Şengaliyan gotin ku ew ê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin

Gelê Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyan bûn. Jinên ku beşdarî meşa girseyî bûn gotin ku çawa di fermanê de gelê Rojava bi hewara wan ve hatin ew ew ê jî xwedî li Rojava derbikevin.

RANYA NÛJIYAN

Şengal – Li dijî êrîşên dewleta dagirker û qirker a Tirkiyeyê gelê Şengalê bi pêkhateyên Êzidî û Ereb bi hev re duh meşek li dar xistin. Di meşê de gel bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bimre îxanet” qêriyan. Meşa gel ji meclisa gel a Navçeya Sînunê heya çerxeriya Mam Zekî berdewam kir. Di dawiya meşê de li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweser daxûyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Em bang li Neteweyên Yekbûyî û dewleta Irqê, dikin û dibêjin ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên dagirker li ser rojava û başûrê Kurdistanê dengê xwe derbixin. Em van êrîşan şermezar dikin her wiha êrîşên dewleta tirk li ser Mexmûr û şengalê jî şermezar dikin. Em ji vir bang li saziyên mefên mirovan û nûnerên wan ên li Iraqê dikin û dibêjin kanê exlaqê we kanê wijdanê we, çima ewqas bêdeng in li hember êrîşan û binpêkirina mafên mirovan? Ka serweriya Iraqê li hember ewqas binpêkirina axa Iraqê, ka helwesta Iraqê ji tecewizkirina axa wê ji aliyê dewleta tirk ve. Em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku bi lezgînî li hember vê rewşê xwedî sekn û helwest bin. Wezîrê derve yê Iraqê di civîna awarte ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû ku pêwîst e barergehên dewleta tirk ji axa Iraqê derkevin. Her kes vê yekê daxwaz dike em jî dixwazin divê ev yek êdî bikeve pratîkê.

Em weke Rêvberiya Xweser û gelê Şengalê bi hemû awayan piştgiryê didin Rojavayê Kurdistanê û gelê Rojava û ji her kesê re dibêjin êdî bes e ji daxuyaniyên şermok zêdetir, pêvajo helwestên zelal û tund dixwaze.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dayê Şemê Remo û dayê Edûl  Şemo êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê dan diyarkirin. Dayikan gotin; “Şoreşa Rojava yek ji nirxên mirovahiyê ye divê mirovahî çavên xwe ji êrişên Dewleta Tirk re negire.”

‘Em ê hemû êrîşan bi vîna gel têk bibin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dayê Şemê Remo di destpêka gotinên xwe de tevahî şehîdên Rojavayê Kurdistanê yên di êrîşa dewleta Dagirker de şehîd ketine bi bîr anî û wiha domand; “Di 20’ê mehê de dewleta Tirk a dagirker êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir em şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîna gel tune bike Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan e, ev şoreş bi fikrên Rêber Apo hatiye avakirin û gel bi vî fikrî xwe birêve dibe. Dewleta Tirk dizane wê bi bin bikeve ji bo wê êrîşê her deverê dike. Bombeyên kîmyewî li ser gerîlayên azadiyê dibarîne bi balafiran êrîşê Rojava û Şengalê dike. Li hemberî van êrîşan weke jinên Şengalê, dayikên Şengalê em ê her dem li ser lingan bin.”

‘Ya Rojava ji me re kir em ê jî ji wê re bikin’

Şemê Remo di berdewamiya gotinên xwe de qala gelê Rojavayê  Kurdistanê kir û got; “Gelê Rojava di fermanê de pariyê zarokên xwe dan zarokên me, heya em hinek bi ser xwe ve hatin wan ji bo me di her warî de ked dan. Em jî weke gelê Êzidî ji bo rojavayê Kurdistanê çi bê xwestin em ê bikin. Ji ber ku ger îro em li ser lingan bin, bi saya wan e, em careke din dibêjin wê dewleta Tirk a dagirker têk biçe û jiyana azad ji bo gelên azadîxwaz be.”

‘Em ê bi şehîdan welatê xwe ava bikin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edul Şemo jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nirxand û got; “Çi ji destê dewleta Tirk tê bila bike em ê bi şehîdan welatê xwe ava bikin. Em ê bi şehîdan li ser lingên xwe bisekinin û tu carî gav paşve navêjin em di şexsê hevala Cîçek û Îsa de tevahî şehîdan bi bîr tînin. Ji derveyî qelsiyê tiştek di destê Erdogan de nemaye. Rojava 12 hezar şehîd dane tu kes bi hêza wan nikare bila vê baş bizanin. Bila gelê Rojava bizane em weke dayikên Şengalê weke gelê Şengalê bi wan re ne çi bê xwestin em ji bo Rojava amade ne.”