Şêniyên Kobanê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Kobanê- Êrîş û gefên dewleta tirk li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Dewleta tirk li aliyekî gefa êrîşeke dagirkeriyê ya nû dixwe û li aliyekî hewil dide cîhanê bi dagirkeriya xwe ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide bawer kirin. Li hember lihevkirin û êrîşên li ser herêmê îro bi pêşengtiya ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê bi dirûşma “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêxistina Kongreya Star, PYD û cangoriyên azadiyê hatibûn hildan. Meş li pêşiya qada Jina Azad bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bimre faşîzîm” dest pê kir û li ber qada şehîd Egîd rawestiya. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî hate dayîn.
“Welatên azad bi xwîn û cane şehîdan hate avakirin”
Di daxuyaniyê de cangoriyên azadiyê hatin bîr anîn û wiha hate gotin: “Dîroka Kurdistanê her tim bi berxwedanê hatiye nivîsandin, bi destpêkirina têkoşînê re vê dîrokê her û her xwe nû kiriye. Ji ber ku dîrok bi qehremaniyê tê nivîsandin, dîroka qehermaniya me jî bi berxwedaneke mezin tê nivîsandin. Me gelê Kurd û pêkhateyên li herêmê bi hezaran şehîd di oxira têkoşîna azadiyê de dan e. Van şehîdên mezin û fedekar welat bi xwîn û canê xwe diyarî me kirin. Di roja îro de jî ji bo ku bikarbin welat û axa xwe biparêzin li hemû deveran li berxwe didin. Şervanên Tevgera Azadiyê demeke dirêj e ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer dikin.”
“Li dijî îxanetê werin cenga azadiyê”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê axa Kurdistanê neyê dagirkirin û wiha dewam kir: “Em weke zarok, dayik, hevjîn û malbatên şehîdan li vê derê dibêjin, em rastî, armanc û xeyalên şehîdan dizanin, ji ber vê divê ku em ji her kesî zêdetir xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê ku ji bo tola şehîdên me, em nehêlin axa me were dagirkirin. Em xwedî li şehîdên xwe derkevin, ji bo tola wan heta dawiyê şer bikin û li ber xwe bidin. Em weke ciwanên malbatên şehîdan bang li her kesî dikin ku li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê, hêz û morala şervanên xwe bilind bikin û tola şehîdan hilînin.”
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.