Îsraîlê êrîşê dibistanê kir: Herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest da

Îsraîlê li Xan Yûnisê êrîşê Filistiniyên ku xwe sipartibûn dibistanê kir. Di êrîşê de piranî jin û zarok bi dehan Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve êrîşên xwe yên li ser Zivala Xezayê bênavber didomîne. Artêşa Îsraîlê dîsa Filistîniyên ku ji cihê xwe bûne û xwe spartine dibistanê hedef girt.

Di komkujiya Xan Yûnisê ku piranî jin û zarok bûn, 29 kesan jiyana xwe jidest da û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tendirustiyê daxuyaniyek da û got: “Dagirkeran li navçeya Abesan el Kabira ya girêdayî bajarê Xan Yûnisê êrîşê dibistana Avda ya ku kesên ji cihên xwe bûne kir û komkujiyek pêk anî.”

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku tîmên alîkariyê yên ewil ji bo veguhestina birîndaran li nexweşxaneyên Nasir û Amal ên li bajêr dixebitin û diyar kir ku di topbarana Îsraîlê ya li ser Xaçeriya Ebû Hemîd ya li navenda Xan Yûnisê de kuştî û birîndar hene.

Mirovan gelek caran cihê xwe guhertin

2 milyon Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê dest pê kir, gelek caran neçar man koç bikin. Xan Yûnis yek ji wan cihan bû ku herî zêde koçberî lê dihat kirin lê ji ber êrîşan gelek caran xelk neçar ma di nava Zîvala Xezayê de bi cih bibe. Li gorî daxuyaniya dawî ya li Xezayê di êrîşan de herî kêm 38 hezar û 243 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. 88 hezar û 33 Filistînî jî birîndar bûne.