Şêniyên Dêrikê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan- Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, bajarokê girêdayî Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê ya Kantona Cîzîrê-Herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9`ê Cotmehê û xiyanetê têk bibin" bi meşeke girseyî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û piştgirî dan pêngava navneteweyî  ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pisgirêka Kurd re çareserî."

‘Divê çalakiyên me berdewam bikin’

Meşê ji Qada Azadî ya li bajarê Dêrikê dest pê kir, heta pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan berdewam kir. Li wê derê, hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Dêrikê Ayhan Murad axivî û got: "Divê çalakiyên me berdewam bikin, ji ber ku em xwediyên projeya neteweya demokratîk in ku li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye. Ji ber wê divê em nîşaneya serkeftinê her dem bilind bikin da ku ji gelê xwe û Rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bi dest bixin."

Endamê Meclisa bajarê Til Koçerê Yusif El Mehûs jî wiha got: “Azadiya Rêber Abdullah, çareserkirina pirsgirêka Kurd, sepandina ewlehiyê û aştiyê li herêmê, bingehên jiyana aştiyane ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were divê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”