Ji sala 2018’an ve li Efrînê talana dîrokê didome

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî, kolandinên neqanûnî û talankirina berhemên dîrokî bi rêya makîneyên giran berdewam dike. Çavkanî diyar dikin ku mîrasa çandî ya herêmê tê windakirin, berhemên kevnar di malan de tên veşartin û bazirganiya wan tê kirin.

Efrîn – Qadên arkeolojîk ên li bajarê Efrîn ê Sûriyeyê ji sala 2018’an vir ve bi metirsiyên zêde dibin re rû bi rû mane. Li gorî niştecihên herêmî û çavkaniyên qadê, li gelek deveran kolandinên neqanûnî û talankirina berfireh pêk hatine. Ev yek rê li ber windabûna gelek berhemên dîrokî yên ku beşek girîng ji mîraseya çandî ya herêmê temsîl dikin vekiriye.

Gelek deverên arkeolojîk hatine kolandin

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên taybet wergirtine, gelek deverên arkeolojîk ên li navçe û gundên Efrînê piştî dagirkirina ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, ji ber nebûna çavdêriyê, rastî bi karanîna makîneyên giran û amûrên pispor, bi berdewamî kolandin û xebatên kolandinê hatine. Ev yek bi awayekî berbiçav zirar daye tebeqeyên deverên dîrokî û bûye sedema windabûna agahiyên arkeolojîk ên cihê wan neyê dagirtin.

Berhem li malan tên veşartin

 Heman çavkanî destnîşan dikin ku hin ji berhemên arkeolojîk ên hatine kolandin ji cihên xwe yên resen hatine rakirin û ji bo herêmên cuda hatine veguhestin. Her wiha, çavkanî destnîşan dikin ku hin berhemên dîrokî di malên gund û bajarokên herêmê de tên rakirin. Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku hin berhemên ku ji Tel Şêx Horzê , gundekî navçeya Bilbilê hatine derxistin, ji bo malekî li gundê Kordo hatine veguhestin, ku berê fermandarekî komên girêdayî dagirkeriya Tirk lê dijiya. Niha, tê gotin ku her roj ji hêla hikûmeta demkî ve şande ji bo bazirganiya van berheman ji bo vê herêmê têne şandin.

Fikar zêde dibin

Her wiha çavkanî piştrast dikin ku bi tirsa ji wêrankirina domdar a mîrasa çandî ya Efrîn û windakirina belgeyên dîrokî yên din, kolandin li rêze deverên ku guman tê kirin ku berhemên dîrokî yên kevnar lê hene, nesekinîne berûvajî didomin.

Her çend ji ber rewşa ewlehiyê ya aloz a li wir ne mimkun e ku hemû agahiyên ji herêmê tên bi awayek serbixwe werin piştrastkirin jî, rapor û şahidiyên dubarekirî fikarên berdewam li ser çarenûsa deverên arkeolojîk û mîrasa çandî li Efrînê nîşan didin.