Îsraîl rêziknameya edlî ya ku gel bertek nîşan da paş xist

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rêziknameya edlî ya ku bû sedema protesto û grevên girseyî bi paş xist.

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşkeşkirina rêziknameya nakok li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ku hikûmetê wek "reforma dadwerî" û "derba mûxalefetê li serxwebûna dadweriyê" binav kir, paşxist.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Otzma Yehudit (Hêza Cihû) ve hat dayîn de, partiya Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben Gvir ku yek ji hevkarên hikûmetê ye di koalîsyonê de, hat ragihandin ku danûstandinên li ser lihevkirinê heta rûniştina parlamentoyê ya piştî cejna Cejna Derbasbûnê hatin rawestandin. Otzma Yehudit diyar kir ku rêziknameya ku dê di rûniştina pêş de dîsa ji meclîsê re bi diyalogê derbas bibe pêşkêşî Meclîsê bê kirin. Rûniştina qanûnî ya bê ya Parlamentoya Îsraîlê wê ji 30’ê Nîsanê heta 30’ê Tîrmehê pêk were.

Benjamin Netanyahu berê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vê yekê parve kiribû, "Ez ji rast û çep bang li hemû xwepêşanderên Qudsê dikim ku bi berpirsyarî tevbigerin û tundiyê bikar neynin. Em mirovên bira ne." Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ji bo yekîtiya gelê Îsraîlê ez bang li we dikim ku demildest pêvajoya qanûnî ya der barê rêziknameya nû de bidin sekinandin. Çavê hemû gelê Îsraîlê li we ye."

Piştî ku Netanyahu Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ku duh li dijî rêziknameya dadwerî ya nakokbar derdiket, protestoyên li Tel Avîvê mezin bûn û bi sed hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Çalakiyan tevahiya rojê dewam kirin. Piştî ku Benjamin Netanyahu ragihand ku ew rêziknameya dadwerî ya nakok taloq dike, mezintirîn sendîkaya karkeran a welêt, Hastadrut, ragihand ku ew grêva ku ji bo sibe plan kiribû betal kir.