Şandeya Kongra Star ezmûna Rojava li Kolombiyayê parve kir
Kongra Star, di çarçoveya gera xwe ya berfireh a jinan li Emerîkaya Latîn de, ezmûnên jinên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li Kolombiyayê da nasîn.
Navenda Nûçeyan- Şandeya Kongra Star, piştî beşdarbûna Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Bogotayê hat lidarxistin, bi endamên meclîsa herêmî ya bajarokên girêdayî bajarê Cauca yê li başûrê rojavayê Kolombiyayê re civîneke fermî li dar xist.
Nûnera Kongra Star Bêrîvan Xalid, îro di çarçoveya xurtkirina têkiliyan û pevguhertina ezmûnan de, serdana yek ji bajarokên girêdayî bajarê Cauca yê li başûrê rojavayê Kolombiyayê kir.
Bêrîvan Xalid, li wir bi endamên meclîsa xwecih a bajarok re civiya. Bêrîvan Xalid, ezmûna jinên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û beşdariya çalak a jinan di jiyana siyasî û civakî de parve kir.
Di civînê de herdu aliyan pirsgirêkên civakî yên hevbeş nîqaş kirin û ezmûnên di warên birêxistinkirina civakî û rêveberiya xwecihî de parve kirin. Endamên meclîsê, diyar kirin ku ew dixwazin sûdê ji ezmûna jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigrin. Der barê nîşaneyên vê ezmûnê û pirsgirêkan de jî nîqaş çêbûn.
Di dawiya civînê de, herdu aliyan girîngiya domandina têkiliyan û rêbazên pêşxistina tevkariyê di siberojê de vegotin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên vî bajarokê bi riya komîteyên weke parastin, tenduristî û çandî û hwd. xwe bi rêxistin kirine û xwe bi rê ve dibin.
Şandeya jinên Rojava serdana xwe ku bi beşdarbûna di Konferansa Jinan a Cîhanê de li paytexta Kolombiyayê Bogotayê dest pê kir, li Amerîkaya Latîn didomîne.