Şêniyên Til Temirê lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê îxanetê yê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, şêniyên Til Temirê meşek li dar xistin û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Hesekê- Beriya demek PDK'ê dest bi lêkirina dîwarê parçebûyînê di navbera xaka Rojava û Şengalê de kiribû. Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi siyasetmedar, çalakvan û rewşenbîrên xwe ve çêkirina dîwar şermezar kirin. Bi heman mebestê jî  şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin û polîtîkayên parçekirinê şermezar kirin. Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li kolanên navçeyê geriya û li dawiya kolana Filistînê rawestiya. Şêniyan di meşê de dirûşmên ku parçebûyînê qebûl nakin berz kirin.

“Bi dîwarên ku tên çêkirin hewl didin Saykis, Sewr û Lozanê bidomînin”

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso behsa mijara lêkirina dîwar û polîtîkayên li dijî gelê Kurd kir û wiha got: "Hinek dewlet û hikûmetên herêman her wiha partiyên kurd jî dixwazin vê şoreşa ku gel dest pê kiriye bikin malê şexsî. Kesek jê ne dûr e û tê bîra her kesê ku çawa DAIŞ’ê di Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir û çi komkujî pêk anî. Niha jî lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de domandina heman polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Êzidî û tevahî Kurdan e. Êrîşa ku DAIŞ’ê pêk anî, ji vana ne cûda bû, dewleta tirk û hikûmeta Iraqê û PDK jî li ser parçebûyîna herêmê dixebitin. Em bang dikin û dibêjin ku dive rê li ber van polîtîkayên parçebûyînê were girtin, sînorên ku hatine lêkirin, ji Saykis Pîko, Sewr û Lozanê ji holê rabikin. Niha jî bi hêza hinek aliyên bi bandor dîsa dîwarên nû tên lêkirin ji lewre divê ku civaka navdewletî bi erkên xwe ve rabe û vê yekê bide rawestandin."

Meş bi dirûşma "Na ji îxanet û parçebûyînê re" bi dawî bû.