Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê DÎKASUM’ê çalak dike

Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêkên jinan kifş dike û çareseriyan ava dike. Şaredariya Amedê DÎKASUM’a ku mala jinên Amedê ye, ji nû ve çalak dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, xebatên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel didomîne.

Piştî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, di 8 salên dawî de pirsgirêk zêde bûn. Piştî hilbijartinên xwecihî yên sala 2024’an, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xebatên jinan zend û bendan badan. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ku çareseriyên psîkolojîk, aborî û civakî pêşkêşî jinan dikir, ji nû ve çalak dike. DÎKASUM di sala 2016’an de piştî hatina qayûm, hatibû girtin.

Navendên piştevaniya bi jinan re cardin vekirin

Piştî ku şaredarî cardin ket bin kontrola DEM Partiyê, cihên nû yên ji bo jinan hatin vekirin. Şaredariyê, 2 jê navçeyên derveyî navenda bajêr, 6 jê navçeyên navend bi tevahî 8 navendên piştevaniya bi jinan re û malên bêhnvedanê vekir. Stargehên ku ji xizmetê hatin derxistin, cardin hatin çalakkirin. Li taxên gundewar di mijara penceşêrê de xebatên hişyariyê hatin meşandin. Şaredariyê ji bo hêsankirina  xwegihandinê û ji bo ku jin bikarin bê pere bikar bînin, pêkanîna ‘jin kart’ derxist. Di mehên borî de  şofêrên jin dê dakevin qadê. Şaredarî hewl dide ku projeyên ‘Alo Xeta Şîdetê’ û ‘dayîna pedên hîjyenik’ pêk bîne. Seroka Daîreya Xizmetên Malbatê ya Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz, xebatên ku meşandine û projeyên nû, nirxand.

Mal bi mal geriyan guh dan jinan

Ozden Gurbuz diyar kir ku qeyûman navendek ku jin serî lê bidin nehiştine. Ozden da zanîn ku şaredarî dema dikeve bin kontrola wan, dîsa dest bi xebatên li qadê dike. Ozden ragihand ku li qadê yek bi yek li deriyên malan xistine, guh dane daxwaz û pirsgirêkên ku jin dijîn û ji bo ku bibin hêza çareseriyê, ji bo ku xebatan bînin halê sîstematîk, xebatên raporkirinê dimeşînin.

‘Çareseriya bi nêrîna jinê, hedefa me ya herî mezin e’

Ozden Gurbuz destnîşan kir ku ji bo çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêkên jinan bibînin, bi saziyên civakî yên sivîl re rûdinîn û wiha got: “Erkê me yê li vê derê, em nêrînên jinê bînin asta çareseriyê. Ji ber vê yekê ji pirsgirêkên paqijiyê bigrin heta pirsgirêkên li taxê yên tiryakêşiyê, me guh da hemû pirsgirêkan. Derbarê vê derê jî me çareseriyên di heman kêliyê de xist meryetê. Ji bo çareseriyên mayînde jî em dixebitin. Di heman demê de me navendên jiyanê cardin çalak kirin.”

‘Em bi navendên xwe yên jiyanê bi jinan re ne’

Ozden Gurbuz anî ziman ku hêz dane xebatên xwe yên navendên jiyanê yên jinan û ev tişt gotin: “Li navçeyên girêdayî navendên şaredariyan 6, li navçeyên derve 2 navendên me yên jinan hene. Li van navendan hejmarek zêde ya sîrkulasyona jinan hebû. Cardin di wateya aborî de, me xebatên qurs û sertîfîkayê meşandin. Têkildarî daxwazên jinan ên di xalên aborî de, me xebatek cidî meşand. Li navendên jiyanê yên jinan, hem di wateya kesî, hem aborî û hem jî tundiyê de me gelek serlêdan girt. Em bi gelek jinan re hatin ba hev. Ev hevdîtin hêz da me û jinan.”

Ozden Gurbuz derbarê xebatên nû de da zanîn ku hewl didin DÎKASUM’a hatiye girtin, cardin vekin. Ozden derbarê DÎKASUM’ê de ev agahî dan: “Navenda ku di qada têkoşîna li dijî tundiyê têdikoşe de xebat dimeşîne û ji aliyê qeyûm ve hat girtin, navendek ku xwedî pratîka qadê ku heta sala 2002’yan qeyûm lê hatiye tayînkirin bû. Ev navend hem di aliyê lêkolîna pirsgirêkên jinan û hem jî piştevaniyê de navendek gelek girîng e. di 25’ê mijdarê de şaredariya me bi dirûşma ‘Gotina me xilas nebûye, li dijî tundiyê em ê bi hev re rabin’ me dest bi kampanyayek kir. Di çarçoveya wê kampanyayê de em ji meha çileyê ve dixwazin ku navenda me ya agahdariyê li heman cî vekin. Bîr û boçûnek vî bajarî heye û em dixwazin wê bîr û boçûnê cardin zindî bihêlin.”

‘Em ê hejmara tîmên gerok zêde bikin’

Ozden Gurbuz da zanîn ku li taxên gundewar ji bo ku di cîh de guh bidin pirsgirêkên jinan, tîmek gerok ava kirine û hedef dikin ku hejmara vê tîmê zêde bikin. Ozden wiha got: “Ji ber ku li qadên gundewar, em dizanin xebatên hişyariyê û serlêdanên tundiyê gelek zor in. Em di xebatên xwe de vê yekê aşkera dibînin. Cardin jin di xwegihandina tenduristiyê de gelek pirsgirêkan dijîn. Di vê xalê de me xebatên semîner, atolye û hişyariyê meşandin. Cardin projeyek me ya çêkirina pedên bi hijyen ên berdewam û were şûştin heye. Li gel daxwazên ji qadê tên, ev proje û xebatên me wê bidomîn. Em ê hevdîtinên xwe yên bi gel û jinan re bi domînin.”