Îsrailê derketina 150 zarokan ji Xezayê asteng dike

Serokê Îsrailê Binyamîn Netanyahu ragihand ku ji bo nêzî 150 zarokên ku dihat plankirin ji Xezayê ji bo tedawiyê biçin Emîriyên Yekbûyî yên Ereban carek din taloq kiriye.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrail ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xeza berdewam dike.

Li gor nûçeya televizyona dewleta Îsrailê, roja duşemê nêzî 150 zarokên ku ji bo tedawiyê dihat plankirin li ser Îsrail derbasî Emîriyên Yekbûyî yên Ereban bibin, lê belê Binyamîn Metanyahu, piştî êrişa ser Mecdel Şems  biryar girt ku derketina zarokan ya ji Xezayê taloq bikin. 

Di nûçeyê de derbarê dîrokek nû ku zarokan ji Xezayê derbixin diyarkirine yan na tu agahî nedan. Emîriyên Yekbûyî yên Ereban jî de rbarê mijarê de tu daxuyaniyek ne weşandiye.

Di êrişa ser Mecdel Şems de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li qezaya Mecdel Şems ku li Tepeyê Golan cih digre û di bin dagirkeriya Îsrailê de di encama avêtina roketekê li sahaya futbolê de, di nav de zarok jî hene 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 jê giran 35 kes birîndar bûne. Îsrail di êrişê de Hizbullah berpirsyar nîşan dabû. Binyamîn Netenyahû di daxuyaniya der barê êrişê dayî de wiha got: “Îsrailê vê êrişa bi mirin li cihekê not nagre. Hizbulah wê bedelê ku heta niha nedaye bide.”