Şêniyên Qamişlo li dijî komkujiya Cindirêsê meşiyan

Li dijî komkujiya li Cindirêsê ku di 20’ê Adarê de 4 welatiyên Efrînî yên xwestin agirê Newrozê vêxin ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, şêniyên Qamişlo meşek girseyî lidar xistin.

Qamişlo – Di 20'ê Adarê de şeva cejna Newrozê welatiyên kurd ên li Efrîna dagirkirî dimînin, ji bo pîrozkirina Newrozê agir vêxistin. Li navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrîn ji ber ku gel li pêşiya malên xwe agirê Newrozê vêxistin ji aliyê koma çeteyên bi navê El- Şerqiyê girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Di encama êrîşê de 4 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Bi armanca şermezarkirina komkujiyê, şêniyên Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Efrîn ne bi tenê ye, em ê bi ruhê serhildana Efrînê dagirkeriyê têk bibin ê Efrînê rizgar bikin” meşeke girseyî lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistin û tevgerên jinan, partiyên siyasî, Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komeleya Efrîn a Civakî û saziyên civaka sivîl di meşê de amade bûn.

Di meşê de pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re, PDK’ê û dewleta Tirk berpirsyarên komkujiya Cindirêsê ne” hatin hildan.  Meş ji Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê despêkir û li ber navenda Netewên Yekbûyî li veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Hêvî El-Selman axivî.

‘Li dijî siyaseta Tirkiyê rawestin û serî hildin’

Hêvî El-Selman hemû şehîdên şoreşê bibîr anî, berxwedana Efrînê silav kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi siyasetên xwe dixwaze bi her awayî demografiys li herêmê biguherîne, her wiha kuştin û koçberkirina bi darê zorê bide meşandin. Ev 5 sal in hêzên dagirker nikaribûn çanda Efriyan bi wan bidin jibîrkirin û ji holê rabike. Îro di encama fikirê Rêber Apo û bi berxwedana Gelê Kurd li her derî hêzên dagirker û polîtîkayên wanî qirêj hildiweşin. Em bang li gelê Bakurê Kurdistanê dikin li dijî polîtîkayên dewleta tirk a faşîst rawestin û bi berxwedaniyeke mezin li hemberî hilbijartinên desthilatdariyê têbikoşin.”

‘Agirê Newrozê wê her bimîne hêviya azadiyê’

Hêvî El-Selman di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Agirê Kawayê hemdemê vêxistiye û jê azadiya gelan herikya wê her bimîne hêrsa dilê dijminan. Wê agirê Newrozê bi komkujiya Cindirêsê neyê vemirandin. Dîroka Kurdan û azadiya gelan her bi agirê Newrozê wê bibe mîrateya me yê dewlemend.”

Piştî axaftinê, şandeyek ji meşvana nameyek radestî Netewî Yekbûyî kirin û daxwaza dadkirina berpirsên komkujiyê kirin.