Şêniyên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan

Ji bo şermezarkirina ferzkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê meşek hat lidarxistin.

Şehba – 39 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin ruxmê hemû hewldanên parêzeran ji bo hevdîtinê, dewleta Tirk di tecrîdkirina giran de bi îsrar e. Gelê Kurd li dijî vê bêhiququyê nerîzîbûnên xwe nîşan dide û bi mehan e ji bo rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Abdulah Ocalan bi çalakiyên cur be cur li ser lingan in.

Duh li kontona Efrîn-Şehbayê bi dirûşma"Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî " Însiyatîfa Gel a kantona Efrîn-Şehbayê bi armanca şermezarkirina ferzkirina cezayê disiplînê û tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meşê ji destpêka navçeya Fafîna kantona Efrîn-Şehbayê dest pê kir, heya dibistana Şehîd Çekdar a li navçeyê berdevam kir. Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdarî meşê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, pankertên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye" û "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo misogeriya rizgarkirina Efrîn, Kurdistan û herêmên dagirkirî ye" hatin hildan û dirûşmên şermezarkirina tecrîdê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin avêtin.

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo ji gelan re bû pira azadiyê’

Piştî meşvan gihîştin qada dibistanê, veguherî mitîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Însiyatîfa Gel a Efrîn-Şehbayê Henan Sîdo axivî û wiha got: "Berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê ji cîhanê re bûye mînak û temsîla xeta azadiyê dike. Berî ku Rêber Apo fikir û ramanên xwe belav bike û gel bi rêxistin bike gelê Kurd di bin qirkirin û destdirêjiyê de bû, rojane bi îmhakirinê re rûbirû diman. Lewre fikir û felsefeya Rêber Apo ji gelan re bû pira azadiyê. Di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de gel bi ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û xwedî li mafên xwe derdikevin û li hemberî êrîşên dijmin her dem li ser piyan in, têdikoşin. Komploya navneteweyî ku kesayeta Rêber Apo xwest tune bike divê em vê komployê bişkînin û fikir û felsefeya Rêber Apo di jiyanê de rast pêk bînin û azadiya fizîkî misoger bikin. Em ê li pey şopa Rêber Apo û pakrewanên xwe bin heya ku bigihîjin armancên xwe."

Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.