Şêniyên Mexmûrê: CPT ji rewşa Rêbertî berpirsiyar e

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û gotin ku ji bêhiqûqiya heyî CPT berpirsiyar e.

Mexmûr - Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de û ev 38 mehe tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din jî qedexekirina hevdîtinê hat birîn. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12'ê Nîsanê de teqez bûye.

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca şermezarkirina cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û kiryarên dewleta Tirk şermezarkirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Bilehî daxuyanî da.

‘Komplo didome’

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em dizanin hêzên komploger bi komployek navdewletî Rêbertiya me radestî dewleta Tirk kirin. Hîna jî ew komployên ku dixwazin Rêbertiya me bêdeng bikin û ji gel qût bikin berdewam dikin. Ev sîstema wan ya îşkence ku em dizanin bi rêbazên ku axaftinê bi Rêbertî bidin jibîrkirin, porê Rêbertî qût kirin û heta jehrîkirina Rêbertî dan destpêkirin. Îro jî em dibînin sê salên xwe derbaskir bi tu şêweyî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Herçendî ku di hemu qadên berxwedanê de ji bo Rêbertî têkoşînek bêhempa tê meşandin û hemleya dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî cîhanî bûye jî lê hîna jî em qirêjiyên dewleta Tirk yên ku xwe dibin perdê de vedişêrin hene dibînin.”

‘Dewleta Tirk bi windakirinek dîrokî re rû bi rû ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi kiryarên xwe hewldide ku dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel qût bike û wiha hat gotin: “Ji 28’ê Adarê ve cezayê disiplînê li Rêbertî hatiye birîn. Ev jî tê wê wateyê ku binketina xwe ya di hilbijartinên şaredariyan û tengaviya xwe ya di Herêmên Parastinê yên Medya de wek faturayek ji Rêber Apo re dibirin. Ji ber ku di destpêkê de çawa xwestin Rêber Apo bêdeng bikin, dengê Rêber Apo ji gel û gêrîla bidin qût kirin bi wî şêweyî dagirkerî dan destpêkirin û xwestin bivê yekê bigihin encamê. Lê çawa çepera herî xurt ya Îmralî ku berxwedana Rêber Apo ye nehêla dewleta Tirk û hevkarên wî bigihin armanca xwe, di Herêmên Parastina Medya de jî gêrîlayên azadiya Kurdistanê ev berxwedan destpêkirin û hêza dewleta Tirk di qadên çiya de dan fetisandin. Ji bo vê dewleta Tirk hem di warê siyasî, hem aborî hem jî di warê civakî de bi windakirinek dîrokî re rû bi rû ye.”

‘CPT zemînê ji cezayên disiplînê re amede kiriye’

Elî Bilehî di dawiya axaftinên xwe de pêkanînên CPT jî şermezar kir û got: “CPT dema çûyî girtîgehên Tirkiyê çavdêr kirî, di rapora xwe de bi tu şêweyî behsa rewşa Rêbertî nekir. Em fêm dikin ku CPT zemînê cezayên disiplînê ku ji Rêbertî re bên birîn amede kiriye. Ji bo wê her rewşên ku li ser Rêbertiya me tên meşandin di asta yekemîn de CPT berpirsyare. Ji bo vê gelê Kurd, gelê azadîxwaz û taybet wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çi hewldan pêwîst dike emê wê têkoşînê bidin meşandin. Ji ber ku em dibêjin azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya me ye, hemu êrişên li ser Rêbertî tên meşandin ew êriş li ser me tên meşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.