Şer dît, koçberiyê jiya, lawê xwe da şoreşê: Bi hêviya aştiyê dijî

Gemra Elî ya ku ji bajarê Serêkaniyê ye, ji ber êrişên dagirkeriyê neçar maye koçber bibe û lawê wê di oxira azadiya gelê xwe de jiyana xwe ji dest daye. Gemra Elî dibêje “Bi hêviya avakirina aştiya mayînde, azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazim.”

SARA EVRAN – ASÎ EFRÎN

Hesekê – Bajarê Serêkaniyê weke hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi serîrakirina xwe ya li dijî sîstemên faşîst û komên çeteyan bûye yek ji stunên bingehîn di avakirina Şoreşa 19 Tîrmeha 2012’an de. Her çiqas bajarê Serêkaniyê heya roja îro jî di bin destên dagirkeriyê de be lê welatparêzên wî di bilindkirina navê Serêkaniyê û gurkirina asta berxwedana xwe de bûne xwedî bi sedan leheng, mêrxas û dayîkên wêrek. Yek ji wan dayîkan jî Gemra Elî ye ku lawê wê Farûq di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest daye. Gemra Elî ya ku him rastiya êrişên DAIŞ’ê him jî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk jiyaye, bi daxwaza dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hêviya aştiyek mayinde dijî.

Xwedî seknek berpirsyar bû

Gemra Elî yek ji dayîkên ku navê xwe di dîroka berxwedêran de nivîsandiye behsa jiyana xwe kir û wiha got: “Ez ji bajarê Serêkaniyê me di sala 1969’an de li Serêkaniyê hatime dinê û li wir mezin bûme. 6 bira û xweşikeke min hebûn. Ez biçûk bûm xwişka min wefat kiribû. Di malê de ez tenê keçik bûm ji ber vî yekê jî ez delaliya malê bûm; birayên min gelekî ji min hez dikirin. Piştre birayek min çêbû, min ew xwedî kir. Barê malê nîvî li ser pişta min bû. Di nava malê de seknek min a berpirsyar hebû; ez bi vî şeklê mezin bûm. Ji ber ku di wê demê de keçik nedûçûn dibistanê, ez jî nikaribûm biçim dibistanê. Tiştên ku dizanim, bi riya dayîka xwe fêr bûm.”

Gemra çîroka jiyana xwe ji me re bi van gotinan vedibêje: “Di 16 saliya xwe de ez zewicîm.  Bi bûkîtî çûm gundê Tilhelef ê ku dikeve kêleka gundê me. Li wê derê min jiyana xwe berdewam kir. Piştre 3 xort û keçek min çêbûn, li kêleka xwedîkirina zarokên xwe min karê xwe yê çandiniyê û xwedîkirina lawiran, pembû û hwd. jî dikir.”

‘14 rojan êrîş domiyan’

Gemra Elî têkildarî destpêkirina êrîşên li ser bajarê Serêkaniyê wiha got: “Piştî salek ji destpêkirina Şoreşa Rojava çeteyên Arteşa Azad êrîşek dan destpêkirin, xwestin bikevin Serêkaniyê. Berdestê sibehê bû hinek agahiyên derew belav dikirin, êrîş dikirin. Piştî hefteyekê gotin, ‘em hatine li vir we ji destên rejîmê xilas bikin êdî ev der di dest me de ye.’ Piştre jî êrîşên çeteyên Cebhet El Nusra li ser bajêr bi tang, top û tivingan destpê kirin. Em jî derdiketin diçûn çolê, çend rojên din ango dema rewş hinekî bi aram dibû em vedigeriyan malên xwe. Wiha şer berdewam dikir.

Bi rastî hejmara hevalan zêde nebû. Hejmara wan kêm bû. Şoreşê nû destpê dikir hêzên me YPG (Yêkîneyên Parastina Gel) xwe hê nû ava dikirin. Piştre bi demê re gelek ciwan, pîr û kal jî tevlî YPG’ê bûn û gavên şoreşê bi xurtî hatin avêtin. 14 roj di şerê Serêkaniyê de mam. Min qet wan şevan xew nekir! Lê ez ji ber domdariya êrîşan şaşwaz mam ewqas demên dirêj tenê ev bi giştî 14 şev û roj bûn!”

‘Şervanan kîsên kartolan avêtin çeteyan wan gotin qey bombe ne reviyan’

Di berdewamiya axaftina xwe de dayîka Gemra behsa pêvajoya şerê ku berxwedaniya gel tê de hat kirin, kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em li benda mijê bûn, ji bo ku heval bikaribin êrîşê çeteyan bikin pêwistî bi mijê hebû. Mij ket! Me digot îro heval bi ser ketin ger bi ser nekevin wê Serêkaniyê biçe. Di wê şevê de mij ket û hevalan destpê kir. Rê li ber çeteyan nema û reviyan. Gule bi hevalan re nemabûn; me li dîkanan kîsên kartolan radikirin didan hevalan wan jî davêtin dijmin, dijmin nizanibû ku kortol in digotin qey bombe ne û li pişt xwe mêze nedikirin baz didan. Piştî wê 3 carên din şer li Mişrefa jî çêbû. Dîsa jî 14 roj şer berdawam kir. Şerê Mişrefa diket pêvajoyê rojiyê; ez bi xwe jî bi rojî bûm. Me xwarina fitarê amade dikir lê em nikaribûn bixwin, me paşîvê amade dikir me dîsa jî nikaribû bixwara. Wê demê tiştek tunebû. Ne kehrebe ne jî tiştek din hebû. Me ji xwe re hinek hevîr nerm dikir bi agirê kartonan nan dipijand ji bo zarokan. Me nan bi şev dipijand gule ji aliye çeteyan ve bi ser me ve dihatin. Gule li nêzî me diketin carna jî li dîwarên xaniyan diketin.”

‘Em natirsin!’

Gemra Elî bi vegotina kêliyên şer û koçberbûna wan a demkî wiha pê de çû: “Sal derbas dibû, dîsa cih bi cih şer rû dida, dijmin nedixwest bisekine. Dîsa dema rojiyê bû. Kurê min ê biçûk di destpêkê de tevlî YPG’ê bibû, wî demê hatibû îcazeyê. Dema hat îcazeyê riya Tilhelef ê  gundê Diwêra hat girtin. Kurê min nikaribû biçe cem hevalên xwe. Wî demê alîgirên Cebhet El Nusra re em tehdîd dikirin, digotin: ‘Gule ji ba we tên avêtin wê niha Cebhet Al Nusra were serê we jêke.’ Min jî got me tiştek nekiriye, em natirsin! Ew zilam çû lê bi rastî dilê min li ser kurê min bû. Gefên ji bo qetikirina jinan li Serêkaniyê he roj zêde dibûn metirsî bi min de çêbû lewma ji neçarî derbasî Bakurê Kurdistanê bûm. Lê li wir ji ber ku dilê min li ser kurê min Farûq bû carek din tevî şerê ku Serêkaniyê tê re derbas dibe jî dîsa di sala 2014’an vegeriyam warê xwe Serêkaniyê.”

‘Rojek ji rojan tu çeka xwe daynî ez ê çeka te rakim’

Têkildarî tevlîbûna şehîd Farûq a nava refên YPG’ê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di destpêka sala 2014’ an de kurê min Farûq tevlî nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, piştî çend rojan hat gel min got yadê heval hatine ez ê tevlî hevalan bibim min got here, got tu rast dibêjî yadê?  Min got ez rast dibêjim, tuyê tevlî bibî lê ger rojekê ji rojan tu çeka xwe daynî ez ê çeka te rakim.”

Şehadeta Farûq  

Gemra Elî di axaftina xwe de li ser lawê wê Farûq ya ku di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest daye wiha dibêje: “Di 24’ê Nîsana 2014’an de roja ku kurê min Farûq şehîd dikeve sibehê li nava zeviyan min karê çandiniyê dikir kurê min Farûq ji ser kar vedigere malê da ku hinek bêhna xwe vede, agahiyên lezgîn ji wî re tên ku wesayîdek bombebarkirî wê di ser bendê kontrolê ya Til Beyder re derbas bibe divê ew hişyar bin. Ji malê derdikeve lê beriya ku biçe kurê xwe yê biçûk Elî radike û her dibêje “kurê min gelek xweşik bûye” çek û rextê xwe dide ser milên xwe û beriya ku derkeve ji min re got “yadê şîrê xwe li min helal bike.” Demek derbas bû min berê xwe dabû nava zeviyan û karê xwe yê çandiniyê dikir. Lê di wê kêliyê de kurê min Farûq dema li ser benda kontrolê ye wesayîdek derbas dibe û ajokerê wê ser rûyê xwe girtibû kurê min her jê re dibêje bisekine lê xwediyê wê guh nade lewma Farûq neçar dibe baz dide û diçe gel wî lê di wê kêliyê de wesayîd diteqe heval birîndar dibin û Farûq jî şehîd dikeve.”

‘Me navê Farûq li kurê wê kir’

Gemra wiha didomîne: “Bavê Farûq, wê kêliye diçe û Farûq dibe nexweşxaneyê. Dema min dengê teqînê bihîst bi lez û bez min berê xwe de bendên ku kurê min lê dimîne û ji hemûyan pirsî ka çi li vir qewimiye? Lê min ferq nekir ku kurê min Farûq di wê teqînê de şehîd bûye. Dema min bavê Farûq di rê de dît min jê pirsî got çi bûye? Lê ji bêdengiya wî min fêm kir ku Farûq şehîd bûye û min got Farûq şehîd e? Wî jî ji min re got erê! Farûq beriya ku şehîd bikeve her dem ji min re digot bila kurê min Elî emanetê te de be lê wî nizanibû hevjîna wî ducanî ye. Piştî ku zarok çêbû me navê Farûq lê kir.”

‘Min xwe dayîka hemû şehîdan didît’

Dayîka Gemra behsa kar û xebatên xwe yên berê û piştî koçberiyê kir û got: “Bi şehadeta kurê xwe,  min her dem ji xwe re digot ku divê ez ji bo şehîdan xebateke layîqê keda wan bidim meşandin lewma min biryar da di Meclîsa Malbatên Şehîdan de kar bikim li wir her dem min ji Xweda lava dikir ku hêzek bide min da ku layiqê şehîdan bim. Gelek nexweşiyên min hebûn lê dema derbasî berade şehîdan dibûm Xweda hêzek da min. Nedigriyam berovajî wê dema ku min şehîdan paqij dikir ji dêvla dayîka wan ve min eniya  wan radimûsa. Min xwe dayîka hemû şehîdan didît, heta sala 2019’an jî ango kêliya koçberiya me jî min karê xwe berdewam kir.

Koçberî

Gemra Elî jî ji wan jinan e ku rastiya êriş û dagirkeriyê ya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ji nêz ve jiyaye. Gemra Elî ya ku piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk di sala 2019’an de neçar dimîne koçber bibe wiha behsa karê ku piştî koçberiyê dike kir: “Dema em ji Serêkaniyê derketin, em çûn Til Temrê, wekî her car me got çend roj wê derbas bibin û em ê vegerin malên xwe lê vê carê giranbûna şer rê li pêşiya vegerê girt lewma em ji Til temrê ku li wir jî min karê xwe ya bereda şehîdan berdewam kir, derbasî bajarê Hesekê bûn. Li bajarê Hasekê ji ber ku min her du kurên şehîd Farûq xwedî dikirin nekaribûm karê xwe di Meclîsa Malbatên Şehîdan de berdewam bikim. Lewma neçar mam karê xwe bidim guhertin. Ji sala 2019’an ve di saziya leşkerî de dixebitim niha li wir ji hevalan re weke ku ji zarokên xwe re li malê xwarinê amade dikim ji wan re jî amade dikim. Li tenişta karê xwe yê malê û li saziya ragihandinê jî di komîna taxê de, Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) û Kongra Star de dixebitim.”

‘Bi hêviya aştiyeke mayînde’

Dayîka Gemra soza berdewamkirina têkoşînê da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo şehîdan û ji bo Rêber Apo çi ji min bê xwestin bê teredut ez ê bikim. Sersaxî ji hemû malbatên nemiran re dixwazim her wiha bi hêviya avakirina aştiya mayînde, azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazim.”