Şerê îro şerê nasnameyê ye - GOTAR
Paşveçûna mafên jinan li Tûnisê û hewldanên hêzên paşverû yên ji bo hilweşandina Statuya Rewşa Kesane, rasterast xistina stûna dewleta modern û şaristaniya Tûnisê ye.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Tûnis tu carî ne tenê weke cihekî cografî, weke laboratuwareke zindî ya modernîteyê û xwedî ezmûneke ne ji rêzê ye li Efrîka û welatên Ereb. Ev pêvajoya ku beriya sala 1956’an (sala serxwebûna wê) dest pê kiribû, dema ku “Statuya Rewşa Kesane” (Qanûna Malbatê) wekî kevirê bingehîn ji bo avakirina dewleta hemwelatîbûn û wekheviyê –her çendî kêm be jî– hat danîn.
Dema ku em îro li vê paşveçûna metirsîdar dinêrin, xwe li pêşberî paradokseke bi êş dibînin. Çawa civakek ku hebûna xwe ya sivîl deyndarê têkoşîna jinên xwe ye, dikare îro li qadên xwepêşandanê bibe şahidê dengê kesên ku daxwaza betalkirina nefeqeya jinan, destûrdayîna pirzewaciyê û hilweşandina bingehîn a zagonê dikin? Civakek çawa dikare banga şikandina destkeftiyên jinan bike? Piştî hişyariya fikrî û ruhî, mirov çawa dikare vegera ber bi paş ve qebûl bike?
Gava ku dewlet li ser ‘azadiya jinê’ dihat avakirin
Dîroka jinan a Tûnisê tu carî wekî ‘diyarî’ pêşkêşî jinan nehatiye kirin; berevajî vê, ew zincîreke têkoşînê ya nifşên jinên Tûnisî bû ku bi xwîna wan hatibû xêzkirin. Ji dema ku wan ji bo mafê lixwekirina pantor dest bi çalakiyan kir, heya gihîştina hemû wan mafên ku îro Tûnisê di nava welatên li derdora wê de dike rewşeke taybet ev rewş domiya.
Pêşengên nûjenbûnê bawer dikirin ku bêyî azadiya jinan, tu serxwebûneke rastîn nabe. Ji ber vê yekê, qanûnên piştî serxwebûnê encama gihîştina vîna siyasî û tevgereke bihêz a jinan bûn ku şopên wê di salên 1970’yan de bi avakirina saziyên jinan zêdetir eşkere bûn.
Di salên 1990’î de, Qanûna Hejmar 24 a Sala 1973’an a der barê zayîna ewledar û plankirina malbatê de derket pêş. Ev qanûn ne tenê tedbîreke tendurustiyê bû, serkeftina mafên jinan ên li ser biryara ji bo bedena xwe bû, vê yekê Tûnis kir referanseke cîhanî. Vê qanûnê mafê biryardayînê da jinan ku li ser bedena xwe xwedî gotin bin. Ji ber ku ji ducanîbûniyên li pey hev û tirsa sersariya civakê westiyabûn.
Têkoşîna jinan her gav "bingehîn û navxweyî" bû. Jinên karkerên çandiniyê yên ku xwe bi awayekî serbixwe û dûrî çarçoveya komeleyan birêxistin kirin, ên ku dewletê neçar kirin hebûna wan nas bike, heya Qanûna Hejmar 37 ya Sala 2021’ê ya der barê birêxistinkirina karê çandiniyê û Biryarnameya Hejmar 4 ya Sala 2024’an derçû. Bi heman biryardariyê, karkerên malê beriya karkerên çandiniyê mafê xwe yê çarçoveya qanûnî bi derxistina Qanûna Hejmar 37 a Sala 2021’ê bi dest xistin. Ev hemû destkeftî bi fişara jinên ku bawer dikirin maf û keramet tê standin nayê diyarkirin, hatin holê.
Nabe ku mirov bêyî li ser Qanûna Bingehîn a Hejmar 58 a Sala 2017’an bisekine, behsa têkoşîna Tûnisê bike. Ev qanûn ne tenê qanûneke li dijî her cure tundiyê ye, belgeyeke mafên mirovî ya pêşeng e li ser asta navxweyî û navneteweyî. Ji ber ku "tundiya siyasî" û hemû şêweyên tundiya li dijî jinan krîmînalîze kir.
Jinên Tûnisî fêm kirin ku heke jin ji qada siyasî werin dûrxistin û di nava saziyan de rastî tundiyê bên, azadiya li malê tu wateyê nade. Ev qanûn "serkeftinek" bû, dixwestin bi wê rê li ber zihniyeta wesayetê bigrin.
Nehiştina ‘nûnertiyêê û ketina kelehan: Ji parlamentoyê ber bi paşguhkirinê ve
Salên parlamentoyê (2019-2021) qada şerekî mezin bû ku tê de jin "stûna" rûbirûbûnê bûn. Di navbera wan de seroka Partiya Destûrî ya Azad Ebîr Mûsî, di nava parlamentoyê de ji aliyê tevgera Ennahda û hevalbendên wan ve rastî tundiyeke sîstematîk hatin. Tevî vê yekê jî hebûna wan wisa bihêz bû ku nedihat paşguhkirin.
Lê piştî 25’ê Tîrmeha 2021’ê, pêvajoya "valakirina" saziyan dest pê kir. Guhertina pergala hilbijartinê bû sedema betalkirina "wekheviya zayendî" (ku di qanûna 2014’an de hatibû destnîşankirin) û li şûna wê pergala dengdana li ser kesan hat danîn. Ev yek bû sedem ku gihîştina jinan a parlamentoyê îro hema hema ne munkin be û pê re jî pirrengiya mafên mirovî yên ku zagonan xwedî dikir, winda bibe.
Ev derb tenê bi navendê ve sînordar nema, zirarê da ezmûnan û sîrayetî "rêveberiya herêmî" jî kir. Wekheviya zayendî ya stûnî û asoyî di hilbijartinên 2018’an de derfet dabû jinan ku serokatiya şaredariyan bikin û karûbarên herêmî birêve bibin. Ew ezmûneke pêşeng bû ji bo nêzîkbûna bi hemwelatiyan re. Lê belê hilweşandina meclîsên şaredariyan li gorî Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 9 a sala 2023’an, dawî li vê ezmûnê anî û saeta dîrokê paşve zivirand ku niha tenê mêr karûbarên giştî birêve bibin.
Îro bi hebûna jinan, li navendên biryardayînê em bi "qelsiyeke" metirsîdar re rûbirû ne. Heta ew partiyên ku dirûşmên demokratîk diqîrin jî di pişt perdeyê de jinan dûr dixin. Ew partiyên mêr-serdest in ku tenê jinan wekî "dekor" bi kar tînin da ku hêrsa giştî kêm bikin. Di heman demê de biryar di odeyên girtî de tên girtin. Girtina rêberên jin ên çalak, wekî Ebîr Mûsî, peyameke eşkere ya tirsandinê ye. Dewleta ku çalakvanên siyasî digre, dewletek e ku qada giştî ji "hevsengî û wekheviyê" vala dike. Hebûna jinan di navenda biryardayînê de îro bi razîbûna pergala mêrsalarî ve girêdayî ye, ne bi ferzkirina hêza wê ya serbixwe ve.
Paşveçûna daneyan
Ev derb ne tenê siyasî bû. Piştî ku rêjeya nûnertiya jinan di parlamentoyê de di dema 2019-2021’ê de bi xêra pergala lîsteyan û wekheviya zayendî gihîştibû ji sedî 31, li gorî daneyên rêxistina "Bawsala", ev rêje di parlamentoya niha de ji sedî 14 daketiye.
Ev daketin rasterast vedigere betalkirina wekheviya zayendî û pejirandina dengdana li ser kesan ku ev yek bû sedema ji nû ve hilberandina mantiqa "rûmet û serdestiya mêr" di navçeyên hilbijartinê de.
Ya herî metirsîdar ew e ku ev paşveçûn tenê bi parlamentoyê re sînordar neman, piştî hilweşandina wan di sala 2023’an de sîrayetî meclîsên herêmî jî kir ku berê ji sedî 47 ji serokatiyên şaredariyan ji bo jinan hatibûn veqetandin. Îro, qada giştî ji dengê jinan ê zagonçêker vala bûye û qanûnên ku dest didin malbat û jinan di nebûna wê de tên nîqaşkirin û pesendkirin.
Hêla dawî ya parastinê
Ev paşveçûnên ku em îro dibînin û gotarên populîst ên ji bo rewakirina tundiya li dijî jinan tên belavkirin, ne qedereke neçar in; bedela xemsarî û sistbûnê ne. Hewldana lêdana Statuya Rewşa Kesane, hewldana lêdana nasnameya Tûnisî ye.
Divê em jin bînin bîra xwe ku berxwedana jinan a îro ne luks e, pêla parastinê ya dawî ye ji bo parastina şaristaniya dewletê. Dema ku demokrasî di nava partiyan de winda dibe, jin ji navendên biryardayînê tên dûrxistin û qanûnên ku wan diparêzin rastî êrîşan tên, dewlet bi tevahî diheje.
Tûnis îro hewcedarê vegerandina têkoşîna jinan a yekem e. Jinên Tûnisî yên ku li gundan xwe birêxistin kirin, ji bo mafên jinên karkerên çandiniyê bistînin, ew bi xwe ne û divê îro xwe birêxistin bikin da ku xeyala "vegera ber bi paş ve" hilweşînin.
Şerê îro şerê nasnameyê ye; yan em ê têkoşîna xwe ya avakirina dewleteke ku zagon û wekhevî lê serdest e, berdewam biin an jî em ê destûrê bidin dengê kesên paşverû yên ku me ber bi paş ve dibin.
Em dizanin ew qanûnên ku me bi dest xistine ne tenê hubra (murekeba) li ser kaxizan e, xwîn û hişê jinên ku biryar dane nebin pêvekên kesên din e. Em ê li hemberî paşguhkirinê her dem serhildêr bimînin. Em hewcedarên piştgiriya hevalên xwe ne; ezmûna me, hêzdayîna ezmûnên we ye.
*Rojnamevana Tunisî