Şêra Osî: Hewcedarî bi avakirina Sûriyeya ne nenavendî heye
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêra Osî bang li hêzên neteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û rewşa siyasî ya Sûriyeyê lêkolîn bikin.

ŞÊRÎN MUHEMED
Qamişlo – Sûriye di nava kaosên ewlehî û siyasî yên berdewam de ye. Bi hezaran welatiyên Sûriyeyê ten kuştin, rastî zêdebûna bi xeter a şer û komkujiyan tên. Berdewamiya vê krîzê welat dixe xetera parçebûn û hilweşînê û yekîtî û aramiya wê dixe xeterê. Ji ber vê pêwistiya bicihanîna sîstemeke ne navendî wek vebijarkek stratejîk derdikeve holê da ku ewlehî û aramî çêbibe, li hemû herêmên Sûriyeyê di rêvebirina karûbarên xwe de misoger bike û pêşî li derketina şerekî navxweyî yê berfireh bigire.
'Avakirina Sûriyeya nû bi asoyên nû pêkan e'
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Şêra Osî der barê geşedan û rewşa dawî ya Sûriyeyê de wiha axivî: "Sûriye şahidiya bûyerên siyasî yên ku bi lez diguherin, dike. Sûriye niha li serê çerxeriyeke krîtîk de ye û divê hêzên neteweyî yên Sûriyeyê bi berpirsiyarî tevbigerin. Her wiha bi têgihîştina tevliheviyên pevçûn, hevgirtin û bandora wê ya dîrokî li ser pêşeroja welêt, rewşa siyasî bi kûrahî lêkolîn bikin. Di heman demê de avakirina Sûriyeya nû hewcedariya wê bi asoyên nû heye. Ji ber ku gelên Sûriyeyê ji destpêka rejîma Baasê ve heya hilweşîna wê bi wêranî, kuştin û talankirinê re rûbirû man. Hêviya wan jî ew bû ku bi hilweşîna rejîmê re jiyana adilane û demokratîk bijîn. Lê rastî beravojî hêviyên wan bû."
'Armanc avakirina komareke demokratîk û piralî ye'
Şêra Osî tekez kir ku armanc ne avakirina dewletek e ku ji şer derdikeve û bi şêweyekî demokratîk vedigere pergaleke navendî, diyar kir ku avakirina komareke demokratîk û piralî ye li ser bingeha ne navendîbûnê ye û rêzê li mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û çandên wan ên cihêreng digre. Şêra Osê destnîşan kir ku di pêvajoya siyasî ya heyî de paşguhkirinek eşkere ya hemû pêkhateyan, bi taybetî jinan heye û got: “Rewşa heyî bi awayekî berbiçav dişibe tiştên ku Sûriyeyê di salên dawî de kişandiye. Biryar li Şamê bêyî nûnertiya pêkhateyan tê girtin. Di kongreya neteweyî de, îlankirina destûrê û heta di hilbijartinên Meclîsên Gel de jî nêrîn û rola pêkhateyan, li ber çavan nehatin girtin.”
Girîngiya diyaloga neteweyî ji bo temînata mafên Sûriyeyiyan
Şêra Osî da zanîn ku divê gel nêrînên xwe bi riya maseya diyalogê ya neteweyî bidin diyarkirin ku mafên hemû pêkhateyan biparêze û got: "Berçavgirtina nêrîn û temsîliyeta pêkhateyan ji bo ku senaryoya paşguhkirinê ya ku bi dehsalan bi riya neheqî, zordarî û înkarkirina mafan berdewam kiriye, dubare nebe. Bi taybetî ji bo gelê Kurd ê ku mafê axaftin an fêrbûna bi zimanê xwe jê hatiye bêparkirin. Îlana destûrî ya pêşniyarkirî mafên pêkhateyên cuda nagire nava xwe û nûneratiya dadperwer ji bo jinan di civakê de peyda nake. Tekane çareserî ji bo Sûriyeyê di pêkanîna ne navendîbûnê de ye ku mafên hemû pêkhateyan bigre bin temînatê. Ji ber vê nenavendîbûn vebijarka herî zelal e ji bo bidestxistina aramiya domdar piştî salên pevçûn û nakokiyan."
'Modela Xweseriyê gelan ji pevçûn û kaosan rizgar dike'
Şêra Osî bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku modelek e di navendaparêziyê de were şopandin, tê de hemû pêkhate bi awayekî dadwer tên temsîlkirin, jin û mêr bi rêjeya ji sedî 50 wekhev tên temsîlkirin. Ev jî dihêle ku jin nêrîn û rastiya xwe bînin ziman. Şêra Osî tekez kir ku modela Rêveberiya Xweser armanc dike ku gelan ji wêranî, kaos û pevçûnan rizgar bike.
Zihniyeta tundrew a rêveberiya demkî krîza Sûriyeyê kûrtir dike
Şêra Osî di nava gotinên xwe de behsa dûrxistina jinan ji hemû qadan, tevî ku rola wan a çalak di pêşengiya şoreşa Sûriyeyê de û beşdarbûna wan di nav refên wê de eşkere bû, kir û got: "Rêveberiya demkî bi eşkere jinan ji civakê dûr dixe û wan neçar dike ku hicabê li xwe bikin. Ev jî azadiya wan a derbirînê sînordar dike. Divê Sûriye ji vê zihniyeta teng û hişk xilas bibe û rêveberiya demkî berjewendiyên gelê Sûriyeyê, dûrî berjewendiyên hêzên mezin ên ku destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de dikin, li ber çavan bigre. Sûriye bi yek reng û teşeyê nayê avakirin û ger rêveberiya demkî bi vê ramancê berdewam bike, krîz dê aloztir bibe û em ê bikevin nava şerên mezin."
'Divê Sûriye li ser bingeha ne navendî û pirrengiyê bê avakirin'
Şêra Osî helwesteke erênî der barê têkiliyên bi rêveberiya demkî ya Şamê re nîşan da û diyar kir ku divê hevkariya di navbera hêzên neteweyî û rêveberiya demkî de werin xurtkirin da ku derketina bi ewle ya Sûriyeyê misoger bibe. Şêra Osî di berdewamiya gotinên xwe de wiha axivî: "Krîz piştî hilweşîna rejîmê jî bi komkujî û gotinên nefretê li ser medyaya dîjîtal li dijî civakên Sûriyeyê, berdewam dike. Em di qonaxeke hesas û girîng a dîroka Sûriyeyê de ne ku çarenûsa gelê wê diyar dike, ji ber vê divê em hemû hevkariyê bikin da ku Sûriyeyê bigihîjînin ewlehiyê. Sûriyeya ku em dixwazin, li ser bingeha welatparêziya rastîn, demokrasiyê, ne navendî û pirrengiyê be."
Banga ji bo kongreya neteweyî dubare dibe
Şêra Osî bi nûkirina banga xwe ya ji bo kongreyek neteweyî ya Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê ku nûnertiya hemû pêkhateyên wê bike û destwerdanek nû ava bike ku daxwazên wan nîşan bide. Şêra Osê herî dawî got ku daxwaza mafên jinan û wekheviyeke dadwer di navbera jin û mêran de divê çêbibe di hemû waran de, bi taybetî di siyasetê de û biryarên ku bêyî beşdariya jinan hatine girtin, werin red kirin.