Şêniyên Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan

Li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê meşek hate li dar xistin.

Şehba – Bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriay doza Kurdî ye" Meclisa navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê li dijî girankirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji çarxerêya Zeytûn heya qada navçeya Til Rifetê bi beşdarbûna gelê navçeyê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Na ji îxanetê re, na ji dagirkeriyê re, bijî berxwedana gelan","Bi îsrar û bawerî, em ê bişkînin dagirkerî" hatin hildan.

Banga têkoşînê  

Piştî meş li qada navçeya Til Rifetê bi dawî bû deqeyek rêz hat girtin. Paşê li ser navê Meclisa navçeya Til Rifet Reşîd Fekto daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê pîroz dikin û vê berxwedanê ji xwe re esas digirin û jê hêz dibin. Girankirina tecrîdê nahêle ku tu carî ev berxwedanî û hêz bên şikestin. Dewleta tirk a dagirker bi ferzkirina tecrîdê nikare tu carî vîna gelê berxwedêr biçewsîne. Di heman demê de em îxaneta mala Berazanî li dijî gelê kurd bi tundî şermezar dikin û banga wan dikin ku kurdiyetiya xwe vegerin û dev ji lîstokên dijmin berdin. Em ê bi berxwedan û têkoşînê li dijî hemû cureyên qirkirinê rawestin û serkeftinên mezin bi dest bixin."

Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dawî bû.