Şervana Enternasyonalîst a YPJ’ê: Kobanê ji hemû jinên cîhanê re bû hêvî

Şervana Enternasyonalîst a YPJ’ê Dersim Mizgîn destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji hemû jinên cîhanê re bû hevî û got, “Dewleta Tirk bi hedefgirtina Kobanê dixwaze hêvî û têkoşîna gel bişkîne.”

JÎNDA AMARA

Hesekê – Sala 15’ê îlonê 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk erîşê bajarê Kobanê kirin. Gelê ku bi hêza xwe welatê xwe birêve dibir ji aliyê dewleta Tirk ve tu carî nehat qebûlkirin ji ber ku serkeftina gelê Kurd ji bo wan dihat wateya tunebûnê. Dewleta Tirk a ku nikaribû bi eşkere mudaxeleya Rojavayê Kurdistanê bike bi destên DAIŞ’ê xwest şoreşa Rojava ango Şoreşa Jinan tune bike. Tê zanîn ku çirûska şoreşê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê pê ket ji ber vê sedemê dewleta tirk jî xwest ev şoreşa ku ji tevahî cîhanê re bû hêvî li Kobanê bifetisîne.

Berxwedana 134 rojan…

Şervanên YPJ û YPG’ê bi destkeftiyên ku bi xwîna hevalên xwe qezenc kiribûn nehiştin Kobanê bikeve bi berxwedaniyek ku mînaka wê kêm tê dîtin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe kirin mertal. Berxwedaniya ku bi pêşengiya YPJ’ê dihat kirin bala hemû welatên cîhanê kişand. Jin û xortên enternasyonalîst ên ku mirovahiyê di destana Kobanê de didîtin berê xwe dan şêrê rûmetê ciwanên ku ji her aliyên Kurdistan û  cîhanê hatin bi şervanên YPG û YPJ’ê re dest dan hev û di encama berxwedana 134 rojan de bajarê Kobanê di 26 Çileya 2015’an de ji destên dijminê jinan DAIŞ’ê rizgar kirin.

‘Berxwedana Kobanê ji bo giştî jinên cîhanê serkeftinek mezin bû’

Şervana YPJ’ê Dersim Mizgîn jî yek ji şervanên enternasyonalîst e ku ji şoreşa jinan bi bandor dibe û berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Dersim Mizgîn der barê berxwedaniya ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Kobanê bi ser ket de axivî.

Şervana YPJ’ê Dersim Mizgîn a ji Fransayê ye dibêje ku Şoreşa Rojava di nava gelên Ewropayê de bandorek pir mezin daye avakirin, bi taybetî jî berxwedana Kobanê serkeftineke pir mezin dibînin ev serkeftin jî ya jinan e. Dersîm Mizgin a got ku dîmenên şervanên YPJ’ê ku li giştî cîhanê hatine parvekirin li ser gel bandorek mezin daye avakirin û wiha didomîne: “Dema ku me dîmen û sûretên şervanên YPJ’ê didît, jinên Kurd ên li hemberî DAIŞ’ê çek rakiribûn û şer dikirin, me fêm kir ku jin dikarin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidin meşandin. Şervanên YPJ’ê bi hemû derfetên xwe yên kêm, tenê bi rext û çekên xwe li hemberî dijminek mîna DAIŞ’ê hov şer dikin û bi ser dikevin. Vê yekê bandorek mezin li min kir, ji bo vê jî ev berxwedan û serkeftina mezin ji bo gelê rojavayê Kurdistanê bû heviyek pir mezin.”

‘Berxwedana Kobanê ji bo min bû çavkaniya hêzê’

Dersim Mizgîn di berdevamiya axaftina xwe de diyar dike ku bajarê Kobanê ne tenê bajarek ji rêzê ye wek cihêkî sembola îrade û hêza jinan dibîne û wiha pêde çû: “Çeteyên DAIŞ’ê çima Kobanê kirin armanc? Yan jî Erdogan çima got Kobanê ha ket ha dê bikeve? Ji ber ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li Kobanê hat esasgirtin jin jiyanê diafirînin, jiyan jî tê wateya azadiyê. Dema ku şervanên YPJ’ê Kobanê parastin di eynê wextê ji bo giştî jinên cîhanê şer kirin yanî azadiya giştî jinên cîhanê parastin. Mînak ez jî jinek ji Fransayê me lê berxwedana Kobanê ya ku bi pêşengiya jinan bi pêş ket ji bo min bû çavkaniya hêzê ne tenê ji bo min ji bo hemû jinên cîhanê wisa bû. Li Ewropayê jiyana kapîtalîzmê bi mirovan re bêhevitiyê çêkiriye, gelek ciwan hene ku hêviya wan ji jiyanê nîn e întihar dikin lê ez bi saya vê derê dibînim ku hêvî heye ev hêvî jî şoreşa jinan bi xwe ye ji bo vê min xwest ez werim û bibim perçeyek vê şoreşê.”

‘Felsefeya Rêber Apo li Rojava tê pêkanîn’

Dersim Mizgîn da diyarkirin ku beriya tevli şoreşê bibe li Ewropayê di hinek rêxistinan de cihê xwe girtiye lê di navbera axaftin û çalakiyan de ferq û cudabûnê dibîne û wiha domand: “Wek hevalên enternasyonal li Ewropayê komên me rexistinên me jî hebûn lê asta me ji teoriyê derbas nedikir me teoriya xwe nedixist pratîkê. Dema ez hatim rojavayê Kurdistanê tiştê ku bala min kişand ev mijar bû rast e belkî di hinek cihan de pirsgirêk derdikevin nakokî jî çêdibin lê hewldana pêkanîna felsefeya Rêber Apo heye, mînak dema em diçûn gel malbatan û me ji dayikan hinek tişt pirs dikirin bersivên ku dayikan didan ez pir bandor dikirim û min didît ku ev bandora Rêber Apo û şoreşê ye. Mînakek din jî ya herî jê bi bandor bûm ew bû ku li bajarê Reqayê hevserok jinek bû, bajarê ku berê paytexta DAIŞ’ê bû, jinan tê de pir zehmetî dikişand, niha ji aliyê jinek ve tê birêvebirin ev tiştek pir mezin û watedar e. Ez dikarim bi sedan mînakan bidim bes tiştê ku herî zêde min bi bandor kirin ev herdu mînak bûn.”

‘Ji 2014’an heya îro êrîşên li ser Kobanê nesekinîne’

Dersim Mizgîn behsa dîtina xwe ya bajarê Kobanê dike û dibêje ku dîtina wê ya Kobanê hem cihê kêfxweşiyê bû hem jî bi êş bû ji ber ku hevala Nûjiyan Ocalan a ku nas dikir di 25’ê Kanûna 2021’ê de di erîşa dewleta dagirker de jiyana xwe ji dest da û wiha dibêje: “Dema ez çûm Kobanê li gel ciwanên şoreşegr bûm û min li vir hevala Nûjiyan nas kir piştî demeke ez zivirîm û min bihîst ku hevala Nûjiyan û pênc hevalên pê re di erîşa dewleta Tirk a hewayî de şehîd ketiye. Vê demê min fêm kir ku erîşa li ser Kobanê xelas nebûye duh DAIŞ bû, îro jî dewleta tirk erîşê Kobanê dike heya berê çend rojan jî erîş dikir. Gerek em bizanibin ku xetera DAIŞ’ê û dewleta Tirk hê li ser Kobanê û destkeftiyên wê heye ne tenê li Kobanê li her derê Bbakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xeterî heye mînak berê çend rojan zarokek 12 salî ji aliyê balafirên tirk ve hat şehîdxistin.”

‘Dewleta tirk dixwaze heviya gel bişkîne’

Dersim Mizgîn bal kişand ser erîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û da zanîn ku bi van êrişan re dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistiye tune bike û wiha bilêv dike: “Dewleta tirk niha Kobanê dike armanc ji ber ku Kobanê sembola şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye ji bo vê jî Kobanê hedef digre da ku hêvî û têkoşîna gel bişkîne. Em bala xwe bidinê hevalên ku tên hedefgirtin pîranî ji wan hevalên pêşeng in û di nav gel de hêvî didin avakirin mînak wek hevala Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di sala 22’ê Tîrmehê 2022’an de ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn hedefgirtin û şehîd Mizgîn wek fermandarak YPJ’ê bû ew jî di 2’yê Tîrmehê 2022’an şehîd ket. Dewleta tirk a dagirker pêwîstiyên jiyanî yên ku wek kehrebe, genim, av û hwd. jî dikin hedef lê dewleta tirk çi bike jî hêviya gel nikare bide şikandin ji ber ku ev gel bi hêviyên xwe ve girêdayî ne, hêvî û felsefeyek ji bo jiyana wekhev û azad heye.”

Duh DAIŞ bû îro dewleta Tirk e!

Dersim Mizgîn aşkere kir ku dewletên hegemon û Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavên xwe ji erîş û qetlîamên dewleta tirk re digrin û wiha lê zêde kir: “Îro yên ku erîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike dewleta tirk e, devleta tirk jî endamek NATO’yê ye ji ber vê sedemê berjewendiyên dewletên navneteweyî hene û dengê xwe ji dewleta tirk re dernaxin mînak dewleta Elmanyayê nikare dengê xwe derxe ji ber ku çekan difroşe dewleta tirk. Gere em vê baş bizanibin ku di navbera dewlet û gelan de cudabûyîn heye. Belkî dewlet dengê xwe dernaxin bes gel derdikevin kolanan nerazîbûnên xwe li hemberî êrîşan nîşan didin.”

‘Serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikim’

Dersim Mizgîn di dawiya axaftinê xwe de serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin silav kir, bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” bi serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li cîhanê belav bû bes ev dirûşm di destpêkê de di pirtûkên Rêber Apo de ji bo jinan wek perspektîf hat ziman. Ez wek jinek enternasyonal a YPJ’ê, serhildana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikim û hêviya xwe pêşkeş dikim û dibêjim ku em li gel we hene.”