhere. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk dîmenê esîrgirtina du şervanên me yên jin pareve kir. Herdu jinên şervan li nêzî Şehba û Til Rifat ji bo gel ji dagirkerî û êrişan biparêzin di xeta parastinê de cihê xwe digirtin. Divê ev dîmenên ku hatine parvekirin weke sûcê şer ê li dijî jinên parêzvanên gel were nirxandin. Îro ji sûcên mirovahiyê yên bi destê çeteyan li herêmê tê kirin civaka navnetewî berpirse. Hêzên navnetewî li pişt vî sûcî ne û belgeya vê jî çeteyên ku heman pêkanînên DAIŞ’ê dikin û li dijî hemû binpêkirina ev bêdengiya tê jiyîn e.”

Divê hemû civak beşdarî vê berxwedanê bibin

Îlam Minbic pozîsyona hikumeta Şamê li dijî çeteyên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) rexne kir û wiha got: “Rêveberiya Şamê  û Rusya ku Heleb ji çeteyan re hişt, nîşan dide ku parçeyek ji planên navnetewî yên li Sûriyê ye. Em weke YPJ’ê em ê li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe di asta herî jor de bidin meşandin. Em ê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî têbikoşin. Tişta ku israra me ya di vê berxwedanê de zêde dike baweriya gelê me ye. Li aliyê din ez bang li hemû gelan dikim ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Divê hemû beşên civakê beşdarî vê berxwedanê bibin. Me bi ciwana dest bi vê şoreşê kir û em ê bi ciwanan bi serbikevin.”