Şêniyên Roboskê 12 sal in ji bo rûbirûbûn û edaletê têdikoşin

Endama MYH’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, da zanîn ku piştî komkujiya Roboskê 12 sal derbas bûn, bangên ku ji bo rûbirûbûn û edaletê hatin kirin, bêbersiv mane loma komkujiyên din jî çêbûne û diyar kir tu komkujî nehatiye zelalkirin, kiryar jî tên parastin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Tirkiyeyê şeva 28’ê Kanûna 2011’an, şahidî ji komkujiyek ku di nava rûpelên dîrokê de bigre kir. Li gundê Roboskê yê girêdayî Qilêbana Şirnexê, di şeva 28’ê Kanûna 2011’an saet di navbera 21.39 û 22.24’an de ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve bi ser gundiyên ku ji sînorê Iraqê derbas dibûn 4 bombe hatin avêtin.

Piraniya koma 38 kesî ya ji gundiyên ku hat bombebarankirin, zarok bûn; li gel wan jî herî kêm 50 hêstir hebûn. Di encama bombebaranê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 19 kes zarokên di bin 18 saliyê de bûn û ji nîvî zêdetir jî ji malbata Encu bûn.

Cenaze bi hêstiran hatin rakirin

Komkujî demek ji raya giştî hat veşartin. Medyaya sereke di saetên şevê û sibehê de bi tu awayî nûçeya komkujiyê çênekir. Raya giştî ji qenalên nûçeyan ên wek muxalefet tên naskirin, rastiyan fêr bû. Roja din komkujiyê di malpera fermî ya Serfermandariya Tirk de cih girt. Bedena kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane parçe bibûn. Gundî neçar man cenazeyên xizmên xwe bipêçin nava betaniyeyan, li ser hêstiran hilbigrin. Dîmen û wêneyên wan kêliyan, di bîra hemû kesan de man.

Roja 30’ê Kanûna 2011’an çapemeniya azad ji bûyerên hatin jiyîn re sernavê ‘qirkirin’ danî, Haberturk: Li ser sînorê xeletiya wehîm, Sabah: Sendroma Gedîktepe li qaçaxkaran da, Zaman: Îstîxbarata kujer, Sozcu: Çek hildigirtin û Yenîçag jî sernavê: Ji guzergeha terorîstan re bombe: 35 kuştî, avêtin.

Bi saetan tu alîkarî neçû

Piştî komkujiyê gelek heyet çûn herêmê û lêkolîn kirin. Di rapora Komeleya Mafên Mirovan û heyeta bi we re der barê bûyerên qewimî de, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane bazirganiya li ser sînor dikirin û hat parvekirin ku bi taybetî di meha dawî de qereqola polîsan bazirganiya li ser sînor hêsantir kiriye û misamehe nîşan daye. Her wiha di vê raporê de hat diyarkirin ku ji ber piştî komkujiyê bi saetan alîkarî neçûye, welatiyan bi qerisînê jiyana xwe ji dest dane.

Pêvajoya hiqûqî bê encam hat hiştin

Di pêvajoya hiqûqî ya bi "Doza Komkujiya Roboskê" de tê zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê dosyaya ku di 11'ê Hezîrana 2013'an de bi îdiaya "ji ber bi texsîrbûyîna sedema mirinê” biryara "bêerkbûnê” da. Piştre dosyaya dozê ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî re hat şandin lê di Çileya 2014’an de li vir jî biryara “neşopandinê” hat dayîn. Di Tîrmeha 2014’an de malbatan bi awayekî takakesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dadgehê, diyar kir ku di serlêdanê de kêmasî hene û di 24'ê Sibata 2015'an de bi hinceta "kêmasî di dema xwe de nehat rastkirin" serlêdan red kir. Tam 6 sal piştî biryara redkirinê, di 9’ê Nîsana 2021’ê de malbatên Roboskê careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Hat diyarkirin ku ger dadgeh biryara binpêkirinê bide wê doz bê vekirin. Serlêdana 281 kesên ku ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane bûn ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat kirin, hat redkirin. DMME’yê wek hincet, parêzerên dozê belgeyên ku hatin diyarkirin kêm in li şûna 15 rojan di nav 17 rojan de şandine, wek şaşî qebûl kir. Di Hezîrana 2019’an de careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, biryara "bêrayetî" da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re şand. Heta niha ji bo eşkerekirina rastiya Komkujiya Roboskê, darizandinek adilane nehat pêkanîn.

Spasî ji leşkeran re kir

Rapora komîsyona Jêrîn a Qilabanê ya Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê derxist holê ku tiştên hatine jiyîn komkuji ye. Endamên komîsyonê ku li dîmenê Heronan ên beriya komkujiyê temaşe kirin gotin: “Dîmen gelek aşkere ye. Bi aşkere kuştine.” Serokê demê Receb Tayîb Erdoxan der barê komkujiyê de di daxuyaniya xwe ya yekem de bertek nîşanî ragihandinê da û spasiya leşkeran kir, piştre jî gotina ku bû sedema bertekên jinan ‘Her kurtajek Qikabanek e’ gotibû.

Hemû ji bo jiyanê têkoşiyan

Tezmînata ku xwestin bidin malbatan ji aliyê malbatan ve hat redkirin. Her lêgerîna malbatan a ji bo edaletê hewldana binçavkirin û tepisandina wê hat dayîn. Karker Encu hê 16 salî bû. Ji be rewaş wan a madî nebaş bû dest ji dibistanê berda. Diçû aliyê din ê sînor û dihat. Seyîtxan Encu 21 salî bû, dest ji dibistanê berdabû; ji bo dahata xwe cara yekem bû diçû sînor. Nadir Alma 26 salî bû. Ji bo debara malbata xwe bike diçû sînor. Mehmet Alî Tosun 24 salî bû. Ji havalên xwe bi kirêya beramberî 25 lîreyan hêstir girtibû û çûbû sînor. Şervan Ecuyê 19 salî, dema neçar mabû dest ji dibistanê berde. Newzad Encuyê 19 salî, xwendekarê pola dawî ya dibistana amadeyî bû. Osman Kaplan ê 31 salî ji bo deynê xwe razîne û 5 zarokên xwe xwedî bike diçû sînor. Ozcan Uysal hê 18 salî bû, hewl dida krediya ku malbata wî ji banqeyê kişandiye bide. Selîm Encuyê 39 salî zewicî û bavê 3 zarokan bû. Dema ku hat qetilkirin hevjîna wî ducanî bû. Vedat Encu 18 salî bû, di werza havînê de operatoriya makîneyên kar dikir û werza zivistanê jî diçû sînor. Muhamed Encu 13 salî û xwendekarê pola 7’an bû. Mahsum Encuyê 17 salî ji bo ehliyetê bigre û pereyê wê bide dixebitî û ji bo vê jî diçû sînor. Bîlal Encu 16 salî bû, alîkariya bavê xwe yê ku çavên wî nedidîtin dikir Ahmed Encu dikir. Careke din Erkan Encuyê 13 salî ew cara duyem bû diçû sînor. Hevjîna Husnu Encuyê 20 salî 2 meh ducanî bû. Savaş Encuyê 14 salî li gel birayê xwe Husnu çûbû sînor. Cîhan Encuyê 19 salî ji bo tamîrkirina telefona xwe ya xirabûyî 50 lîrayê jê re pêwîst çûbû sînor. Cemal Encuyê 17 salî ji bo xerca serlêdana ketina ezmûna YGS û deynê kantîna dibistanê 20 lîra bide çûbû sînor. Hamza Encuyê 21 salî amadekariyên dawetê dikir. Celal Encuyê 15 salî ji bo alîkariya malbata xwe bike diçû sînor. Şerefetîn Encuyê 18 salî ji bo gora dayika xwe çêbike çûbû sînor. Selam Encu 22 salî bû ji bo xerca xwe diçû sînor. Bedran Encu 13 salî bû, bi pêlava naylon a lingê xwe ketibû rê. Fadil Encu 20 salî bû. Huseyîn Encu jî hê 20 salî bû, diçû sînor û dihat. Aslan Encu 17 salî ji bo lingê protez ji birayê xwe re çêbike diçû sînor. Şivan Encuyê 13 salî ji bo alîkariya malbata xwe ya madî bike diçû sînor. Orhan Encu 21 salî bû, ji bo kompîtora ku xeyala wê bû ji xwe bikire li gel birayê xwe Zeydan diçû sînor bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Zeydan Encu jî 25 salî bû. Salih Encu 16 salî bû cara yekem bû diçû ser sînor. Yuksek Urek 21 salî bû. Ji bo mesrefa daweta xwe derxe dixebitî. Adem Ant 19 salî bû. Salih Urek jî 18 salî bû.      

Deriyê komkujiyan vebû

Li Tirkiyeyê komkujiya Roboskê bû wêneyê eşkere yê komkujiyên ku beriya wê û piştre we çêbûna. Bêedaletiya ku li vê derê çêbû, dewletê jiyana ku ji Kurdan re rewa dît bi aşkereyî derxist holê. Nebûna edalet û hevrûbûnê komkujiya Roboske bi xwe re anî. Tiştên ku li Roboskê hatin jiyîn deriyê komkujiyên ku piştre heta dawiyê hat vekirin.  

Em bi Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen re der barê tiştên ku Komkujiya Roboskê di warê Tirkiyeyê de çi îfade dike de, axivîn.

Nûray Çevîrmen bi gotinên; “Bi rastî Komkujiya Roboskê berdewamiya bi dehan komkujiyên li vê erdnîgariyê hatine kirin e", anî ziman ku ji ber hesabê tu qetlîamek nehatiye pirsîn, komkujiyên ku bi berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê tên kirin di dîrokê de cihê xwe girtin. Nûray Çevîrmen, wiha got: “Polîtîkayên cudakar ên li ser gelê Kurd, bêcezatî û bêhiqûqiyê jî bi xwe re tînin. Di pergaleke dualî ya edalet û hiqûqî de, bi taybetî astên cudahiyên dewletê jî di nava komkujiyan de cih digrin, pergalek hiqûqî ya adil pêk nayê û nayê pêkanîn.”

‘Bi eşkereyî hat kirin’

Nûray Çevîrmen, bi van gotinan nirxand ku qetlîam ji bo dewletê şikestinek çawa nîşan daye: “Komkujiya Roboskê bi eşkere hat pêkanîn. Bazirganiya sînorî ne rewşek nû bû, ji aliyê hemû kesan ve dihat zanîn ku ew rotaya derbasbûnê berdewamî dihat bikaranîn. Kesên ku bazirganiya sînor dikirin, derfeta a debarê jî tunebû. Lê tevî van hemûyan jî ev komkujî pêk hat. Komîsyona ku hat avakirin jî hemû xemsariyan eşkere kir lê tevî hemû delîlan jî hat xwestin ev dosya ku di korîdorên Enqereyê de bê windakirin.”

‘Hemû hewldan hatin astengkirin’

Piştî komkujiyê gelek caran banga rûbirûbûnê hat kirin lê ji van bangan re tu bersiv nehat dayîn. Nûray Çevîrmen, da zanîn ku ger rûbirûbûnek çêbibûya, herî kêm we behsa edaleta qismî bihata kirin. Nûray Çevîrmen, wiha got: “Ger rûbirûbûn bi Komkujiya Roboskê re hatibûya kirin, hem deriyên rûbirûbûna komkujiyên berê dê vebûna, hem jî pêşî li komkujiyên piştî wê bên kirin bigirta. Bêguman, rûbirûbûn dê windahiyan venegerîne lê dê kêm be jî êşên tên kişandin radeyekê kêm bike. Lê belê ne rûbirûbûn pêk hat û ne jî berpirsyar hatin darizandin. Li dijî malbatên edalet û rûbirûbûnê dixwazin doz hatin vekirin, hatin cezakirin, li erdê hatin kaşkirin, rastî tundiyê hatin. Hemû hewldanên wan hatin astengkirin.”

'Pergalek biparêze ne pekan e’

Nûray Çevîrmen, di axaftina xwe de berpirsyarên dewletê jî bi bîr xist û wiha got:

“Dewlet, wek erkek herî bingehîn berpirsyarê ku jiyana mirovan biparêze. Ev erk hem di qanûnên xwe yên navxweyî de  sererastkiriye û hem jî bi peymanên navneteweyî yên ku bi xala 90’an a Destûra Bingehîn garantî kiriye, hatine barkirin. Ji ber vê yekê dewlet nikare qetilbike û bikuje. Li dijî kesên ku vê erkê pêk neynin, pêvajoyeke hiqûqî ya vekirî û zelal tê meşandin, mecbûrê ku bimeşîn e. Dema dewlet vê erka xwe pêknayne, sûcdaran diparêze û dema ku diparêze jî van qetlîaman dipejirîne û dema ku wek sûc nebîne jî wek dipejirîne tê dîtin. Ji ber vê yekê dewlet hem li Roboskê û hem jî di komkujiyên din de nekarî ezmûna xwe ya parastina jiyana mirovan a li gorî mafên mirovan pêkbîne. Mixabin li vê erdnîgariyê pergala dadweriyê di bin çavdêriya hikûmet û desthilatdaran de ye. Ji ber vê yekê mixabin pergalek ku mafên mexdûran, mezlûm û kesên tên bendebendkirin digere û diparêze nepekan e.”

‘Ji komkujiyan re derî hat vekirin’

Piştî Roboskê li Tirkiyeyê kesên ku li Enqereyê aştiyê dixwazin, li Pirsûsê ji zarokan re pêlîstok kom dikirin, li Cizîr û Sûrê jî di dema qedexeyên derketina derve de mirov hatin qetilkirin. Welat ji pêlên dîroka xwe re adeta ji lîsteya komkujiyan re yekî din zêde kir. Nûray Çevîrmen, bal kişand ku li Tirkiyeyê hawirdorek aşitiyê nayê tesîs kirin û li erdnîgariyên ku hawirdora aştiyê lê tune ye, berdewamiya komkujiyan hatiye rewşekî asayî. Nûray Çevîrmen, wiha got: “Komkujiyên beriya Roboskê Komkujiya Roboskê afîrand û Komkujiya Roboskê jî ji  komkujiyên din re derî vekir. Ev komkujî bandorê li hev dikin û bi heman polîtîkayê tên pêkanîn. Ger kujerên komkujiyek bihatana darizandin û cezakirin, qetlîamek din pêknehatiba. Lê wekî ku tu komkojî nehatî zelalkirin, kiryar tên parastin, darazandinên ku biqismî tên kirin jî sûc xistin ser stuyê çend kesan û berpirs û ên fermana vê didin jî di darazandinan de mûaf tên dîtin.”

Xwestin dozê bigrin

Nuray Çevîrmen bi bîrxist ku li Roboskê ne weke hiqûqî ronîkirina komkujiyê ye hê zêdetir pratîka ku di aliyê hê zêdetir bigre debû û wiha got:

“Piştî rêyên hiqûqa navxweyî, serlêdana AÎHM kirin, lê belê di dîroka 17’ê Gulana 2018’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Avrûpa (AÎHM) Selehattin Encû û ên di serlêdana Tirkiye bi sedema rêyên hiqûqa navxweyî  nayê mezaxtin nayê qebûlkirin dît. Piştî hewldana darbeya 15 Tîrmeha 2016’an, hate diyarkirin ku di destpêkê de serokê çavkaniya xwezayî û enerjiya demê Berat Albayrak ji di nav de erkdarên paye bilind komkojiya Roboskê di nava dewletê de hatiye rêxistinkirin û ji aliyê endamek ê rêxistin ve hatiye pêknanîn. Li ser vê Dozgerê Komarê derbarê komkojiya Roboskê de biryar ku cih nedayî gihandinê da, ji ber sûcên endamtiya rêxistinê hate binçavkirin. Dadgeha leşkerî a fermandariya hêza Hewayê ev biryar erê kirî cardin endamek wê di cihê endamê rêxistin de û firar kiribû debû, dadgerê din ên ku biryar erê kir ji erk girtibûn. Di çarçoveya rastiya van geşedanan de, diyarkirin ku biryar bi aweyek dûrî edaletê hatiye girtin û ihtimala parastina berpirsyaran di asta herî jor debû. Bi îdaeya ku lêpirsîna Roboskê careke din were zindîkirin belgeyên têrker heye serlêdana Serdozgeriya Komara Amedê kir. Piştî biryara bê bandor a ji aliyê Serdozgeriya Komara Amedê ve hatî dayîn, doz şandin Serdozgeriya Komara Şirnexê. Ev serdozger piştî serlêdanê 21 mehan biryar da ku cihê gihandinê nine û ji aliyê Hakimtiya Ceza a Silhê ya Şirnex ve hate erêkirin. 35 kesên ku di komkojiya Roboskê de kes û karên wan jiyana xwe ji dest dane li dijî vê biryarê bi awayek kesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Serlêdana ku di dîroka 09.04.2021’an de hatî kirin hîna li Dadgeha Destura Bîngehîne.”