Şengalî li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Şengalî bi pêşengtiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Di meşê de hat gotin ku komploya li ser Ocalan û peymana li dijî li ser Şengalê ji hev qut nin in û hat diyarkirin ku dê heta dawiyê li dijî komployan li ber xwe bidin.

Şengal – Şengalî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî Şengalê li navenda Şengalê meşeke girseyî lidarxist.
Hemû meclis, sazî, rêxistin û pêkhateyên TAJÊ û Rêveberiya Xweser tev li meşê bûn. Meş li ber Medreseya Zarîfe Osê (Medreseya Sor) destpê kir û heta Meclisa Gel a Şengalê dewam kir. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Şengal û Rojava’ hatin berzkirin. Her wiha pankarta bi nivîsa ‘Bi civaka demokratîk wê komplo werin têkbirin’ hat rakirin.
Meşvan piştî gihiştin ber Meclisa Gel a Şengalê li wir li ser navê TAJÊ û Rêveberiya Xweser daxuyanî hatin dayîn. Beriya destpêkirina daxuyaniyê nameya herî dawî ku Abdullah Ocalan ji civaka êzidî re şandibû hat xwendin.
Piştre li ser navê TAJÊ endama koordînasyona TAJÊ Neam Bedel axivî.
Neam Bedel diyar kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana ku li dijî Şengalê hatiye îmzekirin ji hev ne qut in û ev nirxandin kir: “Ev roj jî rojeke xiyanetê ye. Îxaneteke li ser Serokatî û li ser civaka me ye. Ji sala 1998’an heta niha ev komplo didome. Komploya li ser Serokatî û komploya li dijî li ser Şengalê ne qut in. Ev 27 sal in Serokatî di nav çar dîwaran de zindankirî ye. Raste niha ji ber pêvajoyê çûyîn û hatina li gel Serokatî çê dibin lê hê jî Serokatî di bin tecrîdê de ye û tecrîd didome. Dijmin ji ber fikir û berxwedaniya Serokatî ditirsîn, zanin ger Serokatî azad be dê fikrê wî yê azad hemû civakên bindest li dor fikrê wî kom bibin, loma tecrîdê didomînin. Peymana li ser Şengalê ji hêla Iraqê, malbata Barzanî-PDK û dewleta tirk ve hatiye kirin. Xwestin bi vê peymanê vegerin rewşa beriya fermanê. Dixwazin em wek îrade û hêz tune bibin. Heta civaka êzidî ku bi ked û xwîna şehîdan hatiye van rojan hebe tu xayîn nikarin gavên xwe biavên ser vê axê û em ê tu carî vê tiştî qebûl nekin. Em ê heta dawiyê li dijî komloyan li ber xwe bidin.“
Daxuyanî bi dirûşmên Jin-Jiyan-Azadî û Bijî Serok Apo bi dawî bû.
Her wiha jinên ku tev li meşê bibûn bi kurtasî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Em ê nehêlin daxwaza dijmin pêk were’
Endama koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî diyar kir ku ew wek dayik û jinên êzidî tu carî nehêlin komploya 9’ê Cotmehê pêk were û wiha got: "Nehiştina pêkanîna 9‘ê Cotmehê erka me ye. Dijmin dixwaze me û Şengalê têk bibe lê em ê nehêlin daxwaza wan pêk were, yek ji me jî bimîne dê daxwaza dijmin pêk neyê.“
Li dijî komployan banga serî rakirinê
Endama Meclisa Jin a Borikê Welat Cano jî bi kurtasî ev nirxandin kir: “Di şexsê Serokatî de 9‘ê Cotmehê li dijî hemû civakan e. Dijmin naxwaze Serokatî azad bibe, naxwaze em û civaka me pêş bikeve. Em jî wek jin rabûne ser pêyan li dijî komployan. Heta Serokê me û em azad nebin em ê her li ser pêya bin. Hemû sazî û dezgehên me bi xwîna şehîdên me hatine avakirin. Heta niha her ferman li ser serê me ye û hê jî jinên êzidî li dewletan têne firotin û hikûmeta Iraqê tiştek ji bo me nekiriye. Em hikûmeta Iraqê, dewleta tirk û komloya li ser Serokatî û li ser Şengalê şermezar dikin. Her wiha ez bang li civaka êzidî dikim ku li dijî komployan rabin ser pêyan.”