Çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 121’an de didome

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 121’an de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980’an de hatibû windakirin pirsîn û gotin: “Dayîka Cemîl, Berfo Kirbayir tenê tiştek dixwest, beriya mirina xwe dixwest kurê xwe bibîne.”

Stenbol – Dayîk/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 121’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, Dayîkên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980’an de hatibû windakirin, pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayîka Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin.

‘Serlêdanên malbatê bê encam man’

Îkbal Eren anî ziman ku di salvegera 46’emîn a windakirina Cemîl Kirbayir de li aqûbeta wî dipirsin û wiha got: “Di hefteya hezar û 121’an de aqûbeta Cemîl Kirbayir ku dem wek mertal tê bikaranîn dipirsin. Cemîl Kirbayir 26 salî û xwendekarê Enstituya Perwerdeyê ya Qersê bû. Di 13’ê Îlona 1980’an de li Gundê Okçûyê ya girêdayî Erdexanê ji mala xwe hate binçavkirin. Malbat ji bo Cemîl bibîne çû saziyên ewlehiyê. Di 8’ê Cotmehê de ji malbatê re hate gotin ku kurê wan fêrar kiriye û carekî din neyên vir. Piştî wê rojê tu agahî ji Cemîl negirtin. Serlêdanên bavê wî Îsmaîl Kirbayir û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bêencam hatin hiştin. Lêpirsînek baş nehat meşandin. Malbata Kirbayir tu carî dev ji lêgerîna Cemîl berneda.”

‘Di sûcê windakirinê de biryara bêcezahiştinê ne pêkan e’

Îkbal Eren destnîşan kir ku dayîka Cemîl Berfo Kirbayir ji bo aqûbeta kurê xwe bizane bi salan têkoşiya û ev tişt anîn ziman: “Di 5’ê Sibata sala 2011’an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi Berfo Kirbayir a 103 salî re hevdîtin pêk anî. Berfo Kirbayir tenê daxwazekî kir; got beriya ku ez bimirim kurê min bibînin. Piştî vê hevdîtinê li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê hate avakirin û hin belgeyan dest xist û raporek 350 rûpel hat amadekirin. Di raporê de hate tespîtkirin ku Cemîl Kirbayir di binçav de hatiye kuştin û bedena wî ji aliyê kesên ku bûne sedema kuştina wî ve ji holê hatiye rakirin. Bi vî awayî ji aliyê saziyên dewletê ve jî hate aşkere kir ku Cemîl di binçav de hatiye windakirin. Komîsyona Lêkolînê li Serdozderiya Komara ya Qersê gilî kir. Lê dîsa polîtîkiya bêcazahiştinê ket dewrê û di 15’ê Sibata 2020’an de biryara demborî hate dayîn. Doza Cemîl Kirbayir nîşanî me da ku ‘lêpirsînek baş neyê meşandin, pêşiya dadê ji aliyê bêcezahiştinê ve tê girtin.’ Em dîsa dibêjin di sûcê windakirinê de biryara bêcezahiştinê ne pêkan e.”

Diya min ji bo ku dema birê min vegere malê nas bike, xanî boyax nedikir

Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî ev tişt gotin: “Wekî her zindiyek, mirov jî tên dinê û dimirin lê yê me cûda ye. Nemirin ew, hatin kuştin. Yek ji wan birayê min Cemîl bû. Beriya 46 salan Cemîl ji aliyê dewletê ve hate kuştin. Bavê min û parêzerê wî serlêdan kirin û li aqûbeta birayê min pirsîn. Heta sala 1991’an tu tişt nehat kirin û bavê min çû ser dilovaniya xwe. Bavê min deyndar mir. Dayîka min mala me boyax nekir. Ji bo ku dema birayê min dema vegere, mala xwe nas bike. Destûra Bingehîn jî benda mirina min e ku dozê bixîne. Lê ez bimrim jî dê ev qada hişmendiyê, Qada Galatasareyê li pey we be.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.