Îtab Hesen: Rêxistinên alîkariyê bersiv nadin daxwazên jinan

Endama Ofîsa Xizmetên Mirovî ya Til Temirê Îtab Hesen, diyar kir bi hezaran kesên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane koçî Til Temirê bikin, pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û da zanîn rêxistinên alîkariyên mirovî bersiv nedin daxwazên jinan.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Dewleta Tirk di meha Çile ya 2018’an de Efrîn dagir kir. Dewleta Tirk a piştî dagirkeriyê, êrîşên xwe yên Serêkaniyê û li ser navçeyên Til Temir û Zirgan berdewam kir, planên xwe yên guhertina demografiya herêmê jî berdewam dike. 2 hezar û 490 malbat ango 13 hezar û 604 kesên ku ji ber êrîşan koçber bûn, li 23 dibistan û gundewarên Til Temirê dijîn.

'Pêwîstiya koçberan bi alîkariyê heye'

Endama Ofîsa Xizmetên Mirovî ya Til Temirê Îtab Hesen, alîkariyên ku ji aliyê saziyên alîkariyê yên mirovî ve li navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê ya herema Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dayîn axivî. Îtab Hesen, da zanîn di encama dagirkeriya Cotmeha 2019'an pêk hat de, koçberiya ji Serêkaniyê ber bi navçeyên Zirgan û Til Temirê destpêkir û wiha got:

“Piraniya kesên koçber bûne li gundewar, dibistanên perwerdeyê û deverên cuda yên navçeyan bi cih bûn. Piraniya wan jin, zarok û extiyar pêkten. Bi taybet ev koçber pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Rêxistinên Mirovî yên ku li vir xizmeta koçberan dikin pir kêm in û du rêxistinên hikûmî her du mehan carekê alîkariyê dikin û xwarin nîne.”

'Tenê 5 rêxistin piştgirî didin’

Îtab Hesen, diyar kir rêxistinên mirovî yên navdewletî bi hinceta Til Temir “xeta agir e” nayên navçeyê û alîkariya koçberan nekirine û wiha got: “Niha tenê du rêxistinên navdewletî ku projeyên jinûve sazkirina dibistanên koçber lê bicih dibin û nûkirina kanalizisyonan birêve dibin hene. Ji bo zarokên kêmxwarin jî hewildan hene. Tenê 5 rêxistin alîkariyên xurek, piştgiriya derûnî, xizmeta tenduristî û ji bo kesên astengdar alîkarî didin. Rêxistinek jî rewşa mirovî a koçber û hemû civakê dinirxîne."

‘Bersîva daxwazên jinan nehat dayîn’

Îtab Hesen, bi taybetî balkişand li ser rewşa jinên koçber û wiha got: "Herî zêde jin ji koçberiyê bandor dibin. Ji ber ku çavkaniya dahatê tune ye, daxwaza avakirina projeyên pîşeyî kirin, me jî pêkanî. û daxwazên wan ragihandin lê belê heta niha daxwazên me û jinan bê bersiv mane. Jinan daxwazên xwe ji bo rêxistinên alîkariyên mirovî ragihandin, lê heta niha jî bersiva daxwazên wan nehat dayîn. Em ji bo sala 2024’an ji bo jinan gelek projeyên taybet pêşkêşî rêxistinên mirovî kir. Em jî ji bo erêkirina projeyên jinan, li benda bersiva rêxistinên mirovî ne."

'Piştgiriyên tên kirin çareseriyên demdirêj misoger neke’

Îtab Hesen, dest nîşan kir axên li herêmê zeviyên çandiniyê ne û wiha got: “Ji bo vê jî dikarin bi jinan re projeyên biçûk ên çandiniyê avabikin. Ji ber ku piştgiriyên tê dayîn çareseriyên demdirêj misoger nake, jin dikarin baxçeyên xwe avabikin. Jinên ku makîneyên wan ên dirûtinê hene, dikarin çend jinan fêrî dirûtinê bikin.”

'Dê hewldanên me yên alîkarî bigihêje hemû koçberan didome’

Îtab Hesen, diyar kir li Til Temir û beşên gundewarên wê hejmara koçberan zêde ye û wiha axivî: “Ji bo vê yekê divê rêxistinên mirovî yên herêmî û navnetewî hesasiyet nîşan bidin. Alîkariya xwarinê ya Til Temirê tenê serê xwe têrker nîne. Divê ji bo jinan proje bên pêşxistin. Cih girtina Til Temir a di xeta agir de jî wek hincet tê nîşandan. Divê werin û bi çavê xwe zehmetiyên ku koçberan pê re rû bi rû dimînin bibînin, di encamê de ew rêxistinên mirovî ne. Em ji bo alîkarî bigihêje destê hemû koçberan, hewildanên xwe bidomînin.”