Îsraîl tevî biryara agirbestê jî êrîşî Xezayê dike
Îsraîl piştî ragihandina agirbesta ku wê di 19’ê Çileyê de bikeve meriyetê êrîşî gelek deverên Zîvala Xezayê kir. Di êrîşê de 39 kes jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan - Îsraîl piştî ragihandina agirbesta ku dê di 19’ê Çile de bikeve meriyetê êrîşên xwe berdewam kir. Hat diyarkirin ku di êrîşên li dijî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê de mirî û birîndar hene.
20 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya ser hin avahiyên bajarê Xezayê de, jin û zarok jî di nav de 20 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Rêveberiya Parastina Sivîl ya li Xezayê jî ragihand ku piştî êrîşên hewayî yên li rojavayê bajêr 5 cenaze û 10 birîndar rakirine. Li gorî daxuyaniyê, di êrîşa hewayî ya li ser mala malbata En-Nebîh a bajarê Xezayê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Di êrîşa hewayî ya li dijî avahiya malbata El-Muznîr a li taxa El-Deracê ya bajêr de 4 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Li Taxa Eş-Şucaiyeyê di êrîşa hewayî ya ku li malekê hat kirin de zarokek keç jiyana xwe ji dest da.
Piştî ragihandina agirbestê êrîş zêde bûn
Li gorî şahidan, di êrîşên artêşa Îsraîlê yên bi balefirên bêmirov ên li ser Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Zîvala Xezayê, herî kêm 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Zîvala Xezayê, di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser mala malbata El-Lahham de, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn.
Di vê navberê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê ji behrê herêma El Mevasî ya dikeve rojavayê bajarê Refahê jî hedef girt.
Rojnamegerekî din li Xezayê hat kuştin
Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê, rojnamevan Ehmed El-Şiyeh ku nûçegihan, edîtor û hilberînerê gelek saziyên çapemeniyê bû, di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê li dijî herêma Mevasî li rojavayê bajarê Xan Yûnisê jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamevanên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 205’an.
Diviyabû agirbest roja Yekşemê dest pê bikira
Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî ragihand ku di navbera Qeter, Îsraîl û Hamasê de li ser agirbest û pevguhertina girtiyan li Xezayê lihevkirinek çêbûye û sepandin dê yekşema bê dest pê bike.
Peymana navborî piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku di 7ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir û 467 rojan berdewam kir û di encamê de zêdetirî 156 hezar kes mirin û birîndar bûn, hat.