Îsraîl li dijî Xezayê êrîşên hewayî pêk anî

Îsraîlê li Refahê li dijî malek û li kampa penaberan a El Megaziyê ji êrîşê hewayî pêk anî. Di encama êrîşan de herî kêm 18 kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hate hînbûn ku li bakurê Xezayê dibistan hatine dorpêçkirin.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bê navber didome. Vê carê şevê din li dijî bajarê Refahê ya başurê Xezayê êrîşa hewayî pêk anî. Hate diyarkirin ku tankên Îsraîlê yên beriya çend hefte vekişiyabûn, carek din ketiye bakurê Xezeyê.

Dibistanên ku mirov xwe lê spartibûn hatin dorpêçkirin

Li gorî ajansa nûçeyên a Reutersê, tankên Îsraîlê ber bi Beyt Hanûnê ya li bakurê Xezayê ve çûye û hin dibistanên ku Filistîniyên ji ber êrîşan ji cih û warên xwe bûne dimînin dorpêç kir. Hate ragihandin li Beyt Hanûn û Cîbaliye ya li bakur qûtbûna înternet qewimî. Kesê ku der barê tiştên li bakurê Xezayê diqewîme de, ji Reutersê re axivî, wiha got: “Leşkerên dagirker ji bo hemû malbatên ku li dibistan û malên derdorê yên herêma tank ketine dimînin, fermana tehliyeyê da. Leşkeran gelek mêran desteser kir.”

Gelê Xezayê ji herêmê derdikevin

Tê diyar kirin ku nêzî 60 hezar mirov li Beyt Hanûnê jiyan dikin. Beyt Hanûn yek ji cihên ewil a ku di operasyona bejayî yên Îsraîlê de hate hedefgirtin bû. Gelek kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûn, di hefteyên dawî de bi vekişina hêzên Îsraîlê re vegeriyan Beyt Hanûn û Cîbaliya yê. Bi pêşveçûna hêzên Îsraîlî re, hinek gelê Xezayê ji nû ve dest bi terikandina bakûr kirin.

Êrîşên hewayî

Li gor agahiyên rayedarên tenduristiyê yên Filistînê, hêzên Îsraîlê li dijî bajarê Refahê ku li başûrê Xezeyê û li ser sînorê Misirê cih digre û 2,3 milyon kes lê dijîn êrîşên hewayî pêk anî. Di encama êrîşa hewayî ya li dijî malek a li Refahê de zarok jî di nav de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Rayedarên tenduristî û rojnamegerên Filistînê, diyar kirin ku Îsraîlê li dijî kampa penaberan a El Megaziyê ya herêma Xezayê jî êrîşê hewayî pêkanî û di encama êrîşê de zarok jî di nav de 11 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê pêktîne de herî kem 14 hezar û 500 jê zarok û 9 hezar 560 jê jin 33 hezar û 843 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 76 hezar û 575 kes jî birîndar bûn.