Îsraîlê 12 aktivîstên ku alîkarî dibirin Xezayê binçav kir

Îsraîla ku êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne, mudaxeleyî keştiya Madleen a ku alîkarî dibin Xezayê kir û 12 aktivîstan binçav kir.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Ji bo şikandina ambargoya li ser Xezayê keştiya Madleen a ku alîkariya mirovî dibir û te de aktivîsta avhewayê ya cîhanê Greta Tuhunberh û aktorê Îrlandî Liam Cunningham jî di nav de 12 kes hebûn, nêzî 185 kîlometre dûrî Zîvala Xezaye ji aliyê Îsraîlê ve hat desteserkirin. Hat ragihandin ku keştiyê birine Îsraîlê û wê aktivîstan jî bişînin welatên wan.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîl têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de der barê rewşa 12 aktivîstên di keştiya Madleen de agahî parve kir û cih da dîmenê desteserkirina parêzvanên mafên mirovan.

Di 1’ê Hezîranê de ketibû rê

Saziya civaka sivîl a bi navê Koalîsyona Filosa Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition) bi amanca şikandina ambargoya li hemberî Xezayê, ji bo ku alîkariyê bigihîjîne, keştiya 18 metre, di 1’ê Hezîranê de ji peravên San Giovannî Li Cuti yê bajarê Katanya yê Îtalyayê ber bi Xezayê ve bi rê ket. Aktivîstan, diyar kirin ku ger artêşa Îsraîl mudaxeleyî wan bike wê sekna xwe ya aştiyane bidomînin. Di keştiyê de ji derveyî endamê Fransî yê Parlementoya Ewropayê Rîma Hassan û hemwelatiya Elman Yasemîn Acar, ji Tirkiye Huseyîn Şuayb Ordu, ji Birezîlya Thiago Avila, ji Spanya Sergio Toribio, ji Hollandayê Marco van Renned, ji Franseyê Baptiste Andre, Reva Viard, Pascal Maurieras û Yanis Mhamdî, aktivîsta avhewayê ya Siwêdê Greta Thunberg û rojnamevan Omar Faiad jî di nav de 12 kes hebûn.