Şêniyên Efrînê soza nûjenkirina berxwedanê dan

Bi boneya salvegera 4’emîn a destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê li ser kantona Efrînê meşek girseyî hat lidarxistin. Jinên tevlî meşê bûn diyar kirin ku di bin konê koçberiyê de berxwedana wan a bi îsrar bersiva êrîşane.

Şehba- Bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina êrîşên dagirkeriyê li ser kantona Efrînê, bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê li navçeya Şêrawa daketin qadan û bi dirûşma “Em ê berxwedana serdemê bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin” peyama nûjenkirina berxwedanê raghandin. Welatî li ser rêya m5 a di navbera bajarê Helebê û kantona Efrîna dagirkirî de kombûn û berê xwe dan wargeha Veger a li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê. Di meşê de gel şaxên zeytûnê û pankertên bi nivîsên “Erdogan kujerê zarokan e”,”Bi rihê Îlam û Avesta, em ê dagirkeriyê têk bibin”û “Rizgarkirina Efrînê dozek netewî ye erka tevahî pêkhateya ye” hatin hildan û dagirkerî şermezar kirin. 
“Xwestin ewlehiya Efrînê têk bibin”
Piştî meşê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo salvegera 4’emîn a destpêkirina êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê şermezar kir û got: “Sekina Efrîniyan li Şehbayê cihê rêzdariyê ye. Em hemû pakrewanên Berxwedana Serdemê bi bîrtînin. Bêdengiya cîhanî û navnetewî li beramberî êrîşên dagirkeriyê ku heya vê kêliyê berdewam dike şermezar dikin. Di Efrînê de jiyana wekhev, aşîtî, azadî û demokrasiyê dihat jiyîn ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker û komên çete ên girêdayî wê berê xwe dan Efrînê û êrîşên xwe pêk anîn. Di kesayeta Rêveberiya Xweser de xwestin projeya Netewa Demokratîk li Efrînê têk bibin. Guhartina demografîk li Efrînê guhartina dîroka Rojhilata Navîn tevahî ye. Kiryarên ku niha li Efrînê tên kirin berdewamiya planên êrîşkeran e."
“Berxwedana Efrîniyan bersiva êrîşên dijmin e”
Endama Meclîsa Kantona Efrîn Bêrîvan Hisên a tevlîmeşê bûyî helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker wiha anî ziman: “Îro gelê Efrînê bi coşek mezin herikîne qadan li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û em her li qadan bin heya kêliya rizgarkirina Efrînê. Em ê bi îsrar bin di domandina berxwedanê li dijî dagirkerî û çeteyên girêdayî wî. Berxwedana Efrîniyan û tekoşîna wan li Şehabyê wê bibe bersiva dijmin û rêya rizgarkirina Efrînê ye."
“Em xwe fedayî axa Efrînê dikin”
Emîne Kindî jî êrîşên ser Efrînê şermezarkir û got: “Ji bo Efrînê em her tim li kolan û qadan bin. Em jinên Efrînê heya ku zarokek me hebe em ê fedayî axa Efrînê bikin ji bo rizgarkirina wê ji destê dagirkeriya dewleta tirk. Em tu carî axa Efrînê ji Erdoxan û çeteyên wî re nahêlin. Efrîn a Efrîniyan e. Rêxistinên Mafê Mirovan bû çar sal bêdengin li ser kiryarên dewleta tirk û bi erka xwe ranebin. Em ê bi serfirazî û serbilindî vegerin Efrînê cihê dayik û dapîrên me."
“Em nayên qirkirin”
Rebîa Mihemed jî daxwaz û hêviyên xwe wiha anî ziman: “Daxwaza me di vê jiyanê de tenê vegera Efrînê ye. Erdogan bi kiryarên xwe hewil dide Kurdan bide ber qirkirin û pişavtinê lê em tu carî nayên qirkirin ji ber Kurd koka mirovahiyê ye. Em xwediyên pakrewan û şervanan e tu carî teslîmakiyê qebûl nakin. Tevahî saziyên mafê mirovan ker û lal in li ser sûcên ku dewleta tirk di derheqê Kurdan de pêk tîne.".
Meş bi diruşma “Bijî Berxwedana Efrînê” dawî bû.