Îsraîlê ji hewa ve êrişî Lubnanê kir 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Balafirên şer ên Îsraîlê, êrişê başûrê Lubnanê kirin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Balafirên şer ên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê êrişa hewayî pêk anîn. Li gorî nûçeya di ajansa fermî ya Filistînê WEFA’yê de cih girt; Çavkaniya Teşkîlata Parastina Sivîl li Lubnanê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê, li Îslam Tip Cemiyetê ya li navçeya R-El- Habbariye ya başûrê welat bi hejmarek zêde ya fuzeyan êrişa hewayî pêk anî.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.