Şer jinan hem ji mal û hem jî ji çavkaniyên jiyanê bêpar hişt

Li Libnanê jinên ku ji ber êrîşên Îsrailê ji malê xwe bûne li dibîstanên ku xwe spartinê di şert û mercên zehmet de jiyana xwe berdewam dikin, diyarkirin ku ji ber êrîşan ji çavkaniyên jiyanê jî bêpar bûne.

FADİA JUMAA

Beyrûd- Li Libnanê gel ji ber şerê ku bi salan berdewam dike, bi bandorên siyasî, aborî û civakî re têkoşînê berdewam dikin, ji ber êrîşên Îsrailê cardin neçarî ji cihê xwe bûn. Li Başûrê Lubnanê bi taybet gundên li sînor û bajarok malbatên ku ji cihên xwe bûne, çavkaniyên xwe yên jiyanê jî winda kirin. Bi taybet jinên ku xebatên çandiniyê dikin, ji ber êrîşan di baxçeyên fêkî û zeytûnan de berhemên ku dixwazin nagrin.

 ‘Me ji çinîna zeytûnê feyde nedît’

Wadi-a Tahini a ji bajarokê Aita Al-Şaab ku li sînorê Lubnan- Filistin dimîne wiha got: “Bajarokê ku ez lê jiyan dikim ji ber êrîşên Îsrailê cihek ku tê bombarankirin û hilweşîne. Ji ber êrîşan zeytûn ziyanek mezin dîtin. Îsal me ji çinîna zeytûn û berhemên ronê tu feydeyek nedît. Em çûn baxçeyê fêkiyan me tiştek nedît. Me çavkaniya dahata xwe ya bingehîn û dema zeytûnan jî winda kir.”

‘Me îsal çavkaniya xwe ya bingehîn winda kir’

Ji Bint Cbeil Nihad Harb diyarkir ku di encama şewata ji ber topbarana xaka wan ziyan ditiye û da zanîn ku ji ber şer hemû tişt zirer ditiye û got: “Em çûn baxçeyê fêkiyan me tiştek nedît. Çavkaniya me ya bingehîn zeytûne, lê belê mixabin îsal me ev winda kir.”

‘Şer çavkaniya jiyana me qut kir’

Zamzam Saeed Najiba ku li bajarokê sînor Beit Lev ye destnîşan kir ku ji cihê xwebûne û li dibîstanek a bajarê Tire neçar dibin jiyan bikin û got: “Ji bo komkirina zeytûnan em nevegeriyan bajarokê xwe. Jin bira min tevî hemû metirsiyan çû komkir. Di salên borî de komkirina zeytûnan çavkaniya me ya bingehîn ya dahatê bû. Çewlika me ya çêlekan hebû lê belê nîvê wê ziyan dît. Hinek çelek me dan mirovên ku giringî nedinê, lê belê ew jî ji şîr û penirên wan fayde nagrin. Şer tenê em ji malên me dûr nexistin, di heman demê de çavkaniya dahata me jî qût kir.”

‘Pêwîstiya me bi her cûrê alîkariyê heye’

Ji Beit Lev Sîham Hammoud bibîrxîst ku ji wefata hevjînê xwe heta niha erkê dabinkirina malbatê girtiye ser milê xwe û got: “Ez di karê titunê de di xebitîm. Di heman demê de min catir berhem dida û min zeytûn difirot. Hevjinê min wefat kir û keçek min a nexweş heye. Em li dibîstanek ya li bajarê Tire jiyan dikin. Ji ber em naçin bajarokê xwe pêwîstiya me bi her cûrê alîkariyê heye, em mirovên ku ji cihê xwebûne. Şev û roj topbarana hewayî berdewam dike. Em dernakevin tu cihan. Hêjmarek zêde ya mirov mirin, hejmarek zêde mal hatin hilweşandin. Di van şertan de em ne canê xwe ne jî malên xwe naxin bin kontrolê.”

‘Dema agirbestê em vegeriyan bajarok, cardin em ji cihê xwe bûn’

Ji bajarokê Barkar Risho li sînorê El Bustan, Noha Al- Kazem da zanîn ku beşek jê ji baxçeyê zeytûnan de zeytûn kom nakin û got: “Li bajarokê Yarin zeviyê zeytûnê min hebû û ez li gel malbata xwe her sal diçûn me zeytûn kom dikir. Li wêderê xwedî par bûm. Ji bo dahata zarokên xwe û melzemeyên dibîstanê di heman demê de min petrol difirot. Lê belê dema ku şer derket em neçarî koçî Beyrûtê bûn. Min zarokên xwe li dibîstana vêderê qeyd kir. Divê navberê de dema agirbest çêbû ez vegeriyam bajarok, lê belê ji ber berdewamiya topbaranê, cardin em ji cihê xwe bûn. Gelek bizinên me hebû, piranî di encama şer de mirin. Di encama topbaranê de me 90 bizinên xwe winda kir. Kurê min û hevjinê min li bajarokê Al- Qawzahinin û em jî li vêderê li dibîstanê dimînin.”