Şadiye Manap a 30 sal şûnde hat berdan, dîsa hat girtin

Girtiya 30 salî Şadiye Manap piştî ku di 1'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hat berdan, dîsa hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Şadiye Manap a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê dima, piştî 30 salan di 1'ê Kanûnê de hat berdan. Şadiye Manap hê beriya ji girtîgehê derkeve bi hiceta lêpirsîna ku 2020’an derbarê wê de hatiye vekirin, hat binçavkirin. Şadiye Manap ku 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Kocaeliyê hat girtin, îro anîn Edliyeya Kocaeliyê. Şadiye Manap bêyî ku li dozgeriyê îfadeya xwe bigire bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Dadger biryara girtina Şadiye Manap da.

 Hat hînbûn ku Şadiye Manap a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, dê sewqî Girtîgeha Kandirayê bê kirin.