Îsraîlê êrişî avahiya ku malzemeyên tibî tê de bûn kir
Îsraîlê ragihand ku êrişî qata ku malzemeyên tibî û derman lê hene, ya tekane nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Zîvala Xezayê xizmetê dide kiriye.
Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Wezareta Tendirustiyê, di êrişan de nêzî 17 hezar û 210 zarok, 11 hezar û 742 jin jî di nav de 43 hezar û 163 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 101 hezar û 510 kes jî birîndar bûne.
Îsraîl êrişên xwe yên li dijî avahiyên civakê, binesazî û nexweşxaneyên ku mirov lê tên tedawîkirin û xwe sipartinê didomîne. Jî roja ku êrişên li ser Xezayê dest pê kirine ve heta niha 34 nexweşxane û 80 navendên xizmetê ji xizmetê derketine. 162 saziyên tendirustiyê û 134 ambulans hatine hedefgirtin. Li Zîvala Xezayê di êrişên Îsraîlê de, 1047 xebatkarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li ser qata ku malzeme tê de ne êriş çêbû
Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî da, êrişên artêşa Îsraîl yên li ser nexweşxaneya Kemal Advan şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê beriya demekê êrişî qata 3’yemîn kiriye, hat destnîşankirin ku di qata hatiye hedefgirtin de malzemeyên tibî û derman hene ku li bakûrê Xezayê di aliyê melzemeyên tibî de kêmanî zêde ye, xisarek mezin çêbûye. Di daxuyaniyê de wezaretê bang li civaka navneteweyî û saziyan kir ku nexweşxaneyên li Xezayê û personelên tendirustiyê ji êrişên Îsrailê biparêzin.
Nexweşxaneya Kemal Advan, tekane navenda tendirustiyê ye ku li Bakurê Xezayê xizmetê bide û ev 29 roj in di bin dorpêça artêşa Îsraîlê de ye.
Êriş didomin
Îsraîlê êrişî derdorên nexweşxaneya Endonezya û dibistanên Tel Zater û Tel Rabî li kampa koçberan a Cibaliya ya li bakurê Xezayê kir. Hat diyarkirin ku nexweşxane û derdora wê bi çekên giran hatine gulebarankirin. Îsraîlê bi balafirên bê mirov (ÎHA) yan ji kesên ku ji du dibistanan ji cihên xwe bûne, xwestin dibistanan vala bikin. Piştî vê gefê hat dîtin ku mirov ber bi herêma Şeyma ya li Beyt Lahiya ve ketine rê.
Di heman demê de şahidan diyar kir ku Îsraîl li dijî herêmên Şeyh Zayid, Girê Kalibu, Beyt Lahiya û kampa koçberan a Cibaliya êrişên hewayî û hewanan pêk anîne, li herêmên mijara gotinê, hem gulebaran kirine hem jî bi ÎHA yan êriş pêk anîne.