Şandeya jinan li Swîsreyê dest bi havdîtinan kir

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî hedîtinên li Elmanyayê, li Swîsreyê bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de geşdanên li Sûriyeyê û rola jinan di avakirina modela demokratîk de hatin nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) piştî hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê derbasî Swîsreyê bû. Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê. 

Şande destpêkê li Meclîsa Federal a Swîsreyê bi parlamenterê SP’ê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Fabian Molina re hevdîtin kir. Şandeyê di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ragihand û destnîşan kir ku divê mafên jinan û pêkhateyan bikevin bin temînatê. Fabian Molina jî bal kişand ser modela demokratîk a Rojava û got ku divê civaka navneteweyî berpirsyarî bigre ser xwe.

Carlo Sommaruga piştevanî da

Şande piştre bi parlamenterê SP’ê û endamê Koma Dostatiya bi Kurdan re Carlo Sommaruga re civiya. Di hevdîtinê de hat gotin, piştî şerê 14 salan ji bo pergala demokrasî, wekhevî û federal hêviyek çêbûye lê belê xeteriya bêîstîqrariyê û zext didomin.

Carlo Sommaruga biryara piştevanî û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku 22’yê Sibata 2025’an ji aliyê Meclîsa Federal a Swîsreyê ve hat qebûlkirin, bi bîr xist û piştevaniya bi Swîsreyê re dubare kir.

Rewşa heyî hat nîqaşkirin

Piştî hevdîtinên parlamentoyê şande li Haus Der Bewegung (Mala Tevgerê) ya li Bernê bi rêxistinên jinan, aktîvîstên avhewayê û tevgerên civakî yên curbecur re civiya. Aktîvîstên Swîsreyî eleqeyek zêde nîşanî civînê dan, di civînê de peyamên piştevaniyê derketin pêş.

Şande herî dawî beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Bernê bû. Li vir jî rewşa heyî ya Sûriyeyê û têkoşîna jinan hat ragihandin.

Hevdîtin didomin

Şandeya Jinan a Rojava wê hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê bidomîne û li Lozan, Zurîh, Aarau û St. Gallen bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re bicive. Her wiha şande wê weke axaftvan beşdarî panela li Lozanê bibe.