Şandeya Nemsayê serdana Mala Jin û Meclîsa Edaleta Jin kir
Di serdana şandeya Nemsayê ku ji siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û aktivîstan pêk tê ya li Rojava de, jinan balkişand ser zagonên derbarê jinan de û gotin ku pêwîstiyên wan zagonan jî nehatine bi cih anîn.

Qamişlo – Şandeya ku ji Nemsayê hatî, 9’emîn şande ye ku piştî bangewaziya Kongra Star derbasî Rojava dibe. Şande serdanên xwe dewam dike. Piştî Kongra Star, serdana Mala Jin û Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Qamişloyê kir. Rêvebera Mala Jin a bajarê Qamişloyê Behiya Mûrad û Rêvebera Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Cizîrê Îlham Omer pêşwaziya şandeyê kirin.
Behiya Mûrad û Îlham Omer bixêrhatina şandeyê kirin û gotin ku “Jin ne tenê li Rojava û Sûriyeyê, li Kurdistanê û cîhanê jî, yek in” û hêviya xwe ya yekîtiya jinan a cîhanê bilêv kirin. Paşê têkoşîna ku ev 13 sal in di oxira doza rizgariya jinê û parastina mafên wê de dimeşînin bi berfirehî ji şandeyê re anîn ziman. Di mijarên wek Mala Jin û Meclîsa Edaleta Jinê çawa xwe birêxistin dikin, jinan bi çi awayî perwerde dikin, di rûbirû bûna xeteriyê de jinan çawa diparêze. Her wiha di nav têkoşîna hatiye meşandin de, jinên ku xebat dikirin çawa ji aliyê rejîma Baas ve rastî zext û binpêkirinan hatine da ku dest ji rêya azadiyê berdin û vegerin rêya koletiyê de, agahî ji şandey, re hatin dayîn. Her wiha zagona malbatê ku dibe berhemeke şoreşa jinê jî hat vegotin û jinên Rojava tecrûbeya xwe bi şandeyê re parve kirin.
Rêya têkoşîna jinan a dijwar
Rêvebera Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Cizîrê Îlham Omer diyar kir ku her carê ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye binçavkirin û zext lê hatine kirin, soza xwe bi jinan re nû kiriye û wiha pê de çû: “Gava ku Şoreşa Rojava destpê kir, me bi destekî şoreş birêve dibir, destê din jî civak perwerde dikir û me têkoşîna xwe wiha berdewam kir. Parçeyê herî bi ewle û şoreşek bi armanc destpê kirî, Rojava bû. Lê Sûriyeyê bi giştî di nav kelandin û krîzê de bû. Em alîgirên îslameke demokratîk in ne îslameke radîkal ku serê mirovan jê dike. Girîng bû ku em di nav êrîşan de Mala Jinê li her deverê vekin. Armanc parastina jin û zarokan û avakirina malbateke demokratîk bû. Ji lewra Mala Jinê ne tenê mala jinan e, her wiha mala mêr û mala civakê ye ku her kesî hembêz dike.”
‘Di sala 2024’an de 122 jin ji kuştinê hatine xilaskirin’
Îlham Omer da zanîn ku wan di sala 2024’an de 122 jin ji qetilkirinê xilas kirine û ji şandeyê re têkoşîn û xebata xwe ya bibandor û destkefityên şoreşa xwe, wiha anî ziman: “Ji ber sedemên cûda malbatên ku dixwestin keçên xwe qetil bikin, Mêrên ku dixwestin hevjînên xwe qetil bikin zêde bûn. Tenê di sala 2024’an de 122 jin ji qetilkirinê hatine xilaskirin û dozên wan her çiqas dijwar be jî hatin çareserkirin.”
Cûdahiya di navbera zagonên Rejîma Baasê û Mala Jinê de
Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Qamişloyê Behiya Mûrad jî behsa zagonên rejîma Baasê yên derbarê jinan û Zagona Malbatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê pir zewaciyê de, zewaca bi temenê biçûk, mafê zarok anînê, parastina jin û zarokan û zagonên li hember tundiyê ji jinan re dibin mertal anî ziman. Behiya Omer wiha got: “Rejîma Baasê zewaca pir jinî dipejirand, lê di zagonên malbatê de ku ji aliyê rêxistin û desteyên jinan ve hatine amadekirin, tenê ji bo hevjînek destûr heye. Her wiha Malên Parastina Jinê li gel zagona Malbatê, avakirina akedemiyên edaleta jinê û Malên Jinê yên Eştarût yên Jinên Suryan yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ne. Her wiha doza jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, tên çareserkirin û ji bo wan jî derfetên kar bi rêya Komîteya Aborî ya Kongra Star tên peydakirin.”
Revandina jinên Elewî û firotina wan di nîqaşê de cîh girtin
Her wiha di hevdîtinê de rêveberan bal kişandin ser jinên Elewî yên li perava Sûriyeyê hatine revandin, li Idlibê tên firotin. Binpêkirin û siyasetên îslama radîkal û îslama siyasî ya ku li Sûriyeyê tê meşandin, hat rexnekirin. Di vê mijarê de hat diyarkirin ku sûcên derheqê jinan de, xeteriyê li ser destkeftiyên tevahiya jinan çêdike. Bi çi mafê jin tên revandin qetilkirin û firotin û kujerên wan jî di desthilatên welat xwedî biryar in û di wezaratan de cîh digrin, hemû hatin vegotin.
Banga xurtkirina rêxistinbûna jinan
Rêveberan diyar kirin ku li ku alîkarî were xwestin ew amade ne û modela Mala Jinê ya ku bûye cihê çareseriyê û parastina jinan berfireh bikin. Heman wextê jî bang li jinan hat kirin ku rêxistinbûyîna xwe xurt bikin, ji ber ku hikûmeta hatiye avakirin temsîla jinan nake û ger pêwîst bike jî jinên Sûriyeyê divê şoreşeke nû lidar bixin.
Di dawiyê de jî piştî pirsên şandeyê û bersivên rêveberan, Mala Jinê û Meclîsa Edaleta Jinê, pirtûka Damezrandin û Rêvebirina Edaleta Civakî wek diyarî pêşkêşî şandeyê kirin.
Serdana şandeyê li Rojava didome.