Şaredariya Rêya Armûşê desteka çandiniyê dide jinên ku nexweşên penceşêrê ne

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku ji bo jinan çalakiyên werzîşê, hişyarkirina li ser penceşêrê, baxçeyên bajarî û piştgiriya psîkolojîk pêk tîne, armanc dike ku navendên werzîşê li taxên nû veke û kontrolkirina penceşêrê berfireh bike.

MEMIHAN HILBIN ZEYDAN

Wan – Şaredariya Rêya Armûşê li Wanê, ji bo ku jin jiyaneke saxlem û çalak bijîn, di warên cûrbecûr de, ji çalakiyên werzîşê bigre heta hişyarkirina li ser penceşêrê, ji baxçeyên bajarî bigre heta piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk, çalakiyan pêk tîne. Cîgira Hevşaredara Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn, nirxandina xwe ya li ser xizmetên şaredariyê ya ji bo tenduristiya jinan, bi ajansa me re parve kir.

Oznur Evîn diyar kir ku wek şaredarî, ji roja ku wan erkên xwe wergirtin ve zû dest bi xebata li ser pirsgirêkên jinan kirine. Oznur Evîn got, “Di vî warî de, me bal kişandiye ser zêdekirina tesîsên werzîşê yên ji bo jinan. Perwerdehiya hişmendiyê ji bo pençeşêra memikan û cureyên din ên pençeşêrê hatiye kirin. Piştî 2 sal û nîvan, hejmara salonên werzîşê yên ku me ji bo peydakirina şêwazek jiyana tendurist ji jinan re vekirine, gihîştiye 6’an. Nêzîkî 3 hezar jin ji van salonên werzîşê sûd digrin.

Perwerdeya jibo hişyariya penceşêra memikê

Oznur Evîn behsa xebata hevbeş a bi saziyên tenduristiyê re ya di derbarê penceşêra memikê û nexweşiyên din ên jinan de kir û diyar kir ku ev hewldan dê berdewam bikin. Oznur Evîn, wiha domand: “Me vê dawiyê perwerdehiyên hişyariya penceşêra memikê li dar xistin. Em plan û hewldanên xwe yên ji bo vê yekê didomînin. Li navendên werzîşê yên me, karmend û mamosteyên me alîkariya jinên ku pirsgirêkên tenduristiyê hene an jî dixwazin bi awayekî tendurist kîloyan zêde bikin an jî winda bikin, dikin. Em plan dikin ku di serdema pêş de navendên werzîşê li taxên din jî vekin. Her wiha em dersên yogayê ji bo jinan pêşkêş dikin, her çend ne pir caran be jî. Em hewl didin ku van çalakiyan bi piranî li derve, li deverên ku her kesê bixwaze dikare beşdar bibe, li dar bixin.”

Oznur Evîn her wiha destnîşan kir ku ew plan dikin ku li ser tenduristiya jinan lêkolînên bibandor bikin û wiha pê de çû: “Em bi saziyên tenduristiyê re li ser penceşêra memikê hevkariyê dikin û plan dikin ku li gelek taxan ji bo jinan muayeneyên penceşêrê bikin. Em ji bo vê yekê binesaziyê ava dikin.”

Bandora mijûlbûna axê ya li ser tenduristiyê

Oznur Evîn, diyar kir ku baxçeyên bajarî yên ku ji hêla şaredariyê ve wekî beşek ji lêkolînên jinan hatine vekirin jî dikarin wekî xizmetek tenduristiyê bên hesibandin. Oznur ragihand ku heta niha li sê taxan baxçe hatine avakirin û 200 jin ji van baxçeyan sûd digirin û wiha domand: “Dema çandinê destdana axê û dema berhevkirinê çalakbûn ji bo jinan baş e. Di heman demê de, jinên ku berhemên ku ji axa ku ew çandinî dikin di xwarinên xwe de bi dest dixin, bi awayekî xwezayî dixwin û bi berhemên ku wan bi xwe çandine dikin, ji bo zivistanê amade dibin. Dema ku em hewl didin ku bajarên ku jin dê her warî de çalaktir bin ava bikin, em xalek jî li ber çavan digirin ku piştgirî dide jiyanek ekolojîk, bêyî ku tenduristiya giştî paşguh bike.”

Desteka ji bo jinên ku tundiyê dijîn

Di dawiyê de, Oznur Evîn destnîşan kir ku ew ji bo desteka psîkolojîk jî bi jinan re dicivin û wiha bidawî kir: “Ji bo jinên ku rastî tundiya navmalî û civakî tên, xebata me ya berdewam heye. Di vê çarçoveyê de, em destek didin jinên ku rastî tundiyê tên, dixwazin ji hev veqetin û desteka yasayî dixwazin. Em di çarçoveya protokola ku me bi Baroya Wanê re çêkiriye de, desteka yasayî peyda dikin. Heta niha, me piştgiriya pêwîst ji hemû jinên ku serlêdan kirine, diyar kirine ku rastî tundiyê hatine û bi daxwaza ji hev veqetînê hewceyê piştgiriya yasayî ne re, peyda kiriye. Di navendên hevgirtina jinan de karmendên me hene ku dikarin li ser pirsgirêkên ku jin dijîn biaxivin. Di vî warî de, em di warê piştgiriya psîkolojîk de alîkariya pêwîst jî peyda dikin ku di nav şaredariyê de dikare bê peydakirin.”