Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî tecrîdê daketin qadan

Şêniyên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Qamişlo- Şêniyên bajarê Qamişlo îro li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşekê şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin. Meş bi pêşengtiya Însyatîfa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di bin dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka Kurd re çareserî"û bi tevlîbûna bi dehan gel, sazî û rêxistinên jin, meclisa malbatên şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser meşiyan. Meş ji çarxereya Sonî dest pê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ya bajarê Qamişlo rawestiya.

‘Em Rêber Apo nirx û mîraseke mezin dibînin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Qamişlo Menîca Heyder, têkildarî meşê ji ajansa me re  axivî û got: "Weke tê zanîn ku ev nêzî 4 salin  tu agahî ji Rêber Apo neyên girtin. Xeteriya ku li ser Rêber Apo digirava Îmraliyê de tê meşandin xeteriyeke pir mezin e. Em weke dayikên gerîla û tevgera jin Rêber Apo ji xwe re nirx û mîraseke mezin dibînin. Ji ber ku  weke tevgera jin li ser  fikir û felsefeya Rêber Apo,  gihiştin wê astê ku fikir û îradeya xwe nas bikin. Projeya Rêber Apo projeyeke Netewa Demokratîk bû ji bo wê her kesî ev piroje ji xwe re xeterî didît û ev komplo li ser hat meşandin. Em soz didin Rêber Apo ku em ê hertim li qada bin, têkoşîn bikin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."

Meş bi dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.