Şadiya Omer: Însiyatîfa me wê ji hemû cureyên tundiya li ser jinan re bibe bersiv
Endama Komîteya Têkiliyên Meclisa Jinên PYD’ê şadiya Omer têkildarî însiyatîfa Meclisa Jinan a PYD’ê ya li dijî tundiya li ser jinan axivî û got: “Em dixwazin bi vê însiyatîfa xwe wê gihandin û fêmkirina jinan ji maf û zagonên wan re bê çêkirin."
ROJ HOZAN
Qamişlo-Heya niha di civakê de gelek jin hene rastî tundiyê ji aliyê zîhniyeta baviksalarî û paşverûtiyên civakê ve tên. Tevî derxistina zagonên li dijî tundiya li ser jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek malbat hene jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêlin ev jî vedigere zîhniyeta ku di mêjiyê wan de hatiye çandin. Bi armanca rêxistinkirin û xwegihandina hemû jinên ku rastî tundiyê tên Meclisa Jinan a PYD’e li dijî tundiya li ser jinan însiyatîfek ava kiribû. Ev însiyatîf du hemleyên xwe derbas kirin, tê de gelek çalakiyên cur be cur weke daxuyanî, meş, komcivîn, semîner, platform û serdan hatin lidarxistin û heya rêjeyekê xwe gihandin hejmareke mezin jinan. Niha hemleya jinan di qonaxa sêyemîn de bi dirûşma “Bi têkoşîn û yekitiya jinan em ê tundiyê bi dawî bikin” didome. Ev hemle ji aliyê Meclisa Jinan a PYD’ê ve bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Heya niha di vê hemleyê de 2 çalakî hatine lidarxistin yek jê panêla li ser erk û rola ragihandinê li dijî tundiya li ser jinan bû û çalakiya din belavkirina broşûran li tax, gund û bazaran bû. Têkildarî firehiya mijara hemleya sêyemîn Endama Komîteya Têkiliyên Meclisa Jinên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di heman demê de Endama Komîteya Însiyatîfa li dijî tundiya li ser jinan şadiya Omer nirxandin kir.
“Mebsesta me her ew e em wê hêz û îradeyê di hundirê jinan de bipejirînin”
Şadiya Omer armancên hemleya xwe ya ku dest pê kirine anî ziman û wiha got: “Weke em dibînin heya niha hin mirovên civaka me xwe ji wê zîhniyeta baviksalarî rizgar nekirine û jinan di bin banê tundiyê de dihêlin. Kiryarên li dijî jinan dûrî hemû exlaqê mirovahiyê ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin. Me xwest weke Meclisa jinên PYD’ê em erkeke pîroz bigrin ser milên xwe û dest bi însiyatîfeke li dijî tundiyê bikin. însiyatîfa me jî li gorî pêvajoyê bû ji ber ku weke em dizanin heya niha gelek jin hene nikarin xwe bigihîjînin me yan jî ew derfetên wan tune ne bên gel me pirsgirêkên xwe bînin ziman. Di encamê de gelek bûyerên qetilkirina jinan derdikevin pêş. Em dixwazin bi vê însiyatîfa xwe wê gihandin û fêmkirina jinan ji maf û zagonên wan re bê çêkirin da bikaribin li hemberî hemû cureyên tundiyê li ber xwe bidin. Di hemû aliyan de êrîş li ser jinan hene ger jin birêxistin kirîbin dikarin bibin bersiv ji hemû kiryar û tundiyê re. Mebesta me her ew e em wê hêz û îradeyê di hundirê jinan de bipejirînin ku bi rengekî rehet bikaribin pirsgirêkên xwe bîne ziman.”
“Me bernameyek dewlemend bi nêrîn û pêşniyara jinan derxistiye”
Şadiya Omer bal kişand ser çalakiyên însiyatîfa xwe û hemleyên wê û wiha domand: “Însyatîfa me li ser sê merheleyan hatiye avakirin merheleya yekemîn û duyemîn bi rengekî çalak bi dawî bû tê de gelek çalakiyên weke meş, komxebat, daxuyanî, perwerde, serdana malan, platform û semîner hatin lidarxistin. Her wiha tevlibûneke pir baş ji jinan ji van hemleyan re çêbûn û her jinek xwe di nav de didît. Encamên wê jî me bêtir rewşa jinan nas kir, zagonên têkildarî wê ji wan re şîrove kir û me pir dozên jinan ên heya niha bêdengiyê dijîn derxistin holê. Pir jin hebûn tundî li wan dihat kirin lê cesaret nedikirin biçin gilî bikin, bi van herdu hemleyan re me ew vîn di hundirê her jinê de pejirand. Hemleya me ya sêyemîn jî ev demek e kin e dest pê kiriye heya niha tenê du çalakî hatine lidarxistin yek jê panela li ser erk û rola ragihandinê li dijî tundiya li ser jinan bû, çalakiya din belavkirina broşûran li tax, gund û bazaran bû. Jixwe hemleya me ya sêyemîn jî berdewamiya van herdu hemleyên pêşîn e. Em dixwazin zêdetir baweriya jinan bigrin û wan birêxistin bikin. Me xwest vê carê em dozên jinan di dadgehan de jî bişopînin. Her wiha me bernameyek dewlemend bi nêrîn û pêşniyara jinan derxistiye. Jin li ku derê bin îşkencekirin û tundî li wan bê kirin hemleya me bersiva wê dide.”
“Sîstemên desthilatdar li ser qirkirina jinan bi biryar in”
Şadiya Omer bal kişand ser tundiya li jinan tê kirin di herêmên dagirkirî de weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û wiha pêde çû: “Dema em behsa tundiyê dikin ne tenê di herêma xwe de vê mijarê digrin dest bi hezaran jin di herêmên dagirkirî de hene bi rengekî tund tên qetilkirin, revandin û tecawizkirin. Her wiha hemû rêxistin û aliyên pêwendîdar ên derve jî vê rastiyê dizanin lê çavên xwe ji rastiyê re digrin. Gelo ji bo van jinan em dikarin çi bikin? Heya niha tu aliyan berpirsyariya xelasiya van jinan negirtiye ser milên xwe ev tê wateya ku heya niha sîstemên desthilatdar li ser qirkirina jinan bi biryar in.”
Şadiya Omer bang li hemû rêxistinên jinan ên derve û hundir kir ku piştgiriyê bidin hemleya wan û wiha bi dawî kir: “Doza jinekê doza me hemû jinan e ji bo wê pêwîst e em hemû jin li kêleka hev bin. Banga me jî ew e ku hemû rêxistinên jinan destekê bidin hev da bikaribin rêxistineke jinan a saxlem û jinên azad biafrînin.”