Şaredariya bajarê Qamişloyê li bexçeyê dibistanê dar çandin
Şaredariya bajarê Qamişloyê li baxçeyê Dibistana Ehmed Mirod a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Dar pişika bajar e" 15 dar çandin.

Qamişlo- Her sal bi armanca parastin û paqijiya hawirdorê bi dehan dar ji aliyê Desteya Jîngehê û Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên çandin. Îro li bajarê Qamişloyê desteya jîngehê û şaredariya bajarê Qamişloyê bi tevlibûna şagirdên dibistanê, endamên Şaredariyê û koma Ehlam a biçûk, li Dibistana Ehmed Mirod 15 dar çandin.