Şêniyên herêma Firatê li dijî êrîşan meşiyan
Bi sedan ji şêniyên herêma Firatê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Gelê herêmê di meşê de peyama xwedî derketina li ax û şoreşa xwe dan.
Kobanê- Dewleta tirk piştî hevdîtinên bi Rûsiya û Îranê re asta êrîşên li ser Bakur û Rojihilatê Sûriyê dijwartir kir. Di êrîşên meha tebaxê de herî zêde zarok û jin dihatin hedef girtin, her wiha malên sivîlan jî zirar dîtin.
Li dijî van êrîşan di bin diruşma "Bi rihê şerê gelê şoreşgerî emê hemû êrîşên dewleta tirk a faşîst, dagirker û xayînan têk bibin"bi sedan şêniyên herêma Firatê ji pêkhateyên Kurd û Ereb meşek lidarxistin.
Gel li qada Jina Azad ya kantona Kobanê kom bûn û bi hilgirtina wêneyên sivîl û şervanên di encama bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe dest dan dest û diruşma"Berxwedan jiyan e" dest bi meşê kirin. Meş ber bi qada şehîd Egîd ve çû û li wir rawestiya.
"Em axa xwe ji dagirkeran re nahêlin"
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan Bozan diyar kir ku dewleta tirk dixweze pirojeya xwe ya Mîsaqa Milî li ser hesabê gelê Kurd pêk bîne û wiha pê de çû: "Ji ber vê em dibînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane bi êrîşan re rû bi rû ye. Em weke jin û gel jî tu carî van kiryaran qebûl nakin, ji ber vê em rê nedin vê dagirkeriyê. Çend roj berê dewleta tirk Kobanê bi dijwarî bombebaran kir, xwestin ku tirsê çêbikin da ku gel dest ji bajarê xwe berde. Lê kombûna me ya li qada Jina Azad bersivan wan êrîşan e û girêdana me ya bi axê re destnîşan dike.
Meş bi diruşmên "Şehîd namirin" û "Bimre dagirkeriya dewleta tirk" bi dawî.