Şandeya Rêveberiya Xweser bi parlamentera Awisturyayê re hevdîtin kir

Şandeya Rêveberiya Xweser bi parlamentera Partiya Kesk a Awisturyayê Eva Ernst re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê hatin nirxandin.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berpirsa têkiliyên derve ya PYD’ê ya li Ewropayê Mizgîn Ehmed û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Awisturyayê Arî Melan duh bi parlamentera Partiya Kesk a Awisturyayê Eva Ernst re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina li avahiya parlamentoyê ya li paytexta Awisturya Viyanayê de, gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin. Her wiha astengiyên siyasî, mirovî, aborî û ewlehî yên li hemberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin.

‘Dewleta Tirk saziyên sivîlan û yên xizmetguzariyê hedef digre’

Endamên şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser bandora şerê li Xezayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got dewleta Tirk sûdê ji mijûlbûna civaka navneteweyî bi şerê li Xezayê digire û êrişên xwe li ser sivîlan û binesaziya herêmê zêde dike. Endamên şandeyê, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi balafirên şer û yên bêmirov ên biçek stasyonên kehrebe, av û gazê kirin hedef. Her wiha bi bîr xistin dewleta dagirker li saziyên sivîlan û yên xizmetguzariyê dixe û di êrişa li ser çapxaneya Sîmav de 8 kes şehîd bûbûn.

Endamên şandeyê, diyar kir ku berdewama êrişan dibe rê li ber koçberiya şêniyan a ber bi Ewropayê ve veke û DAIŞ’ê zindî dike.

‘Divê di qadên siyasî, mirovî û leşkerî de piştgirî bidin Rêveberiya Xweser’

Endamên şandeya Rêveberiya Xweser behsa êrişên mîlîsên Îranê yên li ser baregehên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî kir û diyar kir ku ewlehiya herêmê xirab dike. Her wiha gotin: "Zêdebûna êrişên şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê nîşan dide ku DAIŞ sûdê ji hewldanên xirabûna ewlehiya herêmê digire. Lewra eger civata navneteweyî bixwaze rê li ber koçberiyê bigire û têkoşîna li dijî teror bidomîne, lazim e erkên xwe bi cih bîne û di qadên siyasî, mirovî û leşkerî û hwd de destekê bide Rêveberiya Xweser."

Parlamenter Eva Ernst jî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk û hewldanên wê yên avakirina herêmeke leşkerî di hundirê Sûriyeyê de li dijî qanûnên navneteweyî ye û wiha dom da axaftina xwe: “Ruxmî ku Tirkiye endameke NATO’yê ye û hevkara Awisturyayê ye, lê bi tena serê xwe tev digire û tevahî alîkariyên ku ji herêmê re têne şandin, têk dibe. Di encamê de rewşa mirovî aloztir dibe û hewldanên jinûve avakirina van herêman pêkan nabin.”

Daxwaza şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Eva Ernst got: "Em Partiya Kesk ji Yekitiya Ewropayê dixwazin ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bike. Eriş ewlehiya herêmê dixe xetereyê û koçberiyê zêde dike û hewldanên bidawîkirina êşên mirovî asteng dike. Li ser vê yekê em bang li Yekitiya Ewropayê dikin ku tavilê sûcên Tirkiyeyê yên li herêmê rawestînin."

‘Şaneyên DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê xetereyê çêdikin’

Parlamenter Eva Ernst ji ber ku civata navneteweyî bangên Rêveberiya Xweser ên li dewletên welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de wernagerin, nerazîbûna xwe anî ziman û got: "Şaneyên DAIŞ’ê ne tenê li ser herêmên Rêveberiya Xweser, di heman demê li ser tevahî cîhanê xetereyê çêdikin.”

Di dawiya hevdîtinê de endamên şandeya Rêveberiya Xweser û parlamenter Eva Ernst bersiva pirsên rojnamevanan da. Rewşa li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serkeftinên ku bi dest xistine, şîrove kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ku niha li Viyanayê ye, bi endamên Şaredariya Navendî ya Viyanayê, rêveberê Mafên Mirovan a li Şaredariya Viyanayê, şaredara Viyanayê, endamên Enstîtuya Rainer a Lêkolînan a girêdayî Partiya Sosyal Demokrat a Awisturyayê û endamên Rêxistina Volkshilfe a ku piştgiriyê dide projeyên li Şehba, Şêxmeqsûd û Cizîrê re hevdîtin pêk anîbûn.